KCK: Bi xurtkirina tifaqa demokratîk em têkoşînê geş bikin!

KCK'ê diyar kir, tifaqa ku di hilbijartinên Stenbolê de bi HDP'ê re berbiçav bû gelekî girîng e û bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hemûyan kir ku tifaqa demokratîk xurt bikin û têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê geş bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê hilbijartinên Stenbolê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Pêngava 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê bi hemû pêkhateyên xwe meha Mijdarê dest pê kirin, hem deriyên Îmraliyê vekir, hem jî derbeke girîng li faşîzma AKP-MHP'ê xist. Têkçûna vê tifaqa faşîst li Stenbolê encama pêngava 'Em dawî li faşîzmê bînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin' e ku piştî 31'ê Adarê hate meşandin. Lewma ya ku bi ser ket û bi ser xist, xeta Rêber Apo ya demokratîkirina Tirkiyeyê ye ya li ser bingeha tifaqa demokratîk."

'PÎVANA KU RÊBER APO DESTNÎŞAN KIR HELWESTA GELÊ KURD DIYAR KIR'

KCK'ê destnîşan kir, yê ku helwesta HDP'ê afirand ku di 23'ê Hezîranê de rê li ber serketina hêzên demokrasiyê û tifaqa demokratîk vekir, yê ku bû sedem ku gelê Kurd bi hişmendiyeke xurt a demokratîk tevbigere Rêberê Gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nirxandinên ku vê hişmendiya demokratîk a gelê Kurd û lêgerîna li tifaqa demokratîk ji xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêberê Gelê Kurd cuda dibînin, ya rastiyê ji nedîtî ve tên, ya jî dixwazin rastiyê bi zanebûn berevajî nîşan bidin. Rêberê Gelê Kurd çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re di zikhev de dibîne; pîvana helwesta polîtîk a gelê Kurd jî bi rengê ku xizmetê ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re dike yan na, destnîşan kiriye. Helwesta gelê Kurd a 23'ê hezîranê jî bi vê pîvana Rêber Apo diyar bûye. Rewşa Rêber Apo ya li Îmraliyê mîsyona pêkanîna aştî û çareseriya demokratîk a li ser bingeha lihevkirin û danûstandinên demokratîk e. Mîna doh îro jî mûxatabê esasî yê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.

DI NAVBERA ME Û RÊBER APO DE GIRÊDANEK HEYE KU HÊZÊN ŞERÊ TAYBET NIKARIN TÊBIGIHÊJIN

Divê her kes bi vê rastiyê zanibe; beşeke mezin a şerê ku dewleta Tirk a mêtinger qirker li dijî têkoşîna me ya azadiyê dimeşîne şerê taybet ê psîkolojîk e. Ji bo vê jî timî hewl dane ku têkoşîna me ya azadiyê parçe bikin ya jî ji hev parçekirî nîşan bidin. Heta niha nekarî vê bikin û wê ji niha û pê ve jî nikaribin vê bikin. Di navbera Rêber Apo û tevgera me de, di navbera Rêber Apo û gelê me de girêdaneke dîrokî, civakî, fikrî û hestewarî heye ku hêzên şerê taybet nikarin têbigihêjin. Ji ber vê yekê kî hewl bide nîşan bidin ku di navbera Rêber Apo û tevgera me, gelê me û qada siyaseta demokratîk de helwest û nêzîkatiyên cuda heye, ew ê bibe amûrek ji şerê psîkolojîk re yê li dijî tevgera me.

DEM DEMA PÊNGAVA DEMOKRATÎKKIRINA TIRKIYEYÊ YE

Hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bi helwesta xwe ya 23'ê Hezîranê re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derfetên mezin û zemîneke xurt afirandine. Heta dawiyê pêşî li tifaqeke demokratîk şoreşger vebûye ku xwe ji olîgarşiyên polîtîk rizgar bikin û di demokratîkbûnê de bi rola katalîzor tevbigere. HDP'ê di hilbijartinên xwecihî de bi taybetî li Stenbolê nîşanî her kesî da ku pêkhate û partiya bingehîn a vê tifaqa demokratîk e. Tifaqa demokratîk a li nava gel diafire wê bi demê re hêzên siyasî jî bixe nava pêvajoyeke bi vî rengî. Dem hatiye ku ev kombûna demokratîk a HDP'ê li nava dengdêran pêk aniye li qadeke berfireh bê belavkirin, bibe tifaqeke demokrasiyê û pêngava demokratîkkirina Tirkiyeyê bide destpêkirin. Xeta siyasî ya demokratîk ku Rêber Apo di rastiya siyasî ya Tirkiyeyê de weke rêya sêyemîn pênase dike, pêkhateya herî aktîf a tifaqa demokratîk e û eger bi vê tifaqê re pêngava demokratîkbûnê bê kirin wê çanda siyasî, atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bê guhertin. Di rewşeke wiha de olîgarşiyên partiyan ên heta niha bûne desthilatdar ya wê li ser bingeha lihevkirinê bibin beşek ji vê pêvajoya demokratîkbûnê, ya jî wê bi pêngava demokratîkbûnê re ji holê rabin.

HILBIJARTINÊN 23'Ê HEZÎRANÊ VEGUHERÎ REFERANDÛMA DEMOKRASIYÊ

Hilbijartinên 23'ê Hezîranê mîna ku HDP'ê destnîşan kir veguherî referandûmeke demokrasiyê. Ev referandûm di heman demê de razîbûna gelên me ye ku li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Ev referandûm nîşaneya îradeya gel e ku hêzên siyasî yên li Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike. Eger wê dubendîtî û dijminatî ji holê bê rakirin û lihevkirineke demokratîk pêk were, bêguman nîşaneya berbiçav a vê yekê wê destûreke bingehîn be ku mafên Kurdan, Elewiyan, jinan û civatên ne azad û ne wekhev hemûyan misoger dike. Ji bo pêkhatina vê jî divê feraseta desthilatdariya heyî ya ku rê li ber dijminatiyê, dubendîtiyê û tekperestiya otorîteya navendî vedike ji holê bê rakirin. Gelên me ku di hilbijartinên Stenbolê de helwest li dijî vê feraseta polîtîk nîşan dan, divê bi tifaqa xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe ya li ser vê bingehê, vê zîhniyet û polîtîkayê ya ber bi demokratîkbûnê ve bikişînin ya jî ji holê rakin.

BERPIRSYARIYA DÎROKÎ YA TIFAQA DEMOKRASIYÊ ZÊDE BÛ

Tifaqa demokratîk ku Rêber Apo jê re rêya sêyemîn dibêje û di afirandina wê de roleke diyarker lîstiye, di vê hilbijartinê de hem xurt bû hem jî berpirsyariya xwe ya dîrokî zêde bû. Bi hişmendiya ku Rêber Apo afirandiye û xeta siyasî ya ku destnîşan kiriye, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê hêzeke mezin a demokratîk derxistin holê û ji bo gelan jî hêviyeke mezin afirandin. Dema ku li ser xeta îdeolojîk-polîtîk a Rêber Apo tifaqên demokratîk hatin kirin, wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd serdemeke nû dest pê bike. Kombûna hêzên demokratîk li nava civakê, derfetên pêkhatina vê yekê zêde kiriye.

TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ WÊ LI SER XETA RÊBER APO GEŞ BIBE

Tifaqa gelê Kurd a bi hêzên demokrasiyê re ku bi HDP'ê re berbiçav bû gelekî girîng e. Serketina di 23'ê Hezîranê de hate afirandin, ne tenê serketina gelê Kurd e. Serketina hemû pêkhateyan e ku di bin sîwana HDP'ê de alternatîfa demokratîk şoreşger ji bo Tirkiyeyê afirandine. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku vê tifaqa demokratîk a ku serketineke mezin bi dest xist û da qezençkirin xurtir bikin, têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê geştir bikin û rastiya Tirkiyeya demokratîk a ku veger jê nîne biafirînin.

Divê her kes bi vê rastiyê zanibe; Tevgera me ya azadiyê, gelê Kurd û tevgera siyasî demokratîk a bi xeta Rêbertî afirî, mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî di xeta Rêber Apo de têkoşîna demokrasî û azadiyê geş bikin, li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya gelê Kurd, têkoşîna demokratîkkirina tevahiya Rojhilata Navîn bi her şêweyên fedakariyê bidomînin."