KCR'ê di kesayeta şehîd Êriş de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Êriş Karzan daxuyaniyek da û got: “Di kesayeta şehîd Êriş de, em hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr tinin.”

Şehîd Êriş Karzan (Cimşîd Melek Beygî) di 18’yê Gulana 2006’an de li bajarê Bane şehîd bû ku yekem şehîdê Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bû.

KCR ragihand: “Şehîd Êriş weke ciwanekî pêşeng, şîrîn û xwedî îrade ku di nava rêzên têkoşerên Apoyî de şopên wî hîna jî diyare. Di demeke pir kurt de karî weke ciwanekî pêşengtî ji azadiyê re bike.

Daxuyaniya KCR wiha ye:

"Di kesayetiya şehîd Êriş de em hemû şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîrtinin. Di 18’yê Gulana 2006’an de şehîd Êriş (Cimşîd Melek Beygî) weke şehîdê yekem ê KCR’ê tevlî karwanên şehîdan bû, bîranîna hemûyan jî di hiş û bîrêa civaka me de hîna jî zindiye.

Meha Gulan meha şehîdane, her wiha meha berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkerane. Şehîd ew mirovên paqij û birûmetin ku sembola mirovahiyê ne, her deqeyek ji jiyana wan heqîqeta jiyanê û rastiyê dabîn dike ti caran zilm û zordariya dagirkeran ya ji bo civaka mirovahiyê qebûl nekirine yek aramanca wan hebû ku avakirina jiyana azad û bi keramet bû.

Şehîd Êriş yek ji wan ciwanên têkoşerên nîştîmanperwer bû ku di temenê xwe yê ciwantî de krîza dewletê û desthilatê ya dinava civakê de hîs kir, bi ruhê berpirsiyatî hewlda ku krîza dinava civakê de çareser bike. Rejîma dagirkeriya Îranê bi kûrkirina krîzê her çiqas hewl dabe jî nekarîn li beramberî îradeya şehîd Êriş xwe bigrin. Li bermberî van krîzan jî şehîd Êriş Karzan xwedî lêgerînên hûlgirî bû ji bo peydakirina wan pirs û nakokiyên di serê wî de heyî. Şehîd Êriş ciwanekî Kurd bû ku di hiş û bîrê gel û hevalan de hatibû neqişandin. Her wiha hemû jî bi destanên qehremaniyê, kesayetekî leheng û fedekarê gel bû."