KCK'ê bi boneye sêyemîn salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya sêyemîn salvegera wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî peyamek belav kir.

Hevserokatiya Konseya Rêvebera a KCK’ê bi boneya sêyemîn salvegera wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî peyamek weşand û got: “Em ti demê ji bîr nakin ku Mam Celal ji beriya rewşa wî ya tendirustî xirab bibe, ji bo azadiya Rêber Apo mijûlê amadekirina pêngavek navnetewî bû. Mixabin Mam Celal di qonaxekî ku herî zêde gelê Kurd pêwîstî bi zîrektî û hêza wî ya çareseriyê hebû koça dawî kir. Em hêvîdar in bîranînên ev serkirdeyê dîrokî yê gelê Kurdistanê bibe sedema xurtkirina giyanê yekîtiya netewî.”

Peyama KCK’ê wiha ye;

“Di sêyemîn salvegera wefata serkirdeyê pêşeng û hêja yê gelê Kurd Mam Celal Talebanî de dubare sersaxiyê li tevayî gelê Kurdistan, hevserok, tevayî rêveber, endam û malbata birêz Mam Celal re dixwazin. Hêvîdar in bîranînên vî serkirdeyê dîrokî yê gelê Kurdistanê bibe sedema xûrtkirina giyanê yekîtiya netewî û gihiştina gelê Kurd bi maf û azadiyên xwe.

Xweda efû ke Mam Celal Talebanî wek kesayetek pêşeng û serkirdeyek mezin ê siyasî di sedsala 20’an û 21’an de mora xwe li hemû pêşkeftinên Kurdistanê û bi taybetî Başûrê Kurdistanê da. Hîn ji destpêkê de ew li dijî xeta xiyanetê nûnertiya xeta berxwedaniyê, dahênan, nûbûn, guhertinan û siyaseta aşitî û demokrasiyê kiriye. Ji bona wê di hemû jiyana xwe ya siyasî û civakî de pêngavên wî bandorek mezin li ser pêşkeftinên hemû Kurdistanê û bi taybetî Başûrê Kurdistanê kiriye.

Mam Celal ne tenê li Başûrê Kurdistanê, di heman demê de li parçeyên din ên Kurdistanê jî xwedî rol û bi bandor bû di pêşkeftinên siyasî û civakî de. Li gorî derfet û jêhatinê her tim alîkariya xebatên rizgarîxwaziya parçeyên din ên Kurdistanê kiriye. Ji destpêka avabûna PKK’ê ve Mam Celal bi awayek stratejîk û giring li xebata Bakurê Kurdistanê temaşe kiriye. Bi gotina xwe ya dîrokî ‘Bakur Misrê Kurdistanê ye’ asoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê rolek diyar û berbiçav dîtiye.

Em ti demê ji bîr nakin ku Mam Celal ji beriya rewşa wî ya tendirustî xirab bibe, ji bo azadiya Rêber Apo mijûlê amadekirina pêngavak navnetewî bû. Mixabin Mam Celal di qonaxekî ku herî zêde gelê Kurd pêwîstî bi zîrektî û hêza wî ya çareseriyê hebû koça dawî kir. Ger Mam Celal koça dawî nekira niha wê hem Başûrê Kurdistanê hem jî parçên din ên Kurdistanê di astek gelek cûdatir de bûye. Wî dikarî pêşî li gelek biryarên xelet û karesat bigirta. Em di wê baweriyê de ne ger niha jî xwedî lêderketin û têgihiştinek baş ji bo têkoşîna Mam Celal were kirin, dikarin rê li ber gelek pêşkeftinan vekin û rê li pêşiya gelek karesat û tirajediyan bigrin.

Di dawiyê de jî em bi hêvî ne ku bîranîna Mam Celal bibe sedema xurtkirina giyanê yekîtiya netewî ya gelê Kurdistanê. Carek din em sersaxiyê dixwazin.”