KCK ji bo yekîtiya netewî bi rojnamevanên başûr re civiya

KCK di çarçoveya hevtinên xwe yên ji bo yekîtiya netewî li gel partî, rêxistin û saziyên civaka sivîl ên Kurdistanî û şûnde, îro li Silêmaniyê bi rojnamevana re civiya.

Heyeta KCK’ê ji bo pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd, li Başûrê Kurdistanê rêze hevdîtina pêk tîne û nexşe rêya xwe ya ji bo yekîtiya netewî bi hemû partiyên Kurd û beşên cuda yên civakê re parve dike. Şandeya KCK’ê di vê çarçoveyê de îro, di saetên êvarê de jî bi beşdariya gelek Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê li Navenda Metro (Metro Center-Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran) civînek çêkir û astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî û rêyên wê yên çareseriyê li gel rojnamegeran guftûgo kir. Gelek rojnameger û nûnerên dezgehên ragihandinê di civînê de amadebûn.

Heyeta KCK’ê ku ji Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê KCK’ê Serhed Varto, Endamê Komîteya Pêwendiyên KCK’ê ya Başûr Dr. Hûseyîn Amed û Merwan Amed pêk dihat, behsa proje û xebatên xwe yên yekîtiya netewî û girîngiya netewî kirin.

Bi navê Rêveberiya Navenda Metro Rehman Xerîb xêrhatina şandeya KCK’ê kir û got: “Em dixwazin partiyên siyasî yên Kurd û herî zêde jî PKK di derbarê pêşketinên pêvajoya siyasî ya Kurd de me rojnamegeran agahdar bike. Her wisa em fikrê PKK’ê yê di derbarê referandûmê de mereq dikin, ji lewma hindek behsa helwesta xwe bikin baş dibe.”

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê KCK’ê Serhed Varto li vir axivî û di destpêka axaftina xwede diyar kir ku armanca serdana heyta wan ya ji bo Başûrê Kurdistanê pêkanîna yekîtiya netewiye û got: “ Me xwest di çarçoveya xebatên yekîtiya netewî de serdana Navenda Metro jî bikin. Heya niha gelek xebat ji bo yekîtiya netewî çêbûn lê, mixabin ne gihiştin encamê. Lewma me xwest vê carê bi xebateke berfirehtir xebatên yekîtiyê bimeşînin. Em van xebatên xwe ne tenê li gel partiyan li gel hemû civaka Kurd jî dixwazin bidin meşandin.”

‘DIVÊ HEMÛ KURD BI BERPRIYAR NÊZÎK BIBIN’

Varto di berdewam axaftina xwede îşaret bi hindek şîroveyên weke, ‘Bila PKK û çend partiyên mezin yên Kurd werin gel hev û yekîtiyê pêk bînin' jî kir û got: “Yekîtiya Kurd ne tenê karê partiyane û nabe ji însafa çend partiyan re jî were hiştin. Divê hemû civaka Kurd, hemû kesên rewşenbîr û kesayetên Kurd di vî alî de bi berpirsyariyên xwe rabin. Dema partî tên gel hev gelek caran bazarên siyasî dikin. Bes yekîtiya netewî nabe ku bibe mijara bazareke siyasî. Meseleyeke prensîbane. Ji ber vê yekê nabe ku ti partî di vê mijarê de şantajê bikin û bêjin, eger ev şertên min pêk werin em ê werin yekîtiya netewî eger nebe jî em nayên.”

'EM NEXŞERÊYA XWE LI SER TU KESAN FERZ NAKIN'

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê KCK’ê Serhed Varto bal kişand ser nexşe rêya KCK’ê ya ji bo yekîtiya netewî û wiha anî ziman: “Em dixwazin nexşe rêya xwe pêşkêşê we jî bikin û dixwazin hûn nêrînên xwe li ser vêya bêjin. Ev nêrîna me ye lê, em vêya li ser tu kesî ferz nakin û ji bo vê jî nêrîna hemû beş û civaka Kurdistanê dixwazin.”

'DIVÊ BIRYARA REFERANDÛMÊ DI PLATFORMEKÎ HEVPAR A WEKE KONGREYA NETEWÎ DE BIHATA GIRTIN'

Varto li ser pirsa Navenda Metro ya ‘PKK di derbarê referandûmê de çi difikire’ jî got: “ Her neteweyek û civakek mafê xwe heye ku çarenûsa xwe diyar bike. Ev jî mafeke demokratîk e. Referandûm mafeke û ev jî mafeke demokratîk e. Bes nabe mafeke demokratîk bi rêbazên ne demokratîk were pêkanîn. Diviyabû biryara lidar xistina referandûmê parlementoya herêma Kurdistanê daba lê, wisa nebû. Ji ber parlemento girtîbû. Her wisa diviyabû biryareke wisa stratejîk a çarenûsa Kurdan eleqeder dike, di platformeke hevpar ya weke kongreya netewî de hatiba girtin. Çima hêzên navnetewî piştgirî nadin referandûmê? Hemû dewletên cîhanî dijî vê derdikeve. Ji ber li Başûr bixwe jî lihevkirinek nîne, ji lewma ew şansê wê yê serkeftinê nîne. Di nava Kurdan de jî konsensûseke wisa nîne, ji lewma piştgiriyeke cîhanî jî nabînin.”

KCK'ê di dawiyê de nexşe rêya xwe pêşkêşê rojnamegeran kir.