KCDK-E Defend Kurdistan silav kir û banga berxwedanê kir

KCDK-E’yê Defend Kurdistan silav kir a ku li Hewlêrê hate avakirin. KCDK-E’yê bang li hemû Kurdan kir ku bila li hemberî êrîşên mêtinger xwedî li berxwedanê derkevin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) silav kir.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Elmanya, Fransa, Îtalya, Îspanya, Swîsre, Katalonya, Bask, Slovenya, Fînlandiya, Swêd û Norwêç di serî de ji gelek welatên Ewropayê herî kêm 100 parlementer, senator, sendîkavan, rojnameger, femînîst, ekolojîst, akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl ji bo sekinandina êrîşan hewl didin lê PDK wan asteng dike.

Îro Heyeta Aştiyê xwest li Hewlêrê li pêşiya Avahiya Neteweyên Yekbûyî civîneke çapemeniyê bide lê civîn hate astengkirin. Heyetê li otelê daxuyanî dan. Heyet dixwaze dewleta Tirk a mêtinger êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bisekinîne û ji qadên dagir kiriye jî derkeve. Divê saziyên navneteweyî û NATO piştgiriyê nedin qirkirina Kurdan.

Heyeta Aştiyê diyar kir ku wê ji niha û şûnde xebatên xwe bi navê ‘Defend Kurdistanê’ (Kurdistanê Biparêze) bidomîne. Em endamên heyetê û yên Defend Kurdistanê silav dikin.

Heyeta Defend Kurdistanê duh bi partiyên siyasî yên li Parlementoya Başûrê Kurdistanê re rûniştin û daxwazên xwe pêşkêş kirin. Heman daxwaz ji Wezîrê Têkiliyên Derve yê Başûrê Kurdistanê Sefîn Dîzayî re jî pêşkêş kirin”

KCDK-E’yê diyar kir ku fikra wan çi dibe bila bibe diê her hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, welatparêz û demokratên li parçeyên Kurdistanê li hemberî mêtingeriyê xwedî li rûmeta gelê Kurd, berxwedan û heyeta aştiyê derkevin.