'KCD wê li Bakurê Kurdistanê bi erka xwe rabe'

Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk destnîşan kir, ku wê li Bakurê Kurdistanê bi erka xwe rabin û ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezintir bikin.

Leyla Guven û Berdan Ozturk, ku di Kongreya 8. a Asayî ya KCD'ê de ji bo Hevserokatiyê hatin hilbijartin, dan xuyakirin ku wê li Bakurê Kurdistanê bi erka xwe rabin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê xurtir bikin.

Di kongreyê de, ku bi şiyara "Ji bo Kurdistana azad, roj roja yekîtiyê ye" hate lidarxistin, Parlamenterê Agiriyê yê HDP'yî Berdan Ozturk li şûna Hatîp Dîcle tevî Leyla Guven bû hevserokê Kongreya civaka Demokratîk (KCD). Hevserokên KCD'ê, li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan ji ajansa me re axivîn.

'KCD BI PRATÎKA XWE DIKARE BIBE BERSIV JI PIRSGIRÊKAN RE'

Leyla Guven bi bîr xist, ku KCD ji ber pêwîstiyekê derkete holê û anî ziman, ku ew li erdnîgariyeke ji gelek nasname, çand, ol û baweriyan pêk tê dijîn, ji ber vê yekê pêwîstiya gelan bi kongreyeke sîwanî hebû, lewma KCD ava bû û veguherî dengê gelên Kurdistanê.

Guven got, "Saziyên din deng in. KCD rewşa gel dixe rojevê û ji hemû partiyên siyasî û saziyên din re radigihîne. Xwedî wê rolê ye, ku dikare xwe bigihîne her derê. Ji ber ku delegeyên xwe hene, ku ji hemû bajarên Kurdistanê hatine hilbijartin. Heta bajar, navçe û bajarokan jî delegeyên xwe hene. Li her derê tê temsîlkirin. Ji ber vê yekê, dema mafê mirovan tê binpêkirin, ya jî li cihekî komkujî tê kirin ewilî KCD pê dihese. KCD bi pratîka xwe dikare bibe bersiv ji vê rewşê re."

'TEVÎ HEMÛ ÊRÎŞ Û ZEXTAN JÎ HDP'Ê NAVBER NEDA KARÊN XWE'

Guven diyar kir, KCD temsîliyeta Suryanî, Ermenî, Êzidî û hemû gelên li Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Dewletê êrîşî saziyeke xwedî mîsyoneke ewçend girîng e, kir. Xwestin ku moral û piştigiriya gel a ji bo kongreyê ji holê rakin. Lê tevî van hemû êrîşan jî, karên KCD'ê nesekinîn û dewam kirin."

Guven destnîşan kir, ku KCD'ê bi rengekî bê navber 10 salan li Kurdistanê kar kiriye û wê ji niha û pê ve jî karê xwe bidomîne.

'KCD GEL E, GEL BÊDENG NABE'

Guven got, "KCD gel e, gel bêdeng nabe" û diyar kir, komele yan jî partî dikarin bên girtin, lê gel bi xwe bêdeng nabe.

Guven da zanîn, wan kongreya xwe di pêvajoyeke gelekî girîng de pêk anîne û wiha dewam kir: "Di demekê de ku li Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewimin, li Başûr referandûmek di rojevê de ye, li Rojava sîstemek nû tê avakirin û li Bakur jî daxwaza xwerêveberiyê tê kirin, me kongreya xwe li dar xist. Bêguman ev gelekî girîng e. Desthilatdariya AKP'ê nêzîkatiya xwe ya li Kurdan bi êrîşa qirêj a li dijî cenazeyê Dayika Hatûn nîşan da. Hewl dide gelê Kurd bêdeng bike, bitirsîne. Di demeke bi vî rengî de me kongreya xwe pêk anî. Xwedîderketina HDP, TJA, DBP û HDK'ê li kongreyê, ji bo me coş û kêfxweşiyeke mezin e. Ev jî vê yekê nîşan dide, ku zext nikare bi me. Gelê Kurd ev rastî gelek caran îspat kiriye. Kongreya me wê karên xwe yên ji niha û pê ve bi vê biryardariyê bidomîne."

KCD, JI BO PÊKHATINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI MÎSYONA XWE RADIBE

Guven bal kişand ser kêmaniya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û got, "Têkoşîna bêhempa ya Kurdan, îro li cîhanê bûye berxwedaneke mînak. Lê belê tiştekî ku kêm hiştiye heye. Ew jî Yekîtiya Neteweyî ye. Em neteweyek in, me gelek in, lê em kirin çar parçe. Mîna ku em çar gelên cuda ne. Em vê yekê qebûl nakin û dibêjin ku em gelek in, em neteweyek in. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî ye. Bi salane ji bo vê têkoşîn tê dayin. Lê heta roja îro me nekarî vê pêk bînin. Em karê KNK'ê yê dema dawî gelekî girîng dibînin û weke KCD jî li parçeyê Bakur vî karî dimeşînin."

'JI BO RAKIRINA TECRÎDA LI SER OCALAN EM Ê TÊBIKOŞIN'

Guven tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, "Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn şensek e. Ji bo ev şens baş bê bikaranîn, divê azad bibe. KCD ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî, wê têkoşîna xwe bidomîne."

'KONGRE BERSIVA LI ZEXT Û ZORDARIYÊ YE'

Hevserok Berdan Ozturk êrîşên giran ên 2 salên dawî li saziyên Kurdan tên kirin bi bîr xist û anî ziman, ku bi navê "Plana têkbirinê" êrîş li hemû saziyan hatin kirin û nûnerên gel ên hatine hibijartin hatin girtin. Ozturk anî ziman, ji ber mîsyona wê gelek êrîş li KCD'ê tên kirin û got, "KCD saziyeke civakî ya sivîl e. Saziyeke ku hemû cihêrengiya li erdnîgariya Kurdistanê di nav de vehewandiye. Herî dawî êrîş li KCD'ê hat ekirin. Armanc ji vê yekê, pêşîgirtina li bicihanîna armancên KCD'ê bû. Kongreya ku hate lidarxistin, mîna bersivek li van zext û zordariyan bû."

'JI BO EM SED SALÊN DIN WINDA NEKIN, DIVÊ EM YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN'

Ozturk destnîşan kir, ku KCD wê ji niha û pê ve jî di çarçoveya armanca xwe ya damerandinê de bi hemû cihêrengiyên li Kurdistanê têkoşîna xwe bidomîne û bi bîr xist, ku wan kongreya xwe bi dirûşma "Ji bo Kurdistana azad roj roja yekîtiyê ye" lidar xistin. Ozturk got, "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê li çar parçeyên kurdistanê firsendên gelekî mezin derketine holê. Firsendeke gelekî mezin li ber me ye ku piştî sed salan derketiye holê. Derfet çêbûne ku Kurd bi rêya kongreya neteweyî di aliyên hevpar ên berjewendiyên hemû Kurdan de li hev bicivin. Ji bo em sed salên din winda nekin, divê em vê firsendê bi yekîtiya neteweyî bi kar bînin."

'KCD WÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ BI ERKA XWE RABE'

Ozturk destnîşan kir, ku divê hêzên Kurdistanî nêrînên xwe yên cuda deynin aliyekî û di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de li çar aliyan li hev bicivin. Ozturk diyar kir, ku bi vî rengî divê li çar parçeyan Kurd bibin xwedî statu, ji bo vê bixebitin û yekîtiya neteweyî biafirînin. Ozturk ragihand, KCD wê ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî bi erka xwe rabe û got, "KNK li sê parçeyan dixebite. Em jî wek KCD li Bakurê Kurdistanê çi pêwîst be bi vê armancê em ê bikin."