Kekê wan jî li kanê miribû

Abdûrrahman û Omer Tûnç ku birayên hev in, li Şirnexê li kana komirê de jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku kekê wan jî sala 2009'an ji ber hilweşîna kanê miribû.

Li Şirnexê, di nava 4 salên dawî de herî kêm 18 karker di kanên komirê de mirin. Li kana komirê ya navbera gundê Kiron û bajarokê Gundikê Melê, ji ber teqîna gaza grîzû Abdûrrahman Tûnç (43) û birayê wî Omer Tûnç (37) û Îdrîs Înan miribûn.

Ev kana komirê yek ji wan kanan bû, ku piştî hilweşîna kana komirê ya hejmara 1. a 17 Cotmehê hilweşiya û 8 karker lê mirin, hatibû girtin. Derket holê ku kekên her du birayan Ahmet Tûnç jî sala 2009'an li kaneke taybet a komirê ya li heman bajarokî ji ber hilweşînê miribû.

Her du bira li goristana ku kekê wan lê hate veşartin, hatin veşartin.