KCK’ê ji bo Hatûn Tûglûk daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo Hatûn Tûglûk ku diya yek ji şehîdê pêşî yê PKK’ê Aytekîn Tûglûk û parlamentera berê ya Amedê ya HDP’ê Aysel Tûglûk e, daxuyaniya sersaxiyê da.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de got, "Ji ber ku diya yek ji şehîdê PKK’ê Aytekîn Tûglûk û hevseroka berê ya KCD’ê û Parlamentera berê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk çûye ser dilovaniya xwe, em sersaxiyê didine malbatê, xizmên wê û hemû gelê Kurdistanê."

'HATÛN TÛGLÛK WÊ TIM WERE BIBÎRANÎN'

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

"Di nava têkoşîna azadiya Kurd de cihê şehîdên pêşî yên PKK’ê her dem pir girîng e. Ên ku di salên pêşî yên têkoşînê de, di rewşeke wiha ya giran û bêderfetiyan de, ên ku di nav têkoşînê de cihê xwe girtine bîrdariyên baweriyê ne ji bo vî gelî. Ew in ku giyanê PKK’ê û têkoşîna azadiyê afirandine. Kirin ku gelê Kurdistanê, baweriyê bi Tevgera Azadiya Kurd a bi pêşengiya PKK’ê bînin. Bi vê çarçoweyê di şexsê Aytekîn Tûglûk de em hemû şehîdên xwe yên pêşî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Yek ji dayikên ji şehîdên me yên pêşî Hatûn Tûglûk jî wê bi nirxê xwe yê ku ev têkoşîn afirand tim were bibîranîn.

Çeteyên faşîzma Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî nehiştine ku cenazeyê dayika me ya qedirbilind li Enqereyê were veşartin. Êrîş birine ser wan kesên ku hatibûn cenaze veşêrin. Ev êrîş encama wan gotinên Tayyî Erdogan e ku her roj dibêje yek milet, yek welat, yek dewlet, yek ala û pê şoweniyê radike ser piyan. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî li ser zemîna dijminatiya li Kurdan şowenîzmê radikin ser piyan û beşekî ji civaka Tirkiyeyê anîne vê rewşê. Ên ku êrîş bi ser vî cenazeyî de anîne Tayyîp Erdogan e û ew derdora siyasî ye ku her roj jê re li çepikan dixe. Her kesê ku çepikan ji axaftinên Tayyîp Erdogan re dixe, ji wan gotinên wî yên ku şowenîzmê radike ser piyan, hevkarê vî sûcî yê êrîşa bi ser cenaze de ye.

'BERPIRYARSÊ ÊRÎŞA BI SER CENAZE DE ERDOGAN Û DERDORA WÎ NE'

Tayyîp Erdogan ê ku dijminatiya li Kurdan diafirîne û siyasetmedarên ku li pey diçin, ji êrîşkaran zêdetir sûcdar in. Civak û ciwan li gotinên van siyasetmedarên faşîst dinerin û tevdigerin. Ji bo vê jî gotinên hin rayedarên AKP’ê ku dibêjin, 'em vê êrîşê şermezar dikin, ne li gorî rêz û rêçikên me ne' ne ji dil in û hêstirê çavê tîmsehan in, uzra wan ji qebheta wan meztir e. Ji bo ku vîna gelê Kurd bişikînin hem civakê bi şowenîzmê tûj dikin û hem jî dibêjin ev êrîş ne li gorî rêz û rêçikên me ye, ev gotin jî bi wê mebestê ne ku dixwazin sûcê xwe binixumînin. Dixwazin berpirsyariya ku civak anîne vê rewşê ji ser xwe bavêjin. Gelê Kurd, gelên me û hemû mirovahî wê vê qebûl neke, her demê wê bi dengekî bilind bibêje ku sûcdarên rastî Tayyîp Erdogan e û derdora wî ye.

'Ê KU SIVÎLAN DIKUJE, ÊRÎŞÊ DIBE SER GORAN ERDOGAN E'

Tayyîp Erdogan û derdora wî ku kuştina sivîlan diparêzin, fermana êrîşa bi ser cenazeyên sivîl de jî ew didin. Ji ber ku li gor wan ev sivîl 'hevkar' in. Ji bo wan kesan ku hişmendiya Erdogan ew çêkirine, Hatûn Tûgluk, ji ber ku yek ji şehîdê PKK’ê Aytekîn Tûglûk û parlamentera berê ya Amedê Aysel Tûglûk aniye dinyayê sûcdar e. Ji bo vê jî divê li vê dinyayê cih ji cenazeyê wan re nebe. Ên ku duh êrîş bi ser cenazeyê gerîla de anîn, ên ku termên wan ji goristanan derxistin û avêtin ber segan, îro jî êrîş dibine ser cenazeyê dayika PKK’yiyekê. Êrîş dibine ser cenazeyên HDP’yiyan û kesên wan bi welatparêzên Kurd nas dikin. Ên ku dema êrîş bi ser cenazeyên gerîla de dibin xwe nebihîstî dikin, ên ku dijûnê li cenazeyê gerîla dikin, êriş dibine ser goristanên gerîlayan, niha jî dibêjin di rêz û rêçikên me de tiştekî wiha nîn e. Ev hemû encama hişmendiya qirker e ku qirkirina Kurdan dane ber xwe. Ev êrîş tevgera qirkirina Kurdan e. Li gorî van qirkeran li van xakan divê gora Kurdan jî nebe.

Kirineke ku berê li van xakan nebû jî Tayyîp Erdogan û AKP’ê anîne. Di encama hişmendiya qelandinê de êrîş birine ser hemû gorên gerîlayan. Yên ku êrîş dibine ser cenazeyê gerîlayan, ên ku termê gerîlayan kêm dikin, ên ku şehîdgehên gerîla tine dikin dema ku bibêjin, ‘di rêz û rêçikên me de êrîşa li ser cenaze nîn e’ bêfihêt in. Ji xwe Tayyîp Erdogan û siyasatmedarên qirêjî yên li derdorê li van xakan bîrdariya bêfihêtiyê çikizandine. Li Tirkiyê ku Kurdatiyê înkar dikin û polîtîkaya qirkirinê sazkar dikin her demê bêfihêt, rûşiştî, dijminê mirovahiyê tim hebûne. Lê Tayyîp Erdogan û derdora wî şekalên bêfihêt, rûşiştî, dijminên Kurdan û demokrasiyê yên dema berê di kulekê re avêtine. Tayyîp Erdogan û derdora wî ji niha ve di quncika sereke ya mûzeya dijminê mirovahiyê, bêfihêt, rûşiştî û faşîstan de cihê xwe girtine.

Êrîşa bi ser cenazeya Hatûn Tûglûk de, nîşan daye bê ka faşîzma bi şefîtiya Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê ber bi kû ve dibe. Ên ku li Tirkiyê beşek ji civakê û beşek ji ciwanan aniye vê rewşê Tayyîp Erdogan e. Gotin û polîtîkayên wî yên bi dijminatiya li Kurdan li ser van xakan bi qasî ku berê nebûye zêde kiriye. Divê ev jî wiha were zanîn; Tayyîp Erdogan wê di şovenîza xwe de ku geş dike û di dijminatiya Kurdan de bifetise. Rojekê teqez wê hesab were pirsîn, mirovahî wê ji Tayyîp Erdogan û şîrîkên wî rizgar bibe.

'DAYIKA ME HATÛN BILA LI XAKA DERSIMÊ BI ARAMÎ RAZE'

Dayika me Hatûn bila li xaka Dersimê bi aramî raze! Çiyayên Dersimê ku bîrdariya şehîdên me ye, deşt û bajarên Kurdistanê, bi ciwan, jin, zar û yixtiyarên xwe, wê hesab ji van faşîstên qirker bipirsin. Gelê Kurd wê bi gelên Tirkiyeyê re vê têkoşînê geş bike, Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ava bike. Di welatekî wiha de, kulîlkên ku li ser gora dayika me Hatûn û li ser hemû gorên dayikên me vedibin wê bibin sembola jiyana azad û demokratîk."