KCK: Rêveberiya Tayyîp Erdogan kir ku DAÎŞ li Kirmanê êrîş bike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê êrîşa xwekujî ya li bajarê Kirman ê Îranê şermezar kir û got, "Bi xemgîniyeke mezin, em êşa ji komkujiyê bi gel û rêveberiya Îranê re parve dikin."

Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"3'ê Çileya 2024'an li bajarê Kirmanê yê Îranê, li dijî girseya gel ku ji bo bîranîna Qasim Silêmanî diçû goristanê êrîşek hate kirin û komkujiyeke mezin pêk hat. Di vê êrîşê de bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn. Bi navê tevgera me û gelê me, em mirovên ku hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û di serî de malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji gelên Îranê re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ji destpêkê ve diyar bû ku êrîş bi mejiyê DAÎŞ'ê hatiye kirin û niha jî hate ragihandin ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye kirin. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin.

XWESTIN KU ŞER LI ROJHILATA NAVÎN BELAV BIBE

Ev êrîş ne tenê li hemberî gelên Îranê bû, êrîş li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn hate kirin û ji bo kûrkirina şerê li Rojhilata Navîn bû. Lewma li pişt vê êrîşê ew hêz hene ku dixwazin şerê li Rojhilata Navîn giran bibe. Hin hêzên ku Hamas û Îsraîl li ber hev rakirin û dan şerkirin, lê belê encama ku dixwestin nekarîn bi dest bixin, dixwazin şerê li Rojhilata Navîn hîn kûr bibe û li tevahiya herêmê belav bibe. Ji bo vê jî di nava hewldanan de ne. Ev hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn şer kûr bibe, ji mêj ve hewl didin ku dewleta Îranê û Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi hev bidin şerkirin. Pêkhatina vê êrîşê li Îranê û rasthatina wê li roja bîranîna Qasim Silêmanî û hevalên wî, armanc û planeke bi vî rengî radixe pêş çavan. Bi vê êrîşê re, rûyê rast ê van hêzan eşkere bû ku hewl didin xwe weke dijberê şerê li Xezeyê nîşan bidin.

HÊZÊN KU DOH LI PIŞT DAÎŞ'Ê BÛN, KIRIN KU DAÎŞ ÊRÎŞ BIKE

Pêkhatina vê komkujiyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve, rastiya DAÎŞ'ê, hêzên li pişt DAÎŞ'ê û armancên wan radixe pêş çavan. Hêzên ku dixwazin şer li Rojhilata Navîn kûr bibe piştgirî dan DAÎŞ'ê û berê DAÎŞ'ê da Kurdan û hemû gelan. Niha jî heman hêzan ji bo heman armancê kirin ku DAÎŞ êrîş bike. Doh kî li pişt DAÎŞ'ê disekinî, îro jî heman hêz li pişt DAÎŞ'ê disekinin û kirin ku DAÎŞ êrîş bike. Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurdistanê li dijî faşîzm û hovîtiya DAÎŞ'ê şer kirin, DAÎŞ têk birin û Rojhilata Navîn û cîhan ji belayekî mezin rizgar kirin. Têkoşîna herî mezin a li dijî DAÎŞ'ê ji aliyê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hate meşandin. Ji ber vê yekê tevgera me û gelê me wê têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê û hêzên li pişt DAÎŞ'ê dewam bike, wê li ber her cûre êrîşên DAÎŞ'ê raweste. Ev êrîş dişibe wan êrîşan ku beriya niha li Bakur, Rojava, Tirkiye û gelek deverên din li hemberî gelê me û hêzên demokratîk şoreşger hatin kirin. Mîna ku di êrîşa Kirmanê de hate kirin, di van êrîşan de jî yekser gel hedef hate girtin û bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn.

ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN TÊ WATEYA KÛRKIRINA ŞERÊ LI ROJHILATA NAVÎN

Yê ku berê DAÎŞ'ê da Kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn, dewleta Tirk û rêveberiya Tayyîp Erdogan bû. Îro jî yê ku piştgiriyê dide DAÎŞ'ê û ji bo armancên xwe bi rê ve dibe, dewleta Tirk û rêveberiya Tayyîp Erdogan e. Dewleta Tirk û rêveberiya Tayyîp Erdogan dixwazin şerê li Rojhilata Navîn kûr bibe. Ji ber vê yekê li her derê êrîşî Kurdan dike, êrîşî binesaziya Rojava dike, ku ev êrîş vê rastiyê radixe pêş çavan. Divê her kes bi vê zanibe û fêhm bike. Şerê li dijî Kurdan tê wateya kûrbûn û belavbûna şer li Rojhilata Navîn. Yên ku li Rojhilata Navîn xwedî planeke bêşer û aştiyê ye, nabe ku li hemberî Kurdan şer bikin.

ÊM ÊŞA RÊVEBERÎ Û GELÊN ÎRANÊ PARVE DIKIN

Em careke din komkujiya hovane ya li Kirmanê şermezar dikin. Kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin û êşa rêveberî û gelên Îranê parve dikin."