Kerkûk di bin metirsiya DAÎŞ’ê de ye

Her çendî Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder El Ebadî dawiya 2018’an ragihandibû ku dawiya çeteyên DAÎŞ’ê li Iraqê anîne jî, lê di demê dawî de şaneyên veşartî û liv û tevgera çeteyan a li Kerkûkê bi zêdahî xwe didin der.

Her çendî Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder El Ebadî dawiya 2018’an ragihandibû ku dawiya çeteyên DAÎŞ’ê li Iraqê anîne jî, lê heyîna çeteyên DAÎŞ’ê li çiyayê Hemrîn, Qereçox başûr û rojavayê Kerkûkê liv û tevgera wan zêde bûye. Di hefeya dawî de DAÎŞ’ 3 caran êrîş kirin bire ser hêzên Iraqî li başûr û rojavayê Kerkûkê. Di van êrîşan de 4 efser û 3 leşker hatine kuştin.

Bi taybet di demê dawî de em dibînin rewşeke nediyar li pêşiya welatî û bajarê Kerkûkê ye. Tevgera çeteyan a zêde li Kerkûkê derdikeve berçavan. Welatî ji helwesta hêzên ewlekariyê bi gumanin û ne bawerin.

Bûyerên nava hefeyekê rû dayî wiha ne:

Roja 13’ê Gulanê saetên direngî li sînorê bajarê Leylan a girêdayî Kerkûk ciwanê bi navê Xalid Mihemed Keîd ku sala 1996’an ku ji bajarê Bêcîyê bû dema şivanî dikir ji aliyê komeke kesên nenas ku bi çek guman hene ku çeteyên DAÎŞ’ê bin ve hate kuştin.

14’ê gulanê jî mayîneke ku li nava avahiyekê li ser rêya Bexda û Kerkûkê hatibû çandin. Li ser agahdarkirina hêzên ewlekariyê, bombe bêyî ku ziyanek bide ji aliyê tîmên taybet ve hate bêbandorkirin.

Her wiha şeva 14’ê Gulanê jî li nêzî Gundê Tûm Sblanî girêdayî bajarê Riyaz a Hewîce 4 leşkerên girêdayî firqeya Alayî Polîsên Federal a Iraqê bi navên Elî Hesen Xelef, Neqîb Mueyed, Fris Kerîm û Mihemed Bedî dema vedigerin Kerkûkê dikevin kemîna çeteyên DAÎŞ’ê û tên kuştin.

POLÎSÊN FEDERAL LI DIJÎ DAÎŞ’Ê OPERASYONEK PÊK ANÎN

15’ê Gulanê dema hêzên Iraqî li gundê Ereb ê dikeve başûrê Kerkûkê êrîş li ser wan hate kirin, polîsên federal di sibehê de avêtin ser gunê Çîmenî Şehîdan ku dikeve bakur bajar dest bi operasyoneke ku bi gumana çeteyên DAÎŞ’ê li nava gundin hene kirin. Polîsan li gund ragihand ku her roj ji saet 11:00’ê şevê û şûnde derketin qedexeye.

Heman rojê hejmarek malbatên Ereb ên bi piştevaniya waliyê Kerkûkê yê bi wekalet Rêkan Cibûrî êrîşî Kurdan kirin û li gundên Pelkane ya girêdayî Sergeran a dikeve rojavayê Kerkûkê bi cih bûn. Ev yek jî bû sedemê aloziyek din li herêmê ya navbera Kurdên xwecihî û Erebên nû hatin herêmê rû bide. Ji bo çareseriya li herêmê ji aliyê wê hêza taybet a çûn herêmê li gel hinek welatiyên malên wan hatin dagirkirin jî du rojnamevan jî destgîrkirin.

15’ê Gulanê jî di saetên direngî şev de li nêzî gundê Tel Sûse bi ser bajarê Reşad Tugaya 3 ya lîwaya 2 a firqeya 5 a polîsên Federal ketin kemîna çeteyên DAÎŞ’ê. Di êrîşê de 2 leşker ên bi navên Selah Xeyrûla û Nesîr Swadî Xeyrûlah hatin kuştin.

16’ê Gulanê jî hêzên Lîwaya 61 a girêdayî Serokwezîr û tugaya Mûxawîr di saetên sibê yên zû de bi operasyoneke ya leşkerî avêtin ser tax a Penca Elî. Hinceta hêzên Iraqî jî ew e ku taxa ku Kurd lê dimînin vegera wan a malên xwe ne.

WELATÎ JI REWŞA KERKÛK Û HÊZÊN IRAQÎ METIRSÎDAR IN

Welatiyên Kerkûk li gel qûrbanîbûna êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ji helwesta hêzên Iraqî jî bi metirsîdar in. Dema ku hêzên Iraqî di operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de li taxa Penca Elî lêgerîn kirin, 600 hezar dînarê Iraqî ji mala Cûme Hemîd Hizên dizîn. Li ser ragihandin welatî ji bo fermandarên hêzên leşkerî jî, fermandar xwe lê welatî aciz dike û vê kiryara hêzên Iraqî diveşêre.

Li gel zêdebûna êrîşên Iraqî li gorî serçaweyên leşkerî yên Iraqê 16’ê Gulanê du lîwayên nû yên polîsên federal sewqî Kerkûkê kirine.