Kemalbay: AKP li ber hilweşînê ye

Heseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, li Wanê di xwarina fitarê de bi gel re civiya.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Yakûp Ataş, Gulistan Orhan, Rêveberên DBP’ê yên bajarê Wanê, Endamên PM’yên HDP’ê Yûnûs Parîm, Zelal Karakaya, Parlementerên HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe Ertan, Aktivîstên KJA’yê, Dayikên Aştî, li gel nûnerên STK’ê bi hezaran kes beşdarî xwarina fitarê ya li yek salonên dawetê hate lidarxistin bûn.

Di xwarina bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir de, di destpêkê de Hevseroka HDP’ê ya Wanê Gulîstan Orhan axivî û daxwaz kir ku meha Remezanê bibe wesîleya aştiyê.

Piştîre Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî.

Kemalbay bal kişand ser rewşa Figen Yuksekdag û Salahattîn Demîtaş ên ku bi vîna milyonan kes beşdarî meclîsê bûn û wiha got: “Îro divê yên ku li pêşberî we bûn, divê ew bûna, lê wek tê zanîn piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê û serkeftina wê, li dijî partiya me dest bi operasyonên qirkirina siyasî hatiye kirin. niha 11 parlemeterên me hatine dîlgirtin û niha ne li gel me ne. Ez carekî din berxwedana wan silav dikim.

Serokkomarê Tirk Erdogan nekarî hevrikên xwe yên siyasî bi taybet li nekarî Birêz Demîrtaş, ji bo wê ew dîl girt. Darbeya AKP’ê ya ku 15’ê Tîrmehê destpê kir û ev nêzî salekê ye dom dike, tenê gavek jî bi me şûnde nedaye avêtiye û heta têkoşîna me bi ser bikeve em ê bidomînin. Êdî li Tirkiyeyê ne heq, ne hiqûq û ne jî edalet meye. Tirkiye bi biryara kesekî niha li Qesrê tê birêve birin. Çiqas vê bêhiqûqiyê bidomîne wê têkoşîn jî ewqasî bihêz bibe. Gelê Tirkiyeyê heta niha ev tişt nîşan daye û wê ji niha û şûnde jî vê nîşan bide. Zext û êrîşên di serî de li hember rojnamevan, sendîkevan, akademîsyen û hemû beşên muxalîf tên kirin hê zêdetir nikarin bidomînin, AKP li ber hilweşînê ye.”

Kemalbay bibîr xist ku ev 50 roj in li ser referandûma 16’ê Nîsanê re bihurî û got: “Bi taybet li ser erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên zextê yên ku gel neçar dikin di navbera bawerî, ol û nasnameya xwe de hilbijartinê bike, tê pêkanîn. Qeyûmên ku bi dîlgirtina hevşaredaran re hatin ser wezîfeyê, ketine nava hewldanên gel helandinê. Ev bêhiqûqiya li dijî vîna gel e. Em ê li dijî tine hesibandinê li ber xwe bidin, têkoşîna me wê bi teqez qezenç bike. Di demekî herî nêz de wê li ser vê xakê biçin.

HDP partiya herî aştîxwaz û demokratîk a vê civakê ye. Ji bo avakirina demokratîkbûna gelê xwe em kar dikin, partiyeke ku ji bo azadiya jinê hatiye avakirin. Partiyeke ku jinê ji hebsa malê derdixe û ji bo civakê dide qezençkirine. Em ji dewletê ne alîkariyê dixwazin, daxwaza me ew e ku çareseriyekî mayînde ji bo kêşeyên heyî bibîne. Li Wanê bêkarî di asta herî jor de ye.”