KCK: Sepandin nayê pejirandin, divê bi berxwedanê bê redkirin!

Hevserokariya Konseya Rêveber a KCK’ê got, peymanên ku ‘Vîna Kurdan li ber çavan nehatine girtin yên bi dewleta Tirk a dagirker û qirker re hatine kirin nayê qebûlkirin’ banga divê ev sepandin bi berxwedanê bê redkirin hate kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber A KCK’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, nerazîbûn nîşanda ku destpêkê bi peymana di navbera DYE û Tirkiye û piştre jî ya li gel Rûsya û Tirkiyeyê hatiye kirin vîna gelê Kurd li ber çavan nehatiye girtin. KCK’ê got: “Peymaên hatine kirin nayên qebûlkirin. Yên ku ev bêexlaqiya siyasî kirine dibin hevkarên qirkirina Kurdan. Hemû hêzên dibin hevkarên qirkirinê çi DYE, Rûsya ên li ser Kurdan wê ji aliyê mirovahî û dîrokê ve bên darezandin.”

PEYMANÊN KU NEYÊN PEJIRANDIN HATIN KIRIN

KCK’ê ev got: “Lîstik û komployên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin didomin. Destpêkê peyman li gel DYE û niha jî li gel Rûsyayê hatin kirin, peymanên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk ku vîna gelê Kurd li ber çavan nehatine girtin nayê qebûlkirin. Xwe dispêre siyaseteke bêexlaq û bê wijdan a mafê mirov û civakê diperçiqîne ye. Yên sûdê didin dijminahiya dewleta Tirk a li ser Kurdan, çi DYE, Rûsya û dewletên din Kurdan dikin qûrbanên berjewendiyên xwe. Yên ku dixwazin qira Kurdan bînin, tê wateya ku dewleta Tirk xistina cihên Kurdan e.

YÊN DIBIN HEVKARÊN QIRKIRINA KURDAN

Kurdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Rojhilata Navîn sîstemeke civakî, siyasî, demokratîk û aştiyane û aram li Rojhilata Navîn ava kiribû. Tevî vê êrîş kirin, bi vekirî dide nîşandan ku rû bi rû yê dijmineke çawa ne. Ev jî çavkaniya xwe ji dijminahiya delwelat Tirk a li Kurdan e. Erêkirina vê dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan bêexlaqiya siyasî ya herî qirêj a dîroka cîhanê ye.Yên ev bêexlaqiya siyasî kirine hevkariya qirkirina Kurdan dike. Yên ku ev bêexlaqiya siyasî kirine dibin hevkarên qirkirina Kurdan. Hemû hêzên dibin hevkarên qirkirinê çi DYE, Rûsya ên li ser Kurdan wê ji aliyê mirovahî û dîrokê ve bên darezandin.”

‘HEMÛ GELÊN KU 2’YÊ MIJDARÊ PIŞTEVANIYÊ BIKIN SILAV DIKIN’

Hemû mirovahî û raya giştî ya demokratîk dît ku êrîşên qirker li ser gelê Kurd tê kirin. Ji ber vê hem li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk û li dijî yên bûne hevkarên van êrîşan daketine qadan. Ev serhildan jî wê 2’yê Mijdarê li gelemperiya cîhanê pêk bê. Ji ber vê yekê hemû gel û hêzên demokratîk ên 2’yê Mijdarê ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dakevin qadan bi rêzdarî silav dikin. Têkoşîna bi lehengî ya gelê Kurd dike û dîsa rabûna ser piya ya mirovahiyê wê dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê bi teqez têk bibe.

PEYMANA DYE-TC’Ê KOMPLOYEKE KU TRÛMP RIZGAR KIRIYE

Peymana DYE û TC’ê , komployeke ku Serokê DYE’yê rizgar bike û dîsa komployeke ku li dijî gelê Kurd û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.Rawestandian berxwedana QSD’ê ya ku desteka gelên cîhanê jê re çê bibû. Peymana Rûsya û TC’ê jî dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan bikar anî û Şoreşa Rojava tesfiye bike û sîstema demokratîk û azad ji holê rakirin bû. Kurd û gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê lihevkirineke demokratîk dixwestin Sûriyeke demokratîk ava bike. Rûsya bi polîtîkaya xwe dewleta Tirk a dijminê Kurdan û gelên Sûriyeyê ji bo xistina Sûriyeyê bû. Çawa ku li Efrînê rê da qirkirina Kurdan a li Efrînê, niha jî lîstinkên dişibin wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dilîzin.

DIVÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ BÊ RABERKIRIN’

Ne mimkûne ku gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bohostekî xaka xwe bide dewleta Tirk a dagirker û qirker. Di vê wateyê de li ser sînorê dewleta Tirk dewriyeya Rûsya û dîsa dûrxistina QSD’ê ya ji sînor û derxistina ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vekirî dixuyê ku nayê qebûlkirin. Ji xwe rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li xeta sînor rê hatibû dayîn ku artêşa Sûriye û Rûsya hevpar dewriye bigerin. Her wiha ji derveyî vê sistema siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa rola QSD’ê wê bi rêya civînan diyar û zelal bibûna. Di vê mijarê de ferzkirin û divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD ya hêza wê ya xweparastinê ye berxwedaneke dîrokî raber bike. Bi kinahî ferzkirinên Rûsya û Sûriyeyê ya li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa gefên dewleta Tirk ku dixwazin bidin erêkirin bi berxwedanê bersiv bidin.

DIVÊ RÛSYA Û SÛRIYE SÛDÊ JI VÊ NEGIRE

Rûsya û dewleta Sûriyeyê ya heyî, ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bike û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê, enceq bi rêyeke demokratîk li gel gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê îtifaqên ku Sûriyeyê ji dagirkeriyan rizgar bike bên pêkanîn. Divê dewleta Rûsya û Sûriyeyê sûdê ji nêzîkatiyên baş ên gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negire. Rêz ji mafê Gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bigire, li ser bingehê demokratî di mijara yekrêziya Sûriyeyê vegerîne fersendekî dîrokî. Gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev fersend daye. Vê fersenda dîrokî ku bi peymanên Tirkiye nepejirîne û xistina Tirkiyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatiye sabotekirin.

BERXWEDANEKE KU BERDÊLAN BIDIN BER ÇAVAN

Divê gelê Kurd û gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê her ferzkirinên erê nekin bi berxwedanê û bi desteka gelên cîhanê red bikin. Li dijî ferzkirinan hebûna rewşeke siyasî ya ku destkeftiyên bi berxwedanê derdikevin bê nîşandan. Di rastiya Kurd û Rojhilata Navîn de heta ku berxwedaneke ku berdêlan nedin berçavên xwe, ne mimkûne ku ti destkeftiyek bê bidestxistin. Di vî warî de ji bo Kurdan rewaş dîrokî ya ku derfetên serketinên mezin bi dest bixe heye û vê rewşa siyasî rast bigire dest û bi nirxîne. Hemû lîstik û komplo berxwedan têk dibe; bi desteka Kurdan û gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ya hemû mirovahiyê wê mezin bi ser bikeve. Rewşa siyasî û derfetên ku bi berxwedana gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistî holê, bi vekirî diyarkiriye ku wê berxwedan bi ser bikeve. Li ser vî bingehî di têkoşîna gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de serketinê dixwawzin.

JI BO ROJAVA RABIN SER PIYAN

Divê 2’yê Mijdarê li ser banga ‘Ji Bo Rojava Rabin Ser Piyan’ di serî de gelê Kurd, dost û mirovahiya demokratîk vê rojê vegerînin roja têkbirina qirkeran û serxistina gelan.”