KCK: Divê PDK siyasetmedar û şoreşgerên Kurd radestî dewleta Tirk neke

Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî helwesta PDK'ê da ku siyasetmedarê Kurd Omer Bartan radestî Tirkiyeyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kiryarên bi vî rengî Kurdan hemûyan diêşîne. Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe berde."

Di daxuyaniya nivîskî ya KCK'ê de hate ragihandin ku têkiliya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re zerareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û hate destnîşankirin ku ev nêzîkatiyên PDK'ê têkiliyên navbera rêxistinên Kurdan sabote dike.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"PDK'ê siyasetmedarekî din ê Kurd radestî dewleta Tirk kir, ku beriya sal û nîvekê ew girtibû. Siyasetmedarê Kurd ê bi navê Omer Bartan ji ber ku bi hinceta karên xwe yên siyasî yên li Tirkiyeyê hate darizandin û cezakirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Omer Bartan li şûna Ewropayê berê xwe da Başûrê Kurdistanê ku di bin rêveberiya Kurd de ye. Bi vî rengî nexwest ji welatê xwe derkeve. Lê belê li Başûrê Kurdistanê li rewşeke welê rast hat ku ne li bendê bû. Tevî ku sedemek ji bo girtina wî tune bû, tenê ji ber ku siyasetmedarekî Kurd bû û li Tirkiyeyê lê dihate gerîn, hate girtin. PDK car carna ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike siyasetmedarên Kurd radest dike. Kiryarên bi vî rengî yên organên îdarî yên di bin rêveberiya PDK'ê de ne, Kurdan hemûyan diêşînin. Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe berde.

Dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj bi dehan siyasetmedarên Kurd tenê ji ber ku azadî û mafên bingehîn ên gelê Kurd diparêzin, tên girtin. Omer Bartan jî bi van hincetên pûç ji aliyê dadgehên dewleta Tirk a mêtinger qirker ve hatibû cezakirin. Radestkirina siyasetmedarekî bi vî rengî ji bo Tirkiyeyê, tê wê wateyê ku PDK hincetên dewleta Tirk ên ji bo girtina Kurdan dipejirîne.

Têkiliyên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re zerarên mezin didin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Ji bo hin şervan birevin polîtîkayên teşwîqkirinê dimeşîne; her wiha bi radestkirina kesên bi vî rengî ji bo Tirkiyeyê, destekê dide dewleta Tirk. Ev helwesta PDK'ê ne helwesteke ku partiyeke Kurd nîşan bide. Gelek endam û şervanên PKK'ê yên ku ti eleqeya xwe bi PDK'ê re nîne tên girtin û bi salan li zindanan tên hiştin. Lê belê, sîxurekî ku destê xwe ketiye xwîna gerîla yan jî cihên gerîla ji dewleta Tirk re radigihîne, dema ku tê girtin, PDK yekser dixwaze bê berdan.

Ev nêzîkatiyên PDK'ê di nava gelê Kurd de dibe sedema nerazîbûneke mezin. Di heman demê de têkiliyên navbera rêxistinên Kurdan sabote dike û têk dibe. Dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike û armanca xwe qirkirina Kurdan e. Lewma bi helwestên bi vî rengî piştgiriya ji bo dewleteke wiha ne tenê zerarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê, di heman demê de zerarê dide destketî û têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li çar parçeyan. Ji ber vê yekê divê PDK dest ji vê helwesta xwe berde, ti siyasetmedar û şoreşgerekî Kurd radestî dewleta Tirk a mêtinger qirker neke."