KCK'ê Însiyatîfa Parastina Kurdistanê silav kir

KCK: Helwesta li dijî dagirkeriyê û PDK'ê roj bi roj xurt dibe, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd hîn bêhtir dibe xwedî piştgiriya raya giştî û civakî. Ji ber vê yekê, em kesên ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ava kirine bi rêzdarî silav dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de wiha hate gotin:

"Nêzî 2 meh in di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêza fedayî ya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd gerîla de şerekî giran diqewime. Artêşa Tirk, li herêmên ku dixwest di nava hefteyekê de dagir bike, li berxwedaneke mezin rast hat. Li çend girên ku xwe lê daniye, çikiya ye. Gerîla her roj derbê li hêzên dagirker dixin û wan lawaz dikin.

Di demekê de ku şerê navbera artêşa Tirk û gerîla de giran bûye, PDK'ê hêzên xwe yên leşkerî li derdora gerîla civand, kete nava hêzên gerîla û ev yek li nava gel û raya giştî ya Kurd bû cihê tirs û fikaran. Fermandarê Giştî yê HPG'ê hevalê me Mûrat Karayilan ragihand, di demekê de ku şerê bi dewleta Tirk re dijwar bûye, PDK'ê hêzên xwe yên leşkerî li herêmeke ku 30 sal in hêzên leşkerî lê nîne bi cih kir û hişyarî da ku ev yek dikare bibe sedema şerê bi gerîla re. Tevî ku gelek hêz û derdoran bang kir, PDK'ê guh neda kesî, hêzên xwe yên leşkerî venekişand û bêhtir zêde kir. Vê yekê jî fikarên li nava gelê Kurd zêdetir kir.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û gavên PDK'ê yên ku xizmetê ji êrişên dewleta Tirk ên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û qirkirina Kurdan re dike, bûn sedem ku gelê Kurd û dostên gelê Kurd bikevin nava liv û tevgerê. Li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, ji bo rabûna li ber dagirkeriyê, ji bo pêşîgirtina li şerekî PDK'ê yê li dijî PKK'ê çalakî hatin lidarxistin û di vê mijarê de gelek daxuyanî hatin dayin. Di nava raya giştî ya Kurd û dostên Kurdan de hesasiyeteke girîng afirî. Di encama vê hesasiyet û tevgerê de hem welatparêzên Kurd hem jî dostên Kurd ji bo rabûna li ber dagirkeriyê û pêşîgirtina şerekî gengaz ê navbera hêzên leşkerî yên PDK'ê û gerîla, xwestin ji Ewropayê bên Başûrê Kurdistanê. Xwestin biçin qada şer, bibin mertalên zindî û pêşî li şerekî gengaz ê PDK'ê yê li dijî hêzên gerîla bigirin. Bi vê gavê xwestin ku bibin bersiv ji hestên her Kurd û demokratîkê re. Ji bilî jiholêrakirina fikarên mezin ên gelê Kurd û raya giştî, armanceke din dananîn ber xwe. Bi vî rengî dest bi hewldaneke sivîl kirin. Ev hewldana ku ji bo her welatparêzî, ji bo her demokratîk cihê serbilindiyê û pîroziyê ye, li nêzîkatiyeke hov a dewleta Elman û PDK'ê rast hat.

Em, hemû Kurd û dostên tevlî hewldaneke wiha welatparêz û demokratîk bûne, bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyên wan ên demokratîk wê di mijara rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk û pêşîgirtina li şerekî ku PDK dixwaze bide destpêkirin, rola xwe hebe.

EM LI BENDÊ NE KU PDK HÊZÊN XWE VEKIŞÎNE Û LI ASTA XWE YA BERÊ VEGERE

Li hemberî hewldaneke wiha aştiyane, demokratîk û bi nêteke baş, PDK mîna ku hêzeke dijmin li hember heye tevgeriya, ku gelê Kurd û raya giştî li pêşberî vê nêzîkatiyê matmayî ma, nerazîbûn nîşan da. Ev yek jî bû sedem ku bê gotin; PDK naxwaze şerê li dijî gerîla bê rawestandin. Ji xwe em jî li bendê bûn ku bi PDK'ê re hevdîtinek bi wî rengî bê kirin, lê di nava vê bendewariyê de PDK'ê hîn bêhtir hêz li derdora gerîla kom kir. Lewma em jî matmayî man. Divê em careke din destnîşan bikin; em xwe ji şerekî li dijî PDK'ê vedigirin û rûdana şerekî bi vî rengî jî weke bicihhatina daxwaza dewleta Tirk dibînin. Ji ber vê yekê em hîn jî li bendê ne ku PDK hêza xwe ya leşkerî ji derdora gerîla vekişîne û li ast û qonaxa xwe ya berê vegere.

DIVÊ ELMANYA BES BIBE HEVPARÊ SÛCÊ QIRKIRINÊ

Ev hewldana demokratîk sivîl û aştiyane, ku welatparêzên Kurd û dostên Kurd ên ji her gelî cihê xwe di nav de girt, her wiha hin rastî bêhtir raxist pêş çavan. Careke din eşkere bû ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd rastiyan eşkere dike. Dewleta Elman qanûnên xwe û qanûnên navneteweyî binpê kir û nehişt ku Kurd û dostên wan bên Hewlêrê. Eşkere kir ku ev astengî jî ji bo xatirê Tirkiyeyê kiriye ku endamekî NATO'yê ye. Elmanyayê bi vî rengî nîşan da ku hevkarê herî mezin ê sûcê dewleta Tirk a qirker û mêtinger e. Hate dîtin ku Elmanya bi israr hevkariyê û piştevaniyê ji qirkirina Kurdan re dike. Têkiliya bi hin partiyên li Başûrê Kurdistanê re vî rûyê qirker ê Elmanyayê nanixumîne. Em bang li hikûmeta Elmanya dikin ku li ser navê gelê Elman dev ji hevkariya sûcekî wiha yê qirkirinê biqerin.

Elmanyayê bi vê helwesta xwe îlan kir ku dîktatoriya faşîst a li Tirkiyeyê li ser piyan dihêle û nirxên mafên mirovan û demokrasiyê datîne aliyekî. Dewleta Tirk bi şerê xwe yê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê gemarî bûye, riziya ye. Di heman demê de dewlet û hêzên siyasî yên ku piştgiriya wê dike jî gemarî dike, dirizîne. Dewleta Tirk di encama polîtîkaya xwe ya înkarkirina Kurdan û qirkirinê de kete vî halî. Di serî de Elmanya gelek welatên endamê NATO'yê jî bi piştgiriya ji bo vê dewleta faşîst, dikevin vî halî. Ji xwe civîna bilind a NATO'yê ku beriya demeke kurt pêk hat, bi piştgiriya xwe ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk nîşan da ku hevkarê polîtîkayên qirkirinê ye.

Welatparêzên Kurd û dostên Kurdan bi eşkerekirina vê rastiya Elmanya û PDK'ê tevkariyeke gelekî girîng li têkoşîna azadî û demokrasiyê kirine. Kurd û dostên xwe yên li ber dagirkeriyê radibin û ji bo pêşî li şerekî PDK'ê yê bi gerîla re bigirin tevdigerin, dagirkeriya dewleta Tirk û helwesta PDK'ê xistin rojevê û bi vî rengî kirin ku têkoşîna demokrasî û azadiyê bibe xwedî zemîneke hîn berfireh a civakî û siyasî. Ji xwe helwesta li dijî dagirkeriyê û PDK'ê roj bi roj mezin dibe, têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dibe xwedî piştgiriyeke xurtir a raya giştî û civakî. Li ser vê bingehê, em kes û hêzên ku Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ava kirine bi rêzdarî silav dikin û di karê wan de serketinê hêvî dikin."