KCK: Faşîzmê di xeta HDP’ê de mirina xwe dît

KCK: Dewleta Tirk a faşîst û qirker ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn bi temamî êrîşî gelê me û hêzên demokrasiyê dike. Gelê me di dîrokê de bi desthilata faşîst a herî hov re rû bi rû ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber çanda kevneşopiya berxwedanê ya HDP’ê dîsa ji ber çêkera HDP’ê û rastiya wê xwedî çavkaniyekî wilo ye ku neqede. Ji ber vê yekê çiqasî êrîş bikin bila bikin xeta siyasî ya HDP’ê û kevneşopiya berxwedana wê li ser piyan e, berxwedana li dijî faşîzmê bê navber dewam dike."

KCK'ê bal kişand ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a faşîst û got: "Leyla Guven û Mûsa Farîsogûllar ên nûnertiya herî pêş a xeta siyasî ya HDP’ê dikin wekîliya wan hate betalkirin û girtin. Dîktatoriya faşîst ji bo faşîzmê mayînde bike û Kurdan qir bike, êrîşên xwe didomîne. Ev êrîşên qirker ên dewleta faşîst û hevkarên wê tê wateya mezinkirina berxwedanê. Tenê HDP li ber xwe nade, diyar e ku berxwedaneke bi girîng e. Nexwe wê ewqas ne di hedefa êrîşan de ba.

Sedemê serek ê van êrîşan ji ber ku HDP li Tirkiyeyeyê dînamîkekî herî girîng ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Ji ber ku HDP bi rastî weke hêzekî demokratîk xwedî li jiyana azad û demokrasî ya gelê Kurd derdikeve êrîşên mezin li ser tê kirin. Di serî de ji bo çareseriya pirsa Kurd û hemû gelên hejar ên bêmafî lê têkirin ji bo azadiya wan têdikoşe, ji bo wê li dijî dewletê hêzeke ku têkoşîna demokrasiyê ya rast dide. Ji ber ku têkoşîna jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd gihandiye gelên Tirkiyeyê ewqas êrîş li ser tê kirin.

'ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA DÎKTATORIYÊ HDP’Ê DIBÎNE'

Ji ber ku HDP dixwaze hemû hêzên demokrasî û azadiyê li dijî desthilata faşîst bibin yek, HDP û gelê Kurd ê xwediyê vê ya herî mezin weke dijmin dibînin û êrîşî wan dikin. Ev faşîzma ku di serî de zilmê li gel, civak, kedkar, jin û ciwanan dike, di xeta HDP'ê de mirina xwe dibîne. Dîktatoriya faşîst astengiya herî mezin a li pêşiya polîtîkayên xwe yên qirker ên li ser Kurdan dibîne, ji bo wê êrîşên qirker li ser HDP'ê dike."

KCK’ê bi domdarî diyar kir: "Dîktatoriya qirker û faşîst di nava têkçûneke mezin de ye. Ji ber çanda kevneşopiya berxwedanê ya HDP'ê dîsa ji ber çêkera HDP'ê û rastiya wê xwedî çavkaniyeke wilo ye ku neqede. Ji ber vê yekê çiqasî êrîş bikin bila bikin xeta siyasî ya HDP'ê û kevneşopiya berxwedana wê li ser piyan e, berxwedana li dijî faşîzmê bê navber dewam dike. Berxwedana gelan a mezin a HDP'ê ya li Kurdistanê, li ser vê bingehê şoreşa demokratîk a neteweyî ya pêş bikeve û biyekrebûna gelên Tirkiyeyê ya dîrokî xwe dispêre daneheviya demokratîk a şoreşgerî û têkoşînê. Heta ku gelê Kurd û Tirkiyeyê hebe wê têkoşîn jî bidome.

Ji HEP'ê û vir ve li dijî hêzên siyasî yên demokratîk êrîşên giran tên kirin. Bi hezaran rêveberên xwedî vê kevneşopiya siyasî û endamên wê hatin qetilkirin, bi deh hezaran jî hatin girtin. Parlamenter, hevşaredar, rêveberên navçe û bajaran jî di nav de bi hezaran endam li zindananin. Her roj bi dehan kes tên girtin. Lê gav bi vê kevneşopiya siyasî nedaye paşeve avêtin. Çawa ku li derve li zindanan jî berxwedana pîroz didome. Hezar silav li van ên berxwedanê didomînin. Ew ên şopdarên kevneşopiya berxwedana Zindana Amed a Hejmar 5; ew ewladên bi rûmet ên gelê Kurd in. Ev berxwedana rûmetê wê teqez bigihêje serketinê, Kurdistan azad bibe; Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokratîk bibe.

'DIVÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIBIN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser faşîzma desthilata faşîst a li Tirkiyeyê û wiha domand: "Li Tirkiyeyê desthilateke faşîst a ku dixwaze hêzên demokrasî û azadiyê têk bibe, dîsa qira gelê Kurd bîne, heye. Ev dethilata faşîst hemû rêbazên qirker û desthilatên faşîst ên cîhanê dixe meryetê. Ji ber vê yekê li dijî vê desthilatê tenê di qada legal de têkoşînkirin wê ne têrker be. Li Tirkiyeyê ne demokrasî û ne jî hêmanên demokrasiyê mane. Bê şik û guman li qada siyasî ya demokratîk têkoşîn bi biryardarî didome. Lê tenê têkoşînkirin di vê qadê de wê serketinê li dijî dewleta faşîst a qirker neîne. Divê hemû qadên civakî têbikoşin, her kolan û her tax bibe qadeke berxwedanê.

Xala sereke ya dewleta mêtinger, qirker û faşîst ew e ku qira Kurdan bîne, koka Kurdan biqelîne. Ev polîtîkaya sed salî ye. Ji bo wê gelê Kurd çawa ku ji bo hebûna xwe duh, îro û sibe jî divê li berxwe bide. Ji ber ku li ber xwe nede wê tine bibe. Ji bo vê 'Berxwedan Jiyan e' bûye felsefeya jiyan û têkoşîna gelê Kurd. Bi vê felsefeya jiyan û têkoşînê li dijî mêtingeriya qirker berxwedan e. Têkoşîna li dijî desthilata faşîst serketin bi îtifaqan mimkûn e. Ji ber vê hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê îtifaq kirin û têkoşînê li ser vê bingehê mezinkirin girîng e. Yên ku dixwazin têkoşîna azadî û demokrasiyê bi ser bixînin, yekane rêya vê yekê bi vî rengî ye.

Di serî de divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bizanin ku; xeta siyasî ya HDP’ê ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê xeta bigihîne jiyana azad û demokratîkê ye. Lê ev xeta siyasî bi têkoşînê wê bigihêje serketinê. Ji ber vê tenê bi rêbazên legal, hiqûqî û demokratîk wê têkoşîn têrê neke; ev têkoşîn divê bi hemû rê û rêbazên bê pêşxistin û domandin. Di vê mijarê de gerîla û milîsên HBDH’ê têkoşînê bi biryardariyeke mezin û bê navber didomîne. Bi vê ruh û biryardariya têkoşînê divê her derê Kurdistan û Tirkiyeyê veguhere qadên têkoşînê. Eger ku dîktatoriya faşîst a qirker dixwaze vîna gelê me bişkîne, wê demê bi vînek hê mezintir û biryardarî li dijî faşîzmê rabin û wan bavêjin sergoya dîrokê ya ku jê ditirse.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn êrîşî gelê me û hêzên demokrasiyê dike. Gelê me di dîrokê de bi desthilata faşîst a herî hov re rû bi rû ye. Di têkoşîna li dijî desthilata qirker û faşîst, bi îtifaqên herî fireh û têkoşîna her cûreyî tê birêvebirin. Dema ku gel rabû ser piyan, dema bi rêveberiya xweser li ber faşîzma rabû ti hêzekî faşîst wê nikaribe xwe li ber bigire. Li ser vî bingehî bang li gelê me û gelan dikin li dijî faşîzmê rabin ser xwe  û têkoşînê xurt bikin, Kurdistaneke Azad, Tirkiyeyek Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”