Kesayetiyên Kerkûkî: Tecrîda li ser Birêz Ocalan şerekî derûnî li dijî gelê Kurd e

Nivîskar, rojnamevan û çalakvanên Kerkûkî bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin; “Birêz Abdullah Ocalan sembola neteweyekê ye û pêwîste Kurd xwedî li wî derbikeve.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve bi komployeke navneteweyî hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya li girava Îmraliyê di bin çavdêrî û di nava tecrîdeke pir tund û giran de dîl hatiye girtin. Her ku çû tecreîda li ser wî hat girankirin, mafê herî xwezayî yê her girtiyeke asayî ku hevdîtina bi malbat û parêzerane jî bi hêcetên bê bingeh tê bipêkirin.

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk aniye ku ew hevdîtin jî di niviyê de hatiye astengkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî herî dawî piştî hevdîtina 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv hatine hiştin. Her wiha tevî ku bersiv nehatiye dayin jî çendîn car cezayên kêyfî yên qedexeya hevdîtinan û tecrîdan li ser wî tê ferzkirin.

Têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk-PDK’ê yên li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nivîskar, rojnamevan û çalakvanên sivîl ên bajarê Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn.

‘ARMANCA DEWLETA TIRK NE PKK YE, TUNEKIRINA EZMÛNA STATUYA HERÊMA KURDISTANÊ YE’

Rojnamevan Îmad Mihemed îşaret bi armanca dewleta Tirk a dagirker ya ji êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin kir û got; “Êrîş û leşkerkêşiyên Tikiyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne nû ne; armanca wan a rasteqîn ya li pişt van êrişên dagirkeriyê ne PKK ye, belku Tirkiye dixwaze ezmûna hebûna statuya Herêma Kurdistanê ji holê rabike. Eger plana Tirkiyê encam bigire, wê Mûsil û Kerkûk ligel Herêma Kurdistanê bên dagirkirin. Desthilatdarên Tirkiyê ne veşartine ku armanca wan dagirkirina wîlayeta Mûsilê ku Herêma Kurdistanê û bajarê Kerkûkê jî digire nava xwe ye. Em dibînin ku Tirkiye çendîn navçe dagirkiriye ku wê di dawiyê de jî biterikînin û hewldanên dagirkeriyê wê bin bikevin.”

‘KOMPLOYEKE HERÊMÎ LI DIJÎ GELÊ KURD TÊ RÊVEBIRIN’

Mihemed her wiha bal kişande ser diyardeyên zêdexwaziya Tirkiyê ya di çarçoveya dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê û wiha pêde çû; “Her çiqasê Tirkiye bi daxuyaniyeke fermî rawestandina qonaxa yekemîn a êrîşan ragihand, lê êrîş hêjî didomin. Ev yek nîşan dide ku rawestandina leşkerkêşî û êrîşan cureyek fêlbazî ye û Tirkiye armanca zêdetir dagirkirinê heye ku wê di pêşerojê de zêdetir eşkere dibe. Ya dewleta Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê pêk tîne kavilkarî û dagirkerî ye, nabe ku desthilatdarên herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî vê êrişên dagirkeriyê bêdeng bin. Di demekê de ku hikumeta Iraqê êrişên Tirkiyê şermezar dike, em dibînin ku hêz û çekên giran dişîne Şengalê. Ew hemû nîşaneya vê yekê ne ku komployeke herêmî ji bo lewazkirina gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê heye.”

‘TI CARÎ ARMANCA AŞTIYÊ YA TIRKIYÊ NEBÛYE, HER TIM ARMANCA XWÎNRIJANDINÊ HEBÛYE’

Rojnamevan Îmad Mihemed di dewama axaftinên xwe de behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir; “Piştî destgîrkirina Birêz Ocalan Tirkiyê berdewam bi hemû şêwazê hewl daye ku Birêz Ocalan û gel ji hevûdu qut bike, bi rengekê ku rê nadin bi malbat, parêzer û kesek din hevdîtinê çêneke. Eger Tirkiye aştiyê dixwaze pêwîste destpêkê tecrîda li ser Birêz Ocalan rake. Ji ber ku bi rêya danûstandina bi Birêz Ocalan re aştî dikare pêk bê. Lê ti carî armanca aştiyê ya Tirkiyê nebûye, her tim armanca xwînrijandinê û kavilkariyê hebûye. Dewleta Tirk berdewam hewldanên ji bo tunekirina Kurdan ne veşartiye û heta niha jî hewldanên wê yên di vê çarçoveyê de didomin.”

‘TECRÎD ŞEREKÎ DERÛNÎ LI DIJÎ GELÊ KURD E’

Di dawiyê de Mihemed bal kişande ser sedemên berdewamkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ragihand; “Tecrîda li ser Birêz Ocalan şereke derûnî ye ku li dijî gelê Kurd tê kirin. Tecrîd şereke ku Tirkiye ji bo têkbirina gelê Kurd birêve dibe. Em dibînin ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi salan e berdewam dike.”

‘TIRKIYE BI AGIR Û HESIN HEWL DIDE GELÊ KURD TUNE BIKE’

Nivîskar, Helbestvan û Rewşenbîr Reşîd Ehmed jî têkildarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê axivî û got, “Li gorî xwendina me ya derbarê leşkerkêşî û êrişên Tirkiyê em dikarin bêjin ku armanca ji van êrişan ne PKK ye, belku dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye ku dewleta Tirk bi van hewldanên xwe yên dagirkeriyê re hewl dide bi hêz agir û hesin gelê Kurd tune bike û dewlemendiyên xaka Kurdistanê talan bike.”

‘HEWL TÊ DAYIN KU BIRÊZ OCALAN JI GEL BÊ QUTKIRIN’

Ehmed di beşek din a axaftina xwe de destnîşan kir ku yek ji armancên dewleta Tirk ewe ku bi rêya girankirina tecrîdê re dixwaze Birêz Ocalan lewaz bike ku ew armanca Tirkiyê wê serketî nebe û wiha pêde çû; “Sedemeke din eve ku dixwazin bi rêya tecrîdê zextê li Birêz Ocalan bikin da ku helwesta xwe biguherîne ku ev yek jî ji rastiyê dûr e. Ji ber ku Birêz Ocalan rêberekî rasteqîn e. Her wiha hewl tê dayîn ku Birêz Ocalan ji gel bê qutkirin da ku di dema guhertinên li herêmê de peyamên wî negihîje gel.”

‘PLANÊ TIRKIYÊ WÊ SERKETÎ NEBE’

Nivîskar Reşîd Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamekê dide Kurdan ku dibêje ‘Her çiqawê kesekî bi hêz wek Ocalan jî derkevin lê ezê we bixim zindanê û we tecrîd bikim’. Ehmed axaftina xwe wiha domand; “Lê planê Tirkiyê wê serketî nebe û gelê Kurd wê xwedî li rêberên xwe derbikeve. Gelê Kurd xwedî dibistana Kurdîtiyê ye ku bi rêya vê dibistanê xebatê gelê me tê domandin. Tecrîd wê ti carî sûdeke xwe tinebe ji bilî ku wê zirarê bide Tirkan.”

‘OCALAN SEMBOLA NETEWEYEKÊ YE Û PÊWÎSTE KURD XWEDÎ LÊ DERBIKEVE’

Nivîskar, Helbestvan û Rewşenbîrê Kerkûkî Reşîd Ehemed axaftina xwe bi van bangan bidawî kir; “Daxwaza me ji Neteweyên Yekgirtî û ew rêxistinên ku daxwaza mafên mirovan dikin eve ku li hemberî tecrîd û zextên ku li ser Birêz Ocalan tên kirin bêdeng nebin û pêwîste hewl bê dayin ku zextên li ser Birêz Ocalan bên kêmkirin. Ji ber ku ew ji beriya her tiştî mirove, rêberê gelekê ye û sembola neteweyekê ye, pêwîste hemû Kurd hişyar bin ku dijmin çawa li Birêz Ocalan temaşe dikin li gelê Kurd jî temaşe dikin. Eger ji destê wan bê wê hemûyan bixin girtîgehê, pêwîste hemû ferdên Kurd xwedî li Ocalan derbikevin.”

Çalakê sivîl Hesen Hisên di destpêka axaftina xwe de îşaret bi doza Kurd û êrişên dewleta Tirk a dgirker yên li ser Başûrê Kurdistanê kir û got; “Xebat û têkoşîna gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê dîrokeke xwe yên dûr û dirêj heye. Bi taybetî xebatên Kurdan li Bakurê Kurdistanê ji niha ve derbasî qonaxeke metirsîdar bûye. Helwest û kiryarên Tirkiyê hizrandinek di asta lûtkeya dijminatiyê ye li dijî gelê Kurd û li gorî me kiryarên Tirkiyê xizmetê ji pêşveçûna aştiyê ya li Tirkiyê nake. Êrîş û leşkerkêşiyên Tirkiyê bi hevkariya hikumeta Iraqê û PDK’ê li Başûrê Kurdistanê cihê fikarê ye.”

‘PÊWÎSTE EM KURD LI DIJÎ HEVÛDU ÇEK HILNEGIRIN’

Hisên di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku bi kuştin û tunekirina nasnameya neteweî ya Kurdan re doza Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê çareser nabe û ragihand; “Ya ji bo aliyên azadîxwaz û çalakvanan girîng e ewe ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û danûstandinê ve bê çareserkirin. Pêwîste em Kurdên Başûr bi hêcetên cuda çek li dijî PKK yan jî hêzeke din ê Kurdî hilnegirin.”

‘ME LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ METIRSIYA DAGIRKERIYA TIRKIYÊ DÎT’

Çalakvanê sivîl Hesen Hisên diyar kir ku hemû dagirkerên Kurdistanê dijberiya hemû hewldanên ji bo xwerêvebirin û pêşketina wan partî û aliyên ku ji bo doza gelê Kurd hewl didin dike û destnîşan kir; “Pêwîste gelê Kurd hişyar be ku Tirkiye hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo pêşiya dagirkeriyên Tirkiyê bê girtin pêwîste hemû azadîxwaz, çalakvan, partî û alî li hemberî êrişên dagirkeriyên yên Tirkiyê yekgirtî û yek helwest bin. Ji ber ku me li Rojavayê Kurdistanê metirsiya dagirkeriyên Tirkiyê dît.”

‘BEREVAJÎ YASAYÊN NAVNETEWEYÎ NÊZÎKATÎ RABERÊ BIRÊZ OCALAN TÊ KIRIN’

Hisên bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Ev tecrîda ku dewleta Tirk li ser Birêz Ocalan ferz dike berevajî hemû yasayên mafê mirovan ên navnetewî ne. Ji bo wê jî em çalakvan daxwaz dikin ku bi rengekî mirovane nêzîkatî raberê pirsgirêka Kurd û Birêz Ocalan bê kirin. Ya di derheqê Birêz Ocalan û girtiyên siyasî tê kirin, xizmeta bi hevre jiyana Kurd û gelên din ên herêmê nake.”

‘TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN ŞEREKÎ DERÛNÎ YE’

Çalakvanê sivîl Hesen Hisên wiha sedema girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand, “Tecrîd şereke derûnî ye ku armanca wê zext li rêber û pêşengên Kurd bi taybetî Birêz Ocalan û çalakvanên siyas bikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan dikeve kategoriya dijbertiya doza rewa ya gelê Kurd ku ew jî ji xizmetkirina ji biratiya di navbera gelan bi taybetî biratiya di navbera gelê Kurd û Tirk de dûr e. Ji bo çareserkirina doza Kurd ligel dewleta Tirk, ya baş eve ku bi rêya diyalog û danûstandinê û hevûdu fêmkirinê gav bên avêtin.”