KCK: Her dever divê bibin cihê têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo

KCK: 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd, jinan û hemû gelan pîroz be. Di serî de gundê Amara ku Rêber Apo lê çêbûye, her dever divê bibin cihê têkoşînê ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo lê kirin û rojbûna Rêber Apo tê pîrozkirin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

“4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd, jinan û hemû gelan pîroz be. Em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, yadê Uveyş ku zaroyekî wiha daye mirovahiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Rojbûna Rêber Apo ya hemû gelan, jinan, gel û civakên çewisandiye. Rojbûnê n wiha ji ber ku ji bo mirovahiyê girîng in têne pîrozkirin. Rêber Apo êdî ji yek kesîbûnê wêdetir e. Nasnameyeke kolektîf e ku di serî de gelên çewisandî, civak û jin lê xwedî derdikevin. Di serî de gelên çewisandî, civak û jin û mirovahî lê xwedî derdikevin. Di dîroka azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê de bûyina Rêber Apo tê maneya fetlonekeke girîng. Rêber Apo bi gotina, hemû serheviya ramanê ya dîroka mirovahiyê bi rengê hingiv min danî holê, rola xwe ya dîrokî bi rengekî balkêş daniye holê.

Rêber Apo hingî gelek tişt bi dest gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, mirovahiyê û jinan ve aniye, em hemû deyndarî vê Rêbertiyê ne. Tenê yên bêûcdan, zailm, ne xwedî hîsên dadmeniyê dikarin destkeftiyên ku Rêber Apo bi dest mirovahiyê ve anîne, red bikin. Rêber Apo bi raman, bi destkeftiyên ku bi dest gelê Kurd, jin û gelan ve aniye, bi rengekî ku nikaribe were înkarkirin bûye yê hemû mirovahiyê. Ji vî alî ve 4'ê Nîsanê dive bibe rojên ku têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo têne geşkirin. Encex wiha mirov dikare bersivê bide rojbûna gelê Kurd, jinan û civakên çewisandî. Em bi vî rengî dikarin deynê xwe bidin Rêber Apo. Bêguman, Rêber Apo gotiye gelê Kurd, jinan û hemû gelan, divê hûn ji bo azadiya xwe têbikoşin, bi vî rengî destnîşan kiriye ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo û ya gelan, jinan û civakên çewisandî yek e. Pêngava me ya, 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dema azadiyê ye', her wiha têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

Bi vê çarçoweyê di serî de gundê Amara ku Rêber Apo lê çêbûye, her dever divê bibin cihê têkoşînê ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo lê kirin û rojbûna Rêber Apo tê pîrozkirin. Em dibêjin sala 2021'an divê mirov bike sala azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê, bi Rêber Apo re li Newroza Amedê em komî ser hev bibin, em sond dixwin ku layiqî vê bûyinê bin.”