Kemalbay: Yekîtiya Kurdan şert e

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay got, "Nexşeyên li herêmê ji nû ve tên destnîşankirin. Di demeke wiha de, yekîtiya navxweyî ya Kurdan şert e."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, ku ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Celal Talabanî bibe li Silêmanî ye, ji ANF'ê re axivî.

Kemalbay işaret bi şerê bi salan ê li herêmê kir û anî ziman ku ji ber vê yekê krîzeke însanî heye. Kemalbay destnîşan kir ku encamên giran ên şer, êdî aştiyê ferz dikin û wiha dewam kir: "Em di demeke welê de ne, ku li Rojhilata Navîn nexşe ji nû ve tên destnîşankirin. Serdemeke, ku sînorên di destpêka vê sedsalê de hatin xêzkirin ji nû ve tên nirxandin. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî di nava vê pêvajoyê de, ji aliyê mafên neteweyî û dîrokî ve cihê xwe yê li binê rojê dixwaze. Ji bo hemû gel bi hev re bijîn û jiyaneke nû ya aştiyane bê avakirin, rîsk û derfetên mezin hene."

HERÊM JI NÛ VE TÊ DÎZAYNKIRIN

Serpîl Kemalbay anî ziman, ku şoreşa li Rojava û sîstema dûrî ji mêtingeriyê ya lê tê avakirin, ji bo gelên herêmê bûye hêviye û destnîşan kir, ku li Rojava modeleke ji jiyana bi hev re ya hemû gelan, bawerî û nasnameyên cuda hatiye avakirin. Kemalbay got, "Pêwîste ev model ji bo hemû herêmê bibe mînak. Bi vê bandorê, herêm tê dîzaynkirin."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞERT E

Kemalbay işaret bi doza Kurd û statuya mêtingeriyê kir û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan destnîşan kir. Kemalbay got, "Ji xwe me heta roja îro dît, Birêz Celal Talabanî di vê mijarê de bi rola xwe radibû û ji bo yekîtiya neteweyî helwest nîşan dida. Lewma wefata Talabanî, di vî warî de jî windahiyeke mezin e. Yekîtiya çar parçeyan, ji bo jiyana bi hev re ya gelên herêmê wê bibe çavkaniya hêviyê. Her nêzîkatiya siyasî ya hêz dide vê yekê, wê tevkariyê li rizgariya gelên herêmê, li avakirina jiyana azad a gelên herêmê bike."