Keleha berxwedanê wê careke din bêje 'HDP'

Gelê Erdîşê ku bi berxwedana xwe ya Geliyê Zîlanê di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e, namzetên wê yên hevşardariyê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala wê dawî li talana qeyûm bînin.

Erdîşê ku di nava navçeyên Wanê de duyemîn navçeya mezin e ji aliyê nifûsê ve, ji bo dîrok û gelê Kurd cihekî girîng e. Erdîşê bi berxwedana Geliyê Zîlanê navê xwe di dîroka Kurdan de nivîsand. Wê bi hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re careke din xwedî li îradeya xwe derkeve. Li Erdîşê ku AKP û dewlet gelek polîtîkayên taybet dimeşîne, di hilbijartinên 2014'an de HDP'ê bi derengekî zêde şaredarî bi dest xist, lê belê şaredarî bi rêya qeyûm hate desteserkirin. Yildiz Çetîn û Mahmût Pala ku bi salan e di nava tevgera siyasî ya Kurdan de têdikoşe, bi hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re wê li Erdîşê pêşî li AKP'ê û qeyûm bigirin.

TÊKOŞÎNA WAN BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛ

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn, sala 1974'an li gundê Xulukê yê navçeya Axlat a Bedlîsê ji dayik bû. Dibistanên sereteyaî û navîn li Ahlatê xwend, piştre ji Lîseya Pîşeyî ya Tenduristiyê Bedlîsê mezûn bû. Sala 1999'an li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bû hemşîre. Di hilbijartinên xwecihî yên 30'ê Adara 2009'an de ji bo endametiya Meclîsa Şaredariya Wanê hate hilbijartin.

Piştî ku 5 salan bi wezîfeya endametiya meclîsê rabû, di hilbijartinên xwecihî yên 30'ê Adara 2014'an de bû hevşaredara Payîzavayê. Piştî ku 3'ê Sbata 2017'an Wezareta Karên Hundir a Tirk qeyûm li şaredariyê bi cih kir Yildiz Çetîn hate girtin. 7 mehan li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Wanê hate hiştin û piştre hate berdan. Di nava rêveberiya DBP'ê ya Wanê de bi karê rêveberiyê rabû. Yildiz Çetîn zewiciye û dayika 4 zarokan e.

JI KAR HATE DERXISTIN, LÊ DÎSA JÎ JI GEL QUT NEBÛ

Namzetê din ê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Erdîşê Mahmût Pala, 2'ê Adara 1973'an li gundê Yayiktaş ê navçeya Erdîş a Wanê ji dayik bû. Sala 1993'an beşa perwerdeya cografya ya Zanîngeha Ataturk a Erzîromê qezenç kir û piştî ku xwendina xwe qedand, sala 1998'an bû mamosteyê zanistiyê ncivakî û li navçeya Sîvrîhîsar a Eskîşehîrê hate wezîfedarkirin. Sala 2001'ê xwest ji bo Wanê bê wezîfedarkirin. Li Wanê li gelek dibistanan mamostetî kir. Cihê xwe di nava karê avakirina malên Piştgiriya Perwerdeyê de girt ku bi hevkariya Şaredariya wanê û Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê hate avakirin.

Li Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Wanê, pênc salan rêveberî kir û piştre di rêveberiya Kulûba Van Buyukşehîr Belediye Spor de cih girt. Herî dawî endamê rêveberiya Egîtîm-Sen a Wanê bû. Pala, piştî 15'ê Tîrmehê bi biryarnameya di hukmê qanûnan de ji kar hate derxistin. Sê zarokên Pala hene bi navê Baran, Zîlan Berçem û Aram Aryen.