KCK: Divê li dijî sûîqestan helwesteke xurt were nîşandan

Komîteyê Têkiliyên Derveyîn a KCK’ê di daxuyaniya piştî qetilkirina Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê, weşand de, ragihand ku heke li dijî van sûîqastan hêzên siyasî yên Kurdistanê helwestan nîşan nedin dibe ku mafê lêvegerandinê bê bikaranîn.

KCK‘ê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê, penaberên siyasî dihên qetilkirin û got: “Temamê dinyayê jî dengê xwe ji van kuştinên siyasî re nake û  ji xwe re lê dinêre. Komîseriya penaberan a NY’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber ku heta bi niha li hember van kuştinên siyasî tu helwesteke cidî nîşan nedane û ji van kuştinan berpirs in.“

‘HER KES WÊ NEÇAR BIMÎNE KU PARASTINA XWE BIKE‘

KCK’ê bal kişand li ser hêzên siyasî yên li Kurdistanê û gel, li hember van kuştinan divê di asta herî bilind de helwesta xwe nîşan bidin û wiha pêde çû: “Helwestên wan li dijî qetilkirina welatparêz û şoreşgeran divê zelal be. Berovajî wê, her kesek wê neçar bimîne ku parastina xwe bike û mafê xwe yê rewa bikar bîne li dijî van êrîşan. Ligel ku bi me wiha ne xweş bibe, heke bûyerên vî rengî biqewimin jî divê bê zanîn ku em jê nabin berpirsyar.’’

‘NIKARIN BI ÊRÎŞÊN WIHA BI KURDAN GAV BI PAŞ DE BIDIN AVÊTIN‘

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê wiha got: “ Bi van qetilam û kuştinên polîtîk dixwazin gelê Kurd, şoreşger û welatparêzan bitirsînin, biçewisînin û gav bi paş de bidin avêtin. Dewleta Tirk ji binketina bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Tevgera Azadiyê û gerîla; bi gera bi telefonê li mirovan an jî bi axavtina rû bi rû, bi gefxwarina li wan, bi şantajê û tirsandinê û sîxurkirinê hewil dide xelas bibe. Ji vê polîtîkaya xwe têr encam nagire. Ji wê boneyê Kurdan wek dijmîn dibîne û dikuje. Li gor dewleta Tirk  her Kurd neyar e û divê were kuştin. Di şexsê Mehmet Zekî Çelebî de ev yek cardin aşkere bû. Lê divê bê zanîn ku bi van êrîşan gav bi Kurdan bi paş de nayê avêtin. Berovajiyê wê, pê hêrsa Kurd zêdetir dibe û eniya Kurd a azad mezintir dibe. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bi berdêlên giran û şehîdan bûye ku têk naçe.’’

‘DIVÊ RÊVEBIRIYA SILÊMANIYÊ Û BERPIRSÊN POLÎTÎK BI ERKA XWE RABIN‘

KCK’ê anî ziman ku divê rêveberiya Silêmaniyê û berpirsiyarên polîtîk bi erka xwe rabin û wiha dom kir: "Bi van êrîşan bi zanebûn hewil didin ku bajarê Silêmanî bikin navenda kuştinên polîtîk. Bi şantajkirina li welatparêz, partî û saziyan hewil didin wana bê bandor bikin û bikişînin nav tifaqa qirêj. Kurd tev bertek nîşanê hevkariya qirêj a PDK’ê ya bi dewleta Tirk re didin û di vê polîtîkaya hevkariyê de PDK’ê bi tenê dihêlin. Bajarê Silêmaniyê yê navenda welatparêziya Kurd e, dixwazin neewle bikin ku mirov nekare lê bijî. Rêveberiya Silêmaniyê û berpirsyarên polîtîk divê bi erka xwe rabin û li hember vê rewşê hişiyar bin û helwesteke zelal nîşan bidin. Divê planê li pişt van kuştinan bi hemû hûrguliyên xwe ve bê aşkerekirin. Hêviya gelê Kurd û malbatên mirovên me yên hatin qetilkirin ji wan ev e.’’

‘HEWLÊR BÛYE SÎ Û STARA QATILÊN KURDAN‘

KCK’ê destnîşan kir ku Hewlêr bûye sî û stara qatilên Kurdan û ev tişt got: “Qatilên li Silêmaniyê sûîqastên siyasî dikin tev direvin Hewlêrê. Hewlêr êdî bûye navenda parastina qatilên Kurdan. PDK’ê dest bi nêçîra Kurdên ku wek wê nafikire kiriye. Helwesta polîtîk a PDK’ê ya gav ji hevkariya xwe bi dewleta Tirk re bi paş de naavêje bi ser de dorê li qadên gerîla digire, kemînan datîne, îstixbaratê dide dewleta Tirk û êrîşên yekser dike."

'JI QATILAN WÊ HESAB BÊ PIRSÎN'

KCK’ê diyar kir ku wê ji qatilan hesab bê pirsîn û wiha dawî kir: “Gelê me yê vê rewşê dibîne, bêguman divê helwesteka aşkere nîşanê PDK’ê bide. Banga me li Xaça Sor, Komîseriya Penaberan a NY’ê û rêxistinên mafên mirovan ên saziyên navneteweyî yên bi mafên penaber û mirovên polîtîk re têkildar in ew e ku li hember kuştinên polîtîk ên bi hevkariya MÎT-Parastinê, helwest nîşan bidin. Mafê gelê Kurd û Kurdên azad ê li hember êrîşa bi her awayî parastina xwe ya cewherî bi pêş de bibin heye. Ji qatilan wê teqez hesab bê pirsin."