KCK: Tevgera me ya azadiyê bi hişmendiya 1'ê Hezîranê têdikoşe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Tevgera me ya azadiyê û gerîla, bi ruhê 15'ê Tebaxê û hişmendiya 1'ê Hezîranê li dijî hêzên mêtinger qirker û li hemberî piştevanên wê yên navneteweyî têkoşîneke mezin dimeşînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dest bi sala 18'an a pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an dikin. Şehîdên xwe hemûyan ên ku di destpêkirin û pêşvebirina vê pêngavê de rola xwe hebû, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku hesreta wan; Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin."

KCK'ê destnîşan kir ku Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an hem dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye, hem jî asteke girîng a serxistina vê pêngavê ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Pêvajoya siyasî ya wê demê ev pêngav dîrokî kiriye. Di demekê de ku komplogerên navneteweyî û dewleta Tirk li ser tasfiyekirina Tevgera Azadiyê disekinîn û dûvikên komplogeran ên hundirîn dixwestin PKK'ê tasfiye bikin, pêngaveke bi vî rengî ya gelekî girîng hate kirin.

Piştî ku Rêber Apo bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, di pêvajoya agirbestê ya 5 salan de Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê gelek caran li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bang kir. Lê belê dewleta Tirk digot ku PKK wê êdî nikaribe şer bike, bivirên şer ên hatibûn veşartin wê li binê axê birize û nema karibe şer bikin. Ji ber ku bi vî rengî difikirîn, Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ê hingî bû desthilatdar, dema pirsgirêka Kurd jê hate pirsîn got, 'eger hûn lê nefikirin hingî pirsgirêkek wiha nîne'. Tasfiyekariya navxweyî jî ku dûvikê komplogerên navneteweyî bûn, ji bo pêşî li têkoşînê bigirin hewl dan partiyê bi dest bixin. Lê belê Rêbertî li ser bingeha paradîgmaya nû feraseta rêxistin û têkoşînê ya nû danî holê. Lewma tasfiyekaran li pêşberî vê yekê ji bilî revê tiştekî din nedîtin.

Bi reva tasfiyekaran re hesabê komplogerên navneteweyî û desthilatdariya AKP'ê bi cih nehat. Di 1'ê Hezîrana 2004'an de gerîla di çarçoveya paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo, pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Dost û dijmin di demeke kurt de dît ku tasfiyebûn li aliyekî, PKK ji berê xurtir û hîn bi bandortir têdikoşe. Bi vî rengî li dijî êrişa tasfiyekirina PKK'ê bi xurtkirina têkoşînê bersiv ji komplogerên navneteweyî, dewleta Tirk a mêtinger qirker û hevkarên wan ên Kurd re hate dayin.

Ji 1'ê Hezîrana 2004'an heta niha di nava 17 salan de Tevgera Azadiyê ya Kurd hem guherînên mezin kir û xeta sosyalîzma demokratîk li ser bingeha rast da rûniştandin, hem jî ji aliyê siyasî û leşkerî ve gelekî bi pêş ket. Dewleta Tirk ku di payîza 2014'an de Plana Têkbirinê amade kir û ji wê rojê ve êrişên befireh dike û hewl dide Tevgera Azadiyê tune bike, ev hemû ji ber destketiyên siyasî û leşkerî yên xurt ên Pêngava 1'ê Hezîranê ye. Pêngava 1'ê Hezîranê ne tenê pêngaveke leşkerî ye; di heman demê de li ser bingeha paradîgmaya nû têkoşîna siyasî û civakî ye. Bi paradîgmaya Rêbertî û bi Pêngava 1'ê Hezîranê ya li ser vê bingehê re, Tevgera Azadiyê ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve nexitimî, berevajî vê yekê bû avaniyeke rêxistinî ya mînak di xeta sosyalî demokratîk de.

Tevgera me ya azadiyê û gerîla, bi ruhê 15'ê Tebaxê û hişmendiya 1'ê Hezîranê li dijî hêzên mêtinger qirker û li hemberî piştevanên wê yên navneteweyî têkoşîneke mezin dimeşînin. Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, gerîla li dijî êrişa komployeke nû ya dewleta Tirk a bi piştgiriya hêzên navneteweyî li dijî tevgera me dimeşîne, berxwedaneke dîrokî dimeşîne. berxwedana ku çil roj in dewam dike, li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo derbên mezin li dagirkerên qirker dixe, nîşan dide ku ev êriş çiqasî dewam bike jî dawiya dawî wê hêzên qirker têk biçin. Em vê berxwedana dîrokî ya gerîla pîroz dikin. Mîna ku Şehîd Çiyager destnîşan kir; Encam wê bêhempa be!

1'ê Hezîranê di heman demê de salvegera Berxwedana Gezî ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP li ser kedkar û gelên Tirkiyeyê çiqasî zextê dike bila bike, Ruhê Gezî wê di qedandina vê desthilatdariyê de rola xwe bilîze. Ruhê gezî li vê xakê hatiye çandin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê teqez bi ruhê Gezî re bibe yek û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad biafirîne.

Tirkiye ji ber polîtîkayên şer ên qirêj û rêbazên zordar ên faşîst ji aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî ve îro hatiye rizandin. Rojeke bi tenê jî li ber Tirkiyeyê nemaye ku bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê re bimeşe. Her roj bûye barekî gelekî giran li ser gelan. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi Pêngava 1'ê Hezîranê li ser xeta modernîteya demokratîk dest bi serdemeke nû ya têkoşînê kir, dema ku bi ruhê Berxwedana Gezî re bû yek û kete nava tevgerê, wê hingî dawî li vê desthilatdariyê bê.

Em şehîdên Pêngava 1'ê Hezîranê û Berxwedana Gezî silav dikin û dixwazin mizgîniyê bidin ku pêkhatina hesreta wan nêz e."