KCK’ê Qazî Muhammed û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Qazî Muhammed û hevalên wî bi bîr anî yên ku 73 sal berê li Mahabadê hatibûn daliqandin. KCK’ê got ku Kurdistana Azad wê teqez pêk were.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê peyameke nivîskî weşand û got ku “Em Qazî Muhammed û hevalên wî bi hurmet bi bîr tînin ên ku 73 sal berê li Mahabatê hatibûn daliqandin. Ew ê hesreta wan Kurdistana Azad teqez pêk were.”

Di peyama KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Komara Kurdan a Mahabadê ya ku bi pêşengiya Qazî Muhammed pêk hat, di têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd de xwediyê cihekî girîng e. Di warê avabûna bîra neteweyî ya gelê Kurd de bandoreke xurt heye û têkoşînê piştî xwe jî ronî kiriye. Pergala siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an bûye sedema hilweşandina Komara Kurdan a Mahabadê.  Di pergala siyasî ya Rojhilata Navîn a sedsala 20’an de Îngîltere xwe daye kêleka dewleta Îranê û di warê hilweşandina Komara Kurdan de roleke diyarker pêk aniye.

Çawa ku tu berxwedan vala naçin, hewldana Qazî Muhammed û hevalên wî jî vala neçûye. Heta ku pêşengî ji têkoşîna Kurdan re were kirin ev berxwedan wê watedar be. Bi pêşengiya Rêber Apo, PKK îro pergala siyasî ya cîhanê û ya Rojhilata Navîn baş analîz kiriye û bi têkoşîna xwe îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûne gelekî ku pêşketinên siyasî ava diyar dike. Bi rêxistin û têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê îro hêza têkoşînê derketiye holê ya ku dikare hesretên Qazî Muhammed û hevalên wî pêk bîne.

Qazî Muhammed û hevalên wî xwestine di nav sînorên Îranê de Kurdistana Azad ava bikin lê Îran ji ber ku feraseteke wê ya demokratîk tune, dest bi daliqandinan kiriye. Îro gelekî diyar e ku bi darê zorê hesreta azadiyê ya Kurdan nikarin hilweşînin. Nûbûna projeya Qazî Muhammed û hevalên wî yên têkoşînê îro tê wateya Îrana Demokratîk û Kurdistana Azad. Ji bo Îranê jî û ji bo Kurdan jî rêya herî rast ev e.

Di salvegera 74’an a daliqandina Qazî Muhammed û hevalên wî de em bang li Îranê dikin ku li ser bingeha gavên demokratîk doza Kurdan çareser bikin û li ser esasê wekheviya gelan em bang li Kurdan dikin ku Kurdistana Azad ava bikin.”