Kerkûk ji bo Newroza 2021’ê amade ye

Komîteya Amadekar a Newroza Kerkûkê ragihand ku hemû amadekariyên Newroza 2021’ê ya Kerkûkê bi dawî bûne, bang li hemû kesî kir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.

Komîteya Amadekar a Newroza Kerkûkê diyar kir ku amadekariyên ji bo Newroza Kerkûkê qediya. Newroza îsal a Kerkûkê bi dirûşma ‘Newroza îsal a Kerkûkê bikin Newroza yekrêzî û bihevre jiyanê’ tê lidarxistin.

Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê di serî de li hemû alî û welatiyan kir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.

Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Kerkûkê Soran Serdar li ser amadekariyên Newrozê agahî da û diyar kir ku hemû amadekarî qedandine û Kerkûk ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye. Serdar anî ziman ku Newroza Kerkûkê bi dirûşma ‘Newroza îsal a Kerkûkê bikin Newroza yekrêzî û bihevre jiyanê’ tê kirin. Serdar da xuyakirin ku hunermend Sîrwan Şwanî, Berhem Şemamî, Jînê Seqiz, Diyar Dersim, Ebas Selah û Diyar Elî derdikevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş dikin.

Serdar bang li hemû aliyên Kerkûkê û dîsa welatiyan kir ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin û got: “Hêvîdarin ku hemû welatî tevdîrên tenduristiyê li ber çavan bigirin, maske bikar bînin.

Pîrozbahiya Newrozê saet 13:00’an li navçeya Şîwesûr tê lidarxistin.