Serokê Giştî yê Partiya Vatan û namzetê Serokkomariyê Dogû Perînçek piştî got; "Heke ez bibim Serokkomar, ez ê HDP’ê bidim girtin", Serokê Partiya Vatanê yê Amedê Selahattîn Gonul û 90 endamên partiyê, li dijî vê helwesta kîndar a Perînçek ji partiya xwe îstîfa kiribûn. Gonul û 2 endamên partiyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ziyaret kirin. Hevserokên HDP’ê yên bajêr Fîlîz Buluttekîn û Mehmet Şerîf Camci, Gonul û yên pê re pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî, Hevserokên HDP’ê û Gonul li ber avahiya bajêr daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevserokê HDP’ê Camci got: "Gonul û kesên bi wî re di rojên derbasbûyî de ji Partiya Vatanê îstîfa kiribûn û gotibûn ew ê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji ber van daxuyanî û piştgiriyên wan em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirîn, dê beşdarî têkoşîna aştiyane ya HDP’ê bibin."
Piştî axaftina Camci Gonul axivî û wiha got: "Em aştî û aramiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Em ê bi 90 kesên ji Partiya Vatanê îstîfa kirîn re di rojên pêşde derbasî HDP’ê bibin."