KCK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê, Cejna Qurbanê li hemû gelên Misilman pîroz kir û xwest, ev cejn bibe wesîle ku mirov ji rêveberên munafiq û zalim rizgar bibin.

KCK'ê destnîşan kir, ku wezîfeya welatparêziyê ye ku pêşî li fitneya metingeriya Tirk a dixwaze bixe nava Kurdistaniyan bê girtin û bang li gelê Kurd kir ku li gorî exlaqa welatparêziyê û wecîbeyên olî dawî li xeydê bîne, aştiya navxweyî mezin bikin û piştgirî û yekîtiyê xurt bikin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand. Komîteyê got, "Em hêvidar in ku ev cejn bibe munasebeta xurtkirina têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê ya gelên misilman û heta hetayê xelasiya ji rêveberên munafiq û zalim" û bi bîr xist, ku cih û warê qedîm ê dîrokê û dilê alema Îslamê Rojhilata Navîn ber bi pêvajoyeke nû ya dîrokiyî ve çûye.

AFIRANDINA PAŞEROJEKE NÛ

Komîteyê ragihand, munafiq û zalim dixwazin bi talan û şewitandinê vê herêma pîroz talan bikin, lê li hemberî vê yekê jî ewladên vê xakê ku dilsozê nirxên wê ne, wê ji nû ve divejînin û destnîşan kir, ku Cejna Qurbanê ya îsal di nava têkoşîneke bi vî rengî ya berfireh de derbas dibe.

Di dewama peyama pîrozkirinê ya komîteyê de wiha hate gotin: "Têkoşîna hevpar a gelên me li ser xaka me li gor nirxên me yên çandî paşerojekê ava dike. Em awayê wê yê herî berbiçav li Bakurê Sûriyeyê di têkoşîna Kurd, Ereb û gel û baweriyên din de dibînin û bi şehîdan vê jiyana demokratîk ava dikin. Ev jiyana demokratîk ku tê avakirin, wê bibe munasebeta ku di paşerojê de cejn bi awayekî azad û demokratik bên pîrozkirin. Bi munasebeta cejnê em bang li gelên Misilman dikin ku bêyî berbayî fitne û fesadiyên îktîdarên siyasî û tevkarên wan bibin, bi awayekî hevpar tevlî avakirina vê jiyana demokratik bibin.

YEKÎTÎ DI MAF Û EDALETÊ DE

Xerabiya herî mezin ew e ku kes dîn ji bo mal û milk bi kar bîne. Di dîn de ya exlaqî û mirovane ew e ku bawerî bi jiyana demokratîk bê. Serketina vê têkoşînê jî girêdayî wekhevî û yekîtiya gelên Misilman, bi taybetî jî girêdayî ya misilmanên Rojhilata Navîn e. Ya ku ji bo misilmanan hatiye fermankirin ew e ku mirov ji faşîstên tekparêz ku gelan û nasnameyan înkar dikin dûr bikeve, bêyî ku ayeteke Xwedê înkar bike li gel hev be û exlaq û çanda jiyana bi hev re esas bigire. Em careke din dixwazin bi bîr bixin ku wezîfeya Misilmana ew e ku cejnan bikin munasebata têkoşîn û jiyaneke wisa.

SERDESTÊN TIRK DIJMINÊ KURDAN E

Bi sedan sal e civata Îslamî ya ku bi pêkanînên derdemokratîk û derexlaqî re rû bir û mane Kurd in. Tevî ku dîn ji Kurdan hîn bûne û dema derbasî Rojhilata Navîn bûne alîkarî ji Kurdan xwestine jî, lê serdestên Tirkan tim û tim bi dijminahiyî nêzî Kurdan dibin. Nemaze jî ev dijminahî di dema îktîdara Erdogan-AKP’ê de gihaştiya asta herî talûke. Di nav serdestên Tirkan de yên ku herî zêde dijminahiya gelê Kurd dikin ew kesên ku xwe dispêrin nirxên Îslamî ne. Kurd bi nasname û çanda xwe li welatê xwe Kurdistanê dijîn û rêvebirina wan a xwe bi xwe dijminahiyê bi kesî re nake. Mafê her gelî ye ku, li ser xaka xwe bi nasname û çanda xwe, xwe bi rê ve bibe.

DIVÊ LI BER DIJMINATIYA LI KURDAN RABIN

Lê bi qirkirinê bersiva van daxwazên Kurdan ên xwezayî tê dayin ku ev tê wateya înkara Îslamiyetê. Dijminahiya bi Kurdan re tê wateya dijminahiya Rojhilata Navîn a demokratik û gelên Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku li ber vê faşîzma Erdogan-Bahçelî ya ku dijminahiya Kurdan dike rabin. Em careke din bibîr dixin ku rêzgirtina ji bo daxwazên mafdar ên gelê Kurd divêtiyeke huqûqa xwişk-biratiyê ye.

ERDOGAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE FESADIYÊ DIXE NVA GELAN

Cejn ne çanda dijminahiyê, ya dostaniyê ye. Her roj gelek caran tê pesendkirin ku Erdogan û TC ji bo berjewendiyên xwe fesadiyê dixin nava gelan. Yê ku Sûriyeyê wêran kir, şer kûr kir, bajarên Kurdan rûxand û şewitand dewleta Tirk e. Dijminahiya dewleta Tirk a bi Kurdan re di şexsê Erdogan-Bahçelî de êdî ti sînoran nas nake. Duh Îranê bi nîjadperestiya persî, mezhebîtiya Şîatî îtham dikirin, lê niha tevî Komara Îslamî ya Îranê li hemberî Kurdan ketine nav hewldanên êrîşiyî. Ev lêgerîn û hewldan mînaka herî dawî ya dijminahiya bi Kurdan re ye. Nerazîbûna li hemberî Tirkiyeya Erdogan peywireke ku Îslamiyeta demokratik û biratiya gelan daye ser milê me. Ji ber vê em bang li gelê faris jî dikin ku di warê têkoşîna demokrasî û azadiyê de hîn bêtir piştevaniyê bikin.

YEKÎTIYA KURDAN KARÊ HERÎ BI XÊR E

Li herêma me di warê leşkeri û siyasî de gavên nû tên avêtin. Ji bo Kurdan a herî bi xêr ew e ku yekîtî û tifaqa xwe zexim bikin. Bi munasebeta vê cejnê careke din em dixwazin diyar bikin ku wê yekîtiya demokratik a Kurdan ji bo paşeroja demokratik a Rojhilata Navîn û hemû alema Îslamê xizmeta herî mezin be. Ji ber vê em bang li hemû alim û seydayên Kurd, hemû cemaet û mumînên Kurdistanê dikin ku ji bo lidarxistina konferansa neteweyî bêtir piştevaniyê bidin û wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bînin.

PÊŞÎGIRTINA LI FESADIYÊ, KARÊ WELATPARÊZIYÊ YE

Em dixwazin careke din bibîr bînin ku divê di vê cejnê de jî pêşî serdana malbatên şehîd û girtiyan, kesên nexweş û hewcedarî destekê ne bê kirin. Em dixwazin diyar bikin ku dagirkeriya Tirk fesadiyê dixe navbera Kurdistaniyan. Pûçkirina vê fesadiyê wezîfeya welatparêziyê ye. Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku divê bi exlaqê welatperwerî û wek divêtiyeke olî xeydana navbera xwe bi aştiya navxweyî çareser bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku divê ji berê bêhtir bi rêz û hezkiriyî nêzî hev bibin.

EM BI ERK Û WEZÎFEYA XWE YA DÎNÎ Û ÎNSANÎ RABIN

Em dixwazin diyar bikin ku alîkariya ji bo gelê Sûrê û gelên me yên din ku ji ber neqebûlkirina pêkanînên dagirkeriya Tirk bi êrîşan re rû bir û man wezîfeyeke dînî û mirovane ye. Kurdistaniyên dixwazin alîkariyê bikin, heke alîkariyên xwe berpêşî saziyên welatparêz û demokratik bikin wê rastir be. Em careke din şehîdên xwe bi bîr tînin û bi baweriya Kurdistana Xweser a Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk hêvî dikin ku ev cejn bibe munasebata xêr û bêrên mezin. Cejna hemû alema îslamê pîroz be."