KCK: Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Licikê du komkujî pêk anîn

KCK: "Li Licikê ne tenê 9 giyan di bin kavilan de man, ev karesat di heman demê de qirkirina topyekûn e ku zihniyeta AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî civak û xwezayê pêk tîne. Ji bo pêşî li van komkujiyan bê girtin, divê têkoşîna ekolojîk bê mezinkirin.”

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê têkildarî hezîna erdê ya li Licik a Erzînganê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê got: “Her du komkujiyên li navçeya Licik a Erzînganê pêk hatin, bi rengekî herî vekirî polîtîkaya qirkirinê ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo rantê dimeşîne, deşîfre kir. Ji bo şerê li dijî gelê Kurd fînanse bike, xaka xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê pêşkêşî şîrketên alîgir û navneteweyî dike. Desthilatdariya faşîst rê li ber komkujiyên xweza û mirovê vedike. Di tevahiya desthilatdariya xwe de ji bo rantê bi hinceta ‘ji bo civakê’ bi qanûna madenê ku 21 caran guhert rê li ber talan, bêhiqûqî û binpêkirinê vekiriye. Hikûmeta AKP’ê ya faşîst ne tenê li Licikê, piştre bi komkujiyên madenê yên li Soma û Elbistanê re berpisyarê erdheja 6’ê Sibatê û hemû komkujiyên xwezayê yên di salên dawî de zêde bûne ye.”

ŞERT Û MERCÊN KOMKUJIYÊ HATIN AMADEKIRIN

Di daxuyaniya Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Bi destê şîrketa Kanadayê Anagold ku şîrketa malbata Erdoğan Çalik Holdîng jî hevkarê wan e, komkujiya ku li Licikê tê jiyîn ne tenê îroj ji roja ku ava bûye heta niha berpirsê gelek sûcan e. Digel ku bi siyanûran kan tê derxistin çalakiyên şîrketê çalakiyên ku liser xeta faya erdhejê ya Çewlig-Yedisuyê ava bûye ji roja ewil heta niha li ser xweza û civakê gefeke mezin ava dike, jiyanê tune dike. Ligel vê talûkeyê ji roja ava bûye heta niha bi raporên Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) ku ji bo bobeletan destûr dida, bergeha xwe ya hilberînê her ku çû zêdetir kir û di encamê da di Tebaxa 2023’an de bêyî raporên ÇED’ê ji bo hilberîna dewamî piştgirî hat dayîn û ev yek jî şert û mercên komkujiyê yê niha ava kir. Ji roja ku ava bûye pêşniyazên tevgerên ekolojiyê, rêxistinên mafên mirovan û hişyariyên gel hat paşguhkrin, di pêkhatina vê komkujiyê de hat israrkirin. Bi şîrketa kanê ya li kêleka Çemê Firatê hat avakirin bû sedema komkujiyan. Tevî ku di 21'ê Hezîrana 2022'an de li Îliçê 210 metrekup siyanûr hatibû rijandin Çemê Firatê, lê asta xeterê û rastî hatin veşartin. Weke îro jî ev yek pêk tê. Dîmenên ku ji aliyê gel ve ji cihê sûcê hatin kişandin û komkujiyê radigihînin; tune hesibandin û şîrketa alîgirê hikûmetê ku weke şîrketeke sûcê dixebitî, hat parastin.

DESTHILATA AKP-MHP’Ê DIXWAZE SER KOMKUJIYÊ BIGIRE

Ligel cidiyeta talûkeyê jî, şîrket berpirs nayê dîtin û tê parastin, bi agahiyên şaş talûke tê veşartin û bi vî awayî dosyeya sûcên şîrketa aligîr girantir dibe. Li gel ku roj di ser bûyerê re derbas bûne hîn jî der barê karkerên windakirî de tu agahî nayê dayîn. Her wiha tê gotin ku weke erdheja 6’ê Sibatê hejmara kesên di vê komkujiya ku dewlet berpirsyar e jî tê veşartin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze vê komkujiyê veşêre û nahêle ku partiyên siyasî, komeleyên hawirdorê, saziyên sivîl û çapemeniya azad derbasî herêmê bibin. Kesên ku dixwazin bûyerê lêkolîn bikin li şûna berpirsên bobelatê tên binçavkirin.

Madeyên kanserojen ên ku ji ber hilweşîna hewza siyanûrê bi ax, av û hewayê re tevdigerin, ji bo hemû jiyanê û wêrankirina ekolojîk talûkeyeke cidî ye. Komkujiya Îliçê ku wê bi encamên wê re ji bo gelên herêmê talûkeya Çernobîlê çêbike, ne sûcekî wisa ye ku hikûmet veşêrê. Li gorî pîvanên vê bobelatê, îro talûkeya herî mezin a li ser gelên Kurdistan, Tirkiyê bi giştî polîtîkayên qirkirinê ne. Bêdengî û hewildanên hikûmetê yên ji bo veşartina rastiyê, ne tenê talûkeyê mezintir dike, dê rê li ber gelek bobelatan vebike. Ji ber vê sedemê parastina jiyanê li hemberî talan û îmhaya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê tenê bi têkoşîneke rêxistinkirî, hişmendî û tevkarî pêkan e.

DU KOMKUJÎ HAT JIYÎN

Du komkujiyên ku li Licikê li dijî xweza û civakê pêk hat, bi tunekirina ekolojîk a li erdnîgariya Rojhilata Navîn di asta herî jor de pêk tê, ne tenê li ser gelên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê jî weke şebekeya sûc xetereyeke mezin e. AKP’ê li ser talan û ranta di asta ku dîrok û çanda weke Heskîf û Zeugmayê ji holê rabike, ji roja desthilatdariya xwe heta niha bi hinceta ewlehiyê bendavan ava kiriye, polîtîkayên avê yên yekdestdar ên li hemberî Kurdistan û welatên cîran weke çekan, daristanan ava kirine. Şewitandin, santralên elektrîkê, polîtîkayên li dijî çandinî û ajalvaniyê kirin, bi polîtîkayên xwe yên talanê tunekirina tevahî ekolojîk, civakî û çandî pêk tîne. Bi van pêkanînên ku nîşaneya hişmendiya faşîst a qirker e, jiyanê tehdîd dike; xizanî, koçberî û ziwabûnê ferz dike. Bi hezaran projeyên xwe yên talanê yên ku heta niha nehatine pêkanîn, li tevahiya welat bi taybetî jî li Kurdistanê li ser jiyana ekolojîk û civakî talûkeya herî mezin e.

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya li dijî desthilatdariya faşîst a ku qirkirina ekolojiyê weke stratejiyeke şer bi kar tîne, bi têkoşîna gel a ji bo jiyanê ve girêdayî ye. Ne tenê 9 kesên di bin xirbeyan ên li Licikê jiyana xwe ji dest dan, hişmendiya faşîst a AKP-MHP’ê û qirkirina tevahiya civak û xwezayê ye. Pêwîst e em ji her demê zêdetir li dijî îmha û tundiya vê hişmendiyê jiyanê biparêzin, welat, av, ax xwe û hewaya xwe biparêzin û ji bo vê jî xwe bi rêxistin bikin. Pêşîlêgirtina komkujiyên ekolojîk, weke mînaka Licikê, wê pêşî li komkujiyên civakî û çandî jî bigire. Pêşîlêgirtina van komkujiyan ancax bi mezinkirina têkoşîna ekolojîk pêkan e. Bi yekbûna gel, jin, ciwan û beşên civakê, di serî de ekolojî, rêxistinên hawirdorê, tevgerên ked û demokrasiyê, em dikarin van polîtîkayên ku li ser esasê şer, qezenc û talanê tên meşandin, xwezaya me, jiyana me didizin, rawestînin. Em hawara xwezayê weke nîşaneya qiyametê bibînin û tevbigerin.”