KCK’ê hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyek nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê ku 19-20’ê Mijdarê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker operasyon lidar xistin, pîroz kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî hêzên gerîla yên li Zap û Metînayê pîroz kir û got: "Ji ber çalakiyên serketî di serî de em fermandar û gerîlayên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin."

Di daxuyaniya bi sernavê "Ji fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê re" ev tişt hatin gotin:

"Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji raya giştî re ragihand ku gerîlayan di 19 û 20’ê Mijdara 2023’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û herêma Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistine û gelek çeperên dijmin hatine rûxandin û bi dehan dagirker hatine cezakirin. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe de diyar kir ku van çalakiyan derbeke pir giran û şikestinê li artêşa qirker û dagirker hatiye xistin. Em van çalakiyên serketî bi taybetî li fermandar û şervanên tevlî van çalakiyan bûne û hemû Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji dil û van pîroz dikin. Silav, hezkirin û rêzdariya xwe tînin ziman. Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel jî pîroz dikin.

Heval Andok, Ciwan û Egît ku di van çalakiyan de li eniyên pêş şer kirin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, şehîd bûn. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê di şexsê van her sê hevalên xwe yên fedayî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin û careke din soza xwe ya girêdana bi şehîdan re dubare dikin. Bêguman şehîdên me afirînerên resen ên gelê Kurd û doza azadiya Kurdistanê ne. Divê gelê me û dostên me bi hevrê Andok, Ciwan û Egît serbilind bin û bîranînên wan di asta herî jor de biparêzin. Ew kesayetên Apoyî yên nemir in ku ji bo azadiyê bê dudilî xwe feda kirine û bûne hevrêyên Erdal û Rojhatan.

Gerîla bi vê derba giran, careke din îspat kir ku ew şervan û parêzvanên Kurdistanê yên bêhempa ne û rê nadin dagirkeriyê. Şerê gerîla yê li dijî artêşa dagirker, parastina Kurdistanê ye. Gerîla bi ruhekî fedayî Kurdistanê li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê diparêze. Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz bi piştgirî û beşdarbûna vê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkerî, qirkirin û xiyanetê têkoşînê xurtir û berfireh bike.

Girîng û watedar e ku ev çalakî bi boneya 45’emîn salvegera partiya me PKK’ê tên lidarxistin. Bi vê boneyê em 45’emîn salvegera partiyê li hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê bi taybet hevalên me yên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û qada Metîna pîroz dikin û di sala 46’an de di têkoşîn û berxwedana wan de serkeftinên mezin dixwazin."