Kesayetiyên Kerkûkê: Hilbijartina vê carê ji bo Kurdan diyarkere

Kesayetiyên Kerkûkê daxwazê ji Kurdên li Kerkûkê dikin ku beşdarî hilbijartinê bibin û dibêjin, "Ev hilbijartin ji bo siberoja Kurdan a li bajêr diyarkere."

Encumena Piştgiriya Hilbijartinên Kerkûkê ku ji gelek kesayet, akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, seydayên dînî û kesên diyar ên başûrê Kurdîstanê ji bo ku hişyariyê li ser hestiyarî û metirsiyên niha yên li ser Kerkûkê û Navçeyên Veqetandî bikin, li Navenda Çandê ya Kerkûkê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Kesayetiyên Kerkûkê di civîna çapemeniyê de diyar kirin ku ji bo bersivdana gefên li ser gelê Kurd û nasnameya Kurdistanîbûna Navçeyên Veqetandî girîng e ku Kurd beşdarî pêvajoya dengdanê bibin. Bi domdarî hate gotin ku ev hilbijartin ji bo siberoja Kurdan a li Kerkûkê diyarkere.

Di civîna çapemeniyê de seydayê dînî Mela Faxir Cabîr bi navê Encumena Piştgiriya Hilbijartinên Kerkûkê daxuyanî da û got: "Encumena Piştgiriya Hilbijartinên Kerkûkê ji komek seydayên dînî, kesayetiyên civakî, mamosteyên zanîngehê, çalakvanên sivîl, serokeşîr, rewşenbîr û xemxurên bajarê Kerkûkê pêk tê, me wek erkeke neteweyî û nîştimanî ji ber hesta xwe ya berpirsiyariyê ji bo piştgirîya hilbijartinên Encumena Parêzgeha Kerkûkê ev encumen pêk anî. Li gorî me di nav 18 salên dawî de Kerkûkê qonaxeke wisa hestyar nedîtiye. Lewma bi fikra me beşdariya li vê hilbijartina vê carê ji bo me Kurdan diyarkere û girêdayî nasnameya bajarê Kerkûkê ye.“

Xalên bingehîn ên Encumena Piştgiriya Hilbijartinên Kerkûkê wiha ne:

“ - Em daxwazê ji hemwelatiyên Kurd ên Kerkûkê û dorhêla wê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê û deng bidin wî aliyî ku li gorî wan baş e. Ya girîng ew e ku deng bidin.

- Em daxwazê ji hemwelatiyên Kurd ên Kerkûkê dikin ku biçin û kartên xwe yên dengdanê wergirin. Ji ber ku rêjeyeke zêde ya kartên dengdanê di navendên dengdanê de mane.

-Kurd divê girîngiya vê hilbijartinê fam bikin ku çarenûs e û her dengek siberoja neteweya me îfade dike.

- Em daxwazê ji wan hemwelatiyan dikin ku niştecihên Herêma Kurdistanê ne û mafê wan ê dengdanê li Kerkûkê ye, roja dengdanê werin Kerkûkê û beşdarî hilbijartinê bibin.

- Hincet her çi be çênabe ku hilbijartin bê paşxistin. Ji ber ku lidarnexistina hilbijartinê zilmeke mezin e li neteweya Kurd.

- Ji bo dagîrnekirina wan gundên Kurd ku li gel gundên Ereb dikevin kêleka hev, em hemû biçin deng bidin.“