KCK’ê name ji nûnertiyên biyan re şand

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê name ji nûnertiyên biyan ên li Hewlêrê re şand û xwest derbarê agahiyên yekalî û provokatîf ên li ser PKK’ê bihistyar bin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê geşedanên dawîn nameyek ji nûnertiyên welatan û konsolosxaneyan re şand.

KCK’ê derbarê agahiyên ku PDK û dewleta Tirk yekalî û ‘şaş û alîgir’ dide jî hişyarî kir. KCK’ê qala qirkirina li ser Kurdan kir a ku ji dîrokê û heta hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê didome.

KCK’ê bal kişand ser vî tiştî ku armanca sereke ya dewleta Tirk tunekirina destkeftiyên Kurdan e û rexne li welatên Ewropayê girt ku ji ber berjewendiyên xwe piştgiriyê didin vê polîtîkayê.

Di nameyê de qala aloziya li Metîna hate kirin a ku hêzên PDK’ê hêz şandiye qada ku 25 sal in ne li wir e û diyar kir ku daxuyaniyên PDK’ê yên derbarê pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane û ji ber vî tiştî PKK tê sûcdarkirin jî ne rast e.

Di nameyê de hate diyarkirin ku daxuyaniyên wisa aloziyên di navbera gelê Kurd de zêde dike û qala daxuyaniya di 10’ê Hezîranê de ya Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan hate kirin.

KCK bang li konsolosxane û nûnertiyên welatên rojava kir ku bila derbarê van meseleyên ‘alîgir û provokatîf’ bihistyar bin û li hemberî tevgera dagirker a ku li dijî hiqûqa navneteweyî jî rola xwe bi cih bîne.

KCK’ê herî dawîn bang li civaka navneteweyî kir û got “Divê li hemberî dagirkeriya Erdogan were derketin, dewleta Tirk were sekinandin û destûra xeyalên Osmaniya nû neyê dayîn.”