Kelha Sirûçikê hîn jî li ser xwe ye û bi heybet e

Kelha Sirûçikê ya li nêzî navçeya Berzencê, ku yek ji kelehên bi heybet ên Kurdan e, hîn jî li ser xwe ye.

Gelê Kurd û erdnîgariya wê tim bûye hedefa êrişa neyar û dijminan. Ji bo wê Kurd ji bo xwe ji van êrişan biparêzin û bikarin çand, ziman û hebûna xwe biparêzin, li serê çiyayên asê, lat û zinarên bilind dest bi avakirina kelhan kiriye.

Yek ji van kelhan jî Kelha Sirûçikê ya li Başûrê Kurdistanê ye. Kelha Sirûçê xwedî dîrokek dirêj e, baş nayê zanîn bê ka kengî hatiye çêkirin.

Li gorî hinek agahiyan, tê gotin Kelha Sirûçikê ku li navçeya Berzence ya nêzî gundê Moryas û Qewîle ye, dîroka wê digihêje heta 1700 salî ku ji aliyê Erdelaniyan ve hatiye çêkirin. Piştî wan jî Babaniyan bi kar anîne.

Kelih li ser çiyayekî hatiye çêkirin ku ji lat û zinarên bilind asê ye. Gava mirov baş bala xwe nedinê, kelhe nayê dîtin. Mîna zinarekî bilind ji dûr ve xuya dike. Her ku mirov nêzîk dibe, şûnwarên wê û dîsa kemerên wê yên xwe li ser lingan girtî û dîsa surhên wê li ber çav dikeve.

Bi qasî saeteke ji meşê, me xwe gihand deriyê kelhê. Destpêkê li ber deriyê kelhê ji nava zinar kaniyek li ber çavan dikeve ku hîn jî av jê tê. Her wiha korîdoreke pir teng ku mirov herî zêde du kes dikarin bi hev re tê re bimeşe.

Her ku mirov berjor ve hildikişe, kevirên mezin xuya dikin. Di nava van kevirên mezin jî li aliyekî sûrhên kelhê, li aliyê din jî kûleya parastinê li ber çavan dikevin.

Beşeke mezin a sûrhên kelhê xera nebûne, hîn jî li ser xwe ne. Her ku mirov berjor ve dimeşe hîn bêhtir bermahiyên kelhê dibîne. Ji ber bêparastin û xemsariyê gelek aliyên kelhê hilweşiyane.

Bedewî û heybeta Kelha Sirûçikê li aliyê jor bêhtir tê dîtin. Tevî ku gelek cihên bedena wê hilweşiyane jî li ser wan zinar û latên bilind hîn jî li ser xwe ye, serbilind e.

Li hundirê kelhê jî çend ode mane ku hilneweşiyane, wekî din ji ber xemsariyê hundirê kelhê xera bûye.

Li sê aliyên kelhê lat û zinarên bilind hene. Dîwarê kelha ku ji kevirên reş hatiye çêkirin, li gelek deveran bi metreyekê fireh e, li hin deveran jî digihêje heta metre û nîvekê.

Hin ji kûleyên çavdêrî û parastinê yên kelhê hîn jî parastî ne.

Ji ber ku nava kelhê hilweşiyayî ye, nayê zanîn ku kelhe ji çend odeyan pêk tê. Lê belê ji bermahiyên mayî tê texmînkirin ku herî kêm 10 odeyên xwe hene.