KCD: Zîhniyeta AKP'ê ji vê êrîşê berpirsyar e

KCD'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa nîjadperestî ya li dijî cenazeyê dayika Aysel Tûglûk da û destnîşan kir, ku berpirsyarê vê êrîşkariyê zîhniyeta AKP'ê ye.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser êrîşa nîjadperestî ya li dijî cenazeyê dayika Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re hate xwestin û hat gotin, "Di dema veşartina cenazeyê dayika me Hatûn de, hêzên nîjadperest û barbar ên dijminê Kurdan, Elewî û mirovahiyê, êrîşek hate kirin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Eşkere ye ku ev êrîş ji ber xwe ve nebûye. Encama polîtîkaya hikumeta AKP'ê ya faşîst e, ku bi salane dijminatiyê li Kurdan dike. Êrîş nîşan dide ku komkujî û hewldanên lînçkirinê yên li dijî Kurdan derbasî qonaxeke nû bûne. Ev êrîş wê weke êrîşeke gemarî, barbar, bê exlaq û dijminatiya li mirovahiyê, ti carî ji bîra gelê me neçe"

'EM Ê BI RENGEKÎ BI HEYBET XWEDÎ LÊ DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, zîhniyeta AKP'ê ji vê êrîşa li dijî mirovahiyê berpirsyar e û hat gotin, "Ev êrîş her wiha radixe pêş çavan bê hikumeta AKP'ê li Tirkiyeyê civakeke çawa ya ku ji nirxên însanî û exlaqî dûr e û her kesê ne ji xwe dijmin dibîne, afirandiye.

Divê ev barbar zanibin, gelê Kurd û hemû mirovên li Tirkiyeyê yên ji demokrasiyê bawer kirine, wê bi rengekî bi heybet xwedî li cenazeyê dayika Kurd Hatûn Tûglûk a êş û zilmeke giran kişandiye derkevin. Wê xwedî li nirxên wê yên azadiyê derkevin.

Em careke din vê êrîşa xayin, barbar û hovane bi tundî şermezar dikin. Bila serê malbata Tûglûk û gelê me sax be. Bila rehma Xwedê li dayika me Hatûn be."