KCK: Komploya navneteweyî bi ser neket

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an bi ser neketiye û Ocalan bûye rêberê gelên Rojhilata Navîn û PKK jî bûye hêza pêşeng a şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn.

Têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin.

‘KOMPLO LI DIJÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD HATE KIRIN’

“Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate destpêkirin li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin. Komploya navneteweyî ji bo ku pergala Rojhilata Navîn a ku li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin biparêze, hate pêkanîn. Bi vê komployê re xwestin Tirkiyeyê bikin jendirmeyê herêmê û herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Yek ji armanca wan a bingehîn ev bû ku, pêşiya tevgera demokratîk û şoreşger a di xeta Rêber Apo de asteng bikin.

Lê komplo hê di mehên pêşîn de bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pûç hate derxistin û her sal ev çalakiyên pûçkirina komployê zêdetir bûn.  Bi şoreşa Rojava re derket holê ku, cihê ku komplo lê hatibû destpêkirin, komplo li wê derê pûç hate derxistin.

Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an bi ser neketiye û Ocalan bûye rêberê gelên Rojhilata Navîn û PKK jî bûye hêza pêşeng a şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn. Tespîta Rêber Apo ya ku digot, “Komployên dîrokî pêşveçûnan nade sekinandin, dide lezandin” hatiye piştrastkirin.

Armanca komployê ev bû ku gel bibin bibin kole û qirkirin li ser wan were kirin. Têkoşîna gelê me ev armanc vala derxistiye. Li hemberî xeta azadîxwaz a Rêber Apo wê hemû hêz têk biçin.

Di salvegera 20’emîn a komployê de me bang li hemû jin, ciwan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dikin ku li ser xeta neteweya demokratîk têkoşînê geş bikin û li ser esasê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê em Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin.”