Kemalbay: Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di mîtînga Wijdan, Edalet û Demokrasiyê ya HDP'ê ku li Qada 5'ê Hezîranê pêk hatî de axivî û got: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Ev yek bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane."

Mîtînga HDP'ê ya Wijdan, Edalet û  Demokrasiyê ya ku li Qada 5'ê Hezîranê ya Amedê bi hişyariya "Em ranewestin, faşîzmê rawestînin" pêk anî bi axaftinan didome. Mîtînga ku piştî nîvro dest pê kir, tevî germa zêde bi deh hezaran kes li qada 5'ê Hezîranê (Îstasyonê) kom bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, bi sloganên “Şehîd namirin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û tilîliyên jinan hat pêşwazîkirin.

GELÊ AMEDÊ DI RAPERÎNÊ DE YE

Kemalbay, anî ziman ku 2 sal berê li vir Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û bi deh hezaran gelê Amedê hebû û wiha got: "Di wê mîtîngê de teqîn çêbû. Me di wê mîtîngê de 5 xwişk û birayên xwe winda kirin. Bi dehan hevalên me birîndar bûn. 2 sal şûnde dîsa em li heman qadê ne û dîsa hûn gelê Amedê di nav berxwedanê de ne. Piştî komkujiya 5'ê Hezîranê li pey hev gelek kuştin û komkujî pêk hatin. Xwestin tirsek mezin ava bikin. Lê gel netirsiya û dîsa bi deh hezaran kes îro li vir kom bûne. Yên li vir bombeya DAIŞ'ê bi xwe de teqandin zanîbûn ku wê winda bikin. Piştî komkujiya 5'ê Hezîranê li Pirsûs û Enqere jî komkujî pêk hatin. Xwestin însan neyên cem hev û kom nebin. Lê îro hûn dîsa li vir di nava têkoşîn û berxwedanê de ne." 

‘MESELEYA KURDAN 90 SAL IN LI BENDA ÇARESERIYÊ YE'

Kemalbay, anî ziman ku diviyabû îro hevserokên wan Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, hevşaredar Gultan Kişanak, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, parlamenter Îdris Balûken û wekîlên din ên girtî li vir bûya. Diviyabû hevalên me yên din jî li vir bûna. Lê îro zêdeyî 200 hezar mirov ji aliyê faşîzmê ve hatine girtin û di zindanan de ne. Îro siyaseta demokratîk dîl girtine. Dixwazin siyaseta demokratîk tune bikin. Dixwazin rejîma yek mirovî ava bikin. Li welatê me pirsgirêka qedîm a Kurd heye. Ev pirsgirêk 90 sal in li benda çareseriyê ye. Gelê Tirkiyeyê 90 sal in berdêla neçareseriyê dide. Bi deh hezaran betal fatûreya şer didin. Yên li Qesrê rûniştine dixwazin pirsgirêka Kurd bitepisînin. Ji ber vê yekê êrîş, tundî û kaosê ji bo gelan rewa dibînin."

 LI TIRKIYEYÊ GIRTÎGEH MEZIN IN Û BETALÎ ZÊDE YE

Kemalbay, helwesta Serokê AKP'ê Erdogan a pirsgirêkan aloz dike jî rexne kir û wiha got: "Dibêje welatê Tirkiyeyê gelekî mezin e. Lê îro li Tirkiyeyê pirsgirêkên betaliyê pir zêde ye. Girtîgeh pir mezin in. Kuştina jinan pir zêde ye. Bertîl/ruşwet zêde ye. Yek ji hevalbendê ruşwetê yê Serokê AKP'ê Erdogan îro li DYA tê darizandin. Hevalbendê Erdogan Riza Zarrab îro li Amerîkayê tê darizandin. Li Tirkiye xwîn bûye cihok û diherike. Her roj darbest li ser milan e."

‘ERDOGAN DIXWAZE BIBE HÎTLER'

Kemalbay, anî ziman ku ew dixwazin vê tabloya li Tirkiyeyê biguherînin û wiha axivî: "Em dixwazin Tirkiyeya mezin ava bikin. Tirkiyeya ku her kes kar bike, bi hev re wekî xwişk û bira bijîn ava bikin. Tirkiyeya ku hemû nasname, bawerî, wekhev û azad bijîn ava bikin. Îro ev ne Tirkiyeya mezin e. Erdogan ne Serokê Cîhanê ye. Herî zêde bibe wê bibe Hîtler. Îro hem li Amedê û hem li Stenbolê mîtîng heye. Em ji vir deng bidin Stenbolê. "

 EM DIXWAZIN FAŞÎZMÊ DEFIN BIKIN

Kemalbay, êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tugluk jî şermezar kir û wiha berdewam kir: "Me ji ber êrîşa faşîzmê Dayika Hatun li Enqereyê nekarîbû defin bikin. Em neçar man ku Dayika Hatun li warê lê ji dayik bûye defin bikin. Em dixwazin wekî gelê Tirkiye li şûna wê faşîzmê defin bikin. Êrîşa li dijî Dayika Hatun û êrîşa 5'ê Heziranê heman hişmendî û feraset e. Êdî gelê Kurd dixwaze xwe bi rê ve bibe. Ne tenê li parçeyekî. Li 4 perçeyên Kurdistanê azadî serxwebûn û edaletê dixwaze. Serokê AKP'ê Erdogan  dibêje ‘Avakirina dewleta Kurdan ez wekî heqareta li dijî gelê Kurd dibînim' Di rojên dawî de jî dibêje ‘Ger ku kurd referanduma serxwebûnê pêk bînin em ê şer îlan bikin" û berê xwe dide Efrînê. Ez bang li gelê Tirkiyeyê dikim. Mafê hemû gelan ê aştî, azadî, wekhevî û edaletê heye. Çima Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin wekî sûc dibînin. Em gef û êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em tu carî serî li hemberî zilma wan natewînin."

'SILAV  JI NÛRIYE Û SEMÎH RE'

Kemalbay, têkoşîn û berxwedana Nûriye û Semih  jî silav kir û wiha got: "Ew kedkarên li dijî KHK’ê di ber xwe didin. Di destpêka serdema perwerdehiyê de Nûriye û Semîh terkî mirinê kirin. Ev têkoşîn dibêje bila Nûriye û Semih bijîn." 

‘EM TECRÎDA LI SER OCALAN RAKIN'

Kemalbay, herî dawî anî ziman ku pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye û wiha bi dawî kir: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Em ji bo vê yekê têdikoşin. Me di 12'ê  Îlonê de li ber xwe dan, di salên 90’an de li ber xwe da û niha jî em di ber xwe didin. Em niha bêtir nêzî serkeftinê ne. Ji bo îro aştî û demokrasî bi ser bikeve divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ji bo çareseriya demokratîk divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Divê têkoşîna demokratîk guh bide vî dengi. Îro wêneyê Ocalan jî li vir qedexe kirin. Hûn nikarin projeyên wî yên çareseriyê tune bikin. Projeya wî ya demokrasiyê, projeya azadiya gelan e. Ger ku têkoşîna demokrasiyê dixwaze rejîma yek mirov hilweşîne, ger ku dixwaze rejîma mîlîtarîst, nijadperest û yekperest têk bibe divê guh bide dengê birêz Ocalan. Divê tecrîdê bişkîne. Divê yekîtiya hêzan ava bike û bi hev re li dijî faşîzmê li ber xwe bide.”

Piştî axaftina Kemalbay hunermend Serhat Çarnewa derket ser dikê.