KCDK-E: Em ji bo şikandina deriyên Îmraliyê seferber bibin

KCDK-E’yê têkildaîr 1’ê Îlonê daxuyanî da û got: “Em di Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo şikandina deriyên Îmraliyê, seferber bibin.”

DAXUYANIYA KCDK-E’YÊ LI SER 1’Ê ÎLONÊ

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê 1’ê Îlonê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kurdistanî di gelek çalakî û merasîman de wê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî de’ seferber bibin. Ji ber komkujiyên li her çar aliyên cîhanê, bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Bûyerên mîna birçîtî, sefalet û tiştên dermirovî diqewimin.”

‘DEWLETA TIRK LI PÊŞIYA JIYANA HEVPAR Û AŞTIYÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN E’

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rojhilata Navîn veguheriye şer, xwîn û rondikên çavan û hat diyarkirin ku li Fîlîstînê li pêş çavê mirovahiyê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li pêşiya jiyana hevpar û aştiyê astengiya herî mezin e û ev yek hat gotin: “Rojnamevan, zarok û sivîl di hedefa dewleta Tirk a faşîst de di bin xeteriya qirkirinê de ne. Weke KCDK-E em bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê 1’ê Îlonê ji bo astengkirina hilweşînên ekolojîk û pêşî girtina li komkujiyan, di 1’ê Îlonê de daxwaza xwe ya aştiyê nû dikin. Em di Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo şikandina deriyên Îmraliyê seferber bibin.”