KCK: PDK’ê rê dide dagirkerî û talankirinê ya dewleta Tirk

“Li şûna piştgirî bide helwesta nîştîman a gel, hewl didin ku sûcên dewleta Tirk pak bidin nîşandan û gelê me ji helwestên netewî sar bikin. Encamên van bûyerên şermane yên PDK’ê tenê zêdetir derfet dide Tirkiye xaka Başûrê Kurdistan û Iraq dagir bike."

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîş û helwesta dewleta Tirk a dagirker û dîsa helwesta PDK’ê ya li hember van êrîş û hewldanên dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

’13 CAR ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIN BIKARANÎN, BI DEHAN GERÎLA BI KÎMYAYÊ ŞEHÎD BÛNE’

“Şeva 23’yê Nîsana 2021’ê dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyoneke mezin a dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Armanca dewleta Tirk ji vê operasyonê ew e ku hemû destkeftiyên gelê Kurd û dixwaze xaka Başûrê Kurdistanê bi ser axa Osmaniya nû ve berde. Dema vî karê nemirovî û hovene dike, ti yasa û hiqûqa navneteweyî li ber çav nagire. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her ji roja yekem ve, bi ruhê fedayî û lehengî li dijî leşkerên dagirker ên Tirk di nava şerekî giran de ye, destanên lehengiyê dinivîsin. Şer û lehengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di heman demê de parastina hemû destkeftiyên pêkhateyên Kurdistan û Iraqê dike. Artêşa Tirk a dagiker li ber çavê hemû cîhanê ji bo têkibirina vê berxwedanê heta niha 13 caran çekên kîmyewî bikar aniye, bi dehan gerîlayên azadiyê di encama van bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexe de şehîd bûne. Bi dehan gund hatine valakirin, bi hezaran donim zevî û cihên çandiniyê hatin şewitandin. Bi vî rengî beşek herî girîng û stratejîk a welatê me ku buheşt a li ser rûyê erê ye, ber bi tinebûnê ve diçe, dibe kavil. Erk dikeve ser milê hemû beşên siyasî yên Kurdistan û Iraqî, dîsa hêzên siyasî û gelê her çar parçeyên Kurdistanê divê li gel gerîla cih bigirin û li dijî dagirekriya Tirk bibin xwedî helwest û siyaseta xwe nîşan bidin.

‘PIR ŞERM E KU DAGIRKERIYA TIRK A LI HERÊMÊ PKK TÊ SÛCDARKIRIN Û ÊRÎŞA TIRK REWA TÊ NÎŞANDAN’

Cihê xemgîniyê ye ku Fraksiyaona PDK’ê ya li Parlemetoya Iraqê û dîsa berdevkê girêdayî PDK’ê ya li Herêma Kurdisatanê, li şûna erkê xwe yê siyasî û netewî, dîsa berpirsyariyên xwe yên exlaqî û dîrokî yên di vê qonaxê de bi cih bîne, bi rengekî gelek şerm, rexne li dewleta Tirk dikin û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk a li herêmê sûcdar dike û dagikeriyê rewa dide nîşandan. Di demê de ye ku dewleta Tirk hewldaneke stratejîk hewl dide ku Başûrê Kurdisatnê dagir bike, li şûna bang li dijî dagirkeriyê derkevin, tenê ketine nava hewldanan darbirîn û talankirina daran bikin rojev. Li şûna piştgirî bide helwesta nîştîmanperwerî ya gel, hewl didin ku sûcên dewleta Tirk pak bidin nîşandan û gelê me ji helwestên netewî sar bikin. Encamên van bûyerên şermane yên PDK’ê tenê zêdetir derfet dide Tirkiye ku xaka Başûrê Kurdistan û Iraq dagir bike ye. Talankirina daran ên dewelata Tirk yek ji rêyên dagirkeriyê ye, lê dewleta Tirk ji bo birîna daran nehatiye; ji bo dagikeriyê hatiye. Dagirkerî tê wateya şewitandina hemû dar û bax û baçxeyên welatiyan. Biakranîna çekên kîmyewî, tê wateya talankirina hemû dewlemendiyên ser erd û binerd in, tê wateya dizîna hemû mîrateyê çand û dîrokî. Tê wateya koçberkirina gel ji warê bav û kalan. Tê wateya guherîna demografiyê, pakkirina etnîkî û olî. Ev operasyona Tirkiye van hemûyan li xwe digire, ti cêwazî ji kiryarên DAÎŞ’ê nîne.

‘BI HEV RE ÇAWA LI DIJÎ DAÎŞ’Ê RABÛN, LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK RABIN’

Di wê hêvî û baweriyê de ne ku gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet li Başûrê Kurdistanê, baş desthilatdar û vê dagirkeriyê bixwînin, gelek bi cesaret bibin xwedî helwest. Helwest û çalakiyên gelê nîştîmanperwer, kesayetên siyasî, olî, rewşenbîr li seranserî cîhanê û Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê xwedî nirx û bihayê netewî, niştîmanî, mirovî cihê rêz û silavê ye. Lê ji bo dawî li dagikeriyê bê anîn, helwest û çalakiyeke mezin pêwîst e. Dagirkerî tenê bi rêya têkoşîn û berxwedanê dikare hilweşe. Ji bo wê yekê ye bang li hemû çîn û tiwêjên civaka Kurdistanê û dostên gelê Kurd ên li seranserî cîhanê dikin ku hemû bi hev re, li gel gerîla û bi pêxistina çalakiyên hemwext û her çi ji destan bê bike, wê demê wê dagirkerî têk biçe, jiyaneke azad li ser vî welatî bi azadî bijî. Dîsa bang li hemû partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi giyanê yekîtiya netewî û berjewendiyên welatê Kurdistanê, çawa dema li dijî çeteyên DAÎŞ’ê rabûn, li dijî ev cûre jenosîda artêşa Tirk bisekinin; hemû hêza xwe ya siyasî, cemawerî, dîplomsî û leşkerî bixe tevgerê ji bo li dijî dagirkeriyê rabe û piştgiriya berxwedana gerîla bike.”