KCK'ê ji malbata Ahmet Îke re sersaxî xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata Ahmet Îke peyameke nivîskî weşand û ji malbata Îke re sersaxî xwest.

KCK'ê diyar kir, kedeke mezin a Ahmet Îke di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de heye û got, "Em sersaxiyê ji şêniyên Geverê û gelê Kurdistanê re dixwazin."

Daxuyaniya KCK'ê wiha dewam kir: "Gelê Geverê ji her alî ve piştgiriyeke xurt daye têkoşîna me ya azadiyê. Bi sedan şehîd, bi sedan xazî, bi hezaran girtiyên vî bajarê me çêbûne. Li Geverê, ku bajarê serhildanê ye, malbata Îke her tim li hemû qadên têkoşînê cih girtiye. Di serdemên herî zehmet ên têkoşîna azadiyê de, bi desteka xwe ya ji bo têkoşînê moral daye gelê me yê Geverê. Di vê sekna malbata Îke de bandora mezinê malbatê Ahmet Îke gelekî zêde ye. Welatparêzê hêja Ahmet Îke bi vê sekna xwe re, wezîfeya xwe ya ji bo gel û welatê xwe bi cih aniye. Wê bi dilrehetî razê. Hêvî û hesreta wî ya Kurdistana azad, wê bi têkoşîna gelê me, bi taybetî têkoşîna jin û ciwanan pêk were.

Divê gelê me û şêniyên Geverê zanibin, keda wan, berdêlên wan belasebep nînin. Zor û zehmetî çi dibe bila bibe, gelê me ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Hêza hêvî û hesreta azadiyê ya Ahmet Îke û hemû welatparêzên me, wê gelê me bi ser bixîne. Em ê hêvî û hesreta wan li deşt û çiyê, li bajaran bi têkoşîna xwe bi cih bînin; keçên wan, zarokên wan, neviyên wan wê li Kurdistana azad bijîn."