KCK'ê ji ber wefata Feylî peyama sersaxiyê weşand

KCK’ê bi boneya wefata  Evdirezaq Mîrza, ji YNK’ê û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Yek ji damezrîner û sazkarê YNK’ê, Evdirrezaq Mîrza çû ser dilovaniya xwe. Hevserokatiya Konseya rêber a KCK’ê bipeyamekê sersaxî ji rêveberiya YNK’ê û tevahiya gelê Kurd re xwest.

Peyama KCK’ê wiha ye:

"Me bihîst ku yek ji sazkarên YNK’ê, dost û biraderê me Evdirrezaq Mîrza çûye ser dilovaniya xwe, ku vê yekê em gelekî êşand. Wefata biraderê me Evdirrezaq ku di her qonaxa Têkoşîna Azadiya Gelê Me yê Başurê Kurdistanê de cih girtiye, ji bo me hemûyan windahiyeke mezin e. Di vê roja ku em hemû xistine nav xem û dilêşiyê de, em êşa malbata wî û ya rêveberiya YNK’ê  parve dikin."

KCK’ê li ser têkoşeriya Mîrza jî ev peyam dan:

"Biraderê me gorbihişt Evdirrezaq Mîrza, hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna maf û azadiya gelê Kurd feda kiriye. Bi kesayetiya xwe ya berxwedêr ku di şert û mercên herî zor û zehmet de jî ji tu dijwariyan xwe nedaye paş, di dilê her Kurdekî de bûye xwedî cihekî taybet. Biraderê me Evdirrezaq, di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de bi hişmendî û zanebûna ku pirsgirêka Kurd li çar parçeyan yek e û bi tu awayî nikare ji hev bê qutkirin, tevgeriyaye.

Lewre her tim piştevaniya çalak daye têkoşîna parçeyên din ên Kurdistanê, di xebatên Yekîtiya Neteweyî de bi çalak cih girtiye û destek dayê. Ji ber vê yekê dostaniyeke biraderê me Evdirrezaq a bi partî û Rêbertiya me re çêbûye. Ji bo ku ji civaka me ya Feylî ye, bi pirsgirêkên civaka Feylî re ji nêz ve eleqedar bûye û tim piştgirî daye polîtîkayên partiya me yên ji bo civaka Feylî."

KCK’ê di berdewama peyama xwe de anî zima ku wefata Mîrza ji bo tevahiya gelê kurd windayike mezin û  wiha dawî li peyama xwe anî: 

"Wefata biraderê me Evdirrezaq Mîrza ku ji her hêlê ve xwedî jînegariyeke tijî têkoşîn e, em xistine nav xemginiyeke kûr. Em bi van hest û ramanan careke dîtir ji gorbihişt re rehmeta xwedê dixwazin; di serî de malbata wî ya xembar, êşa rêveberî û tevahiya civata YNK’ê parve dikin. Ji mabat, dost û gelê me re sersaxiyê dixwazin."