KCD û DBP: Têkoşîna hevgirtî êdî şert e

KCD û DBP'ê ragihand ku bi tecrîda li Îmraliyê re welat ber bi tarîtiyê ve hatiye birin û destnîşan kir ku muxatabê çareseriyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha destnîşan kirin ku têkoşîna hevgirtî jî şert e.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, têkildarî berxwedana li zindanan a li dijî tecrîdê ku di roja 182'an de ye, li Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyek dan.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî da û got, "Welat ber bi zinarekî tarî ve tê tehfdan, azadiya gelan tê bisînorkirin u hîmên rejîmeke faşîst tên danîn. Di demeke wiha de ji bo me pêwîstî ye ku banga têkoşîna hevgirtî li hêzên demokrasiyê bikin."

'ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN PIRSGIRÊKA KURD E'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji tenduristiyê heta siyasetê, ji aboriyê heta ekolojiyê çavkaniya pirsgirêkan hemûyî pirsgirêka Kurd e û hate gotin, "Ji damezrandina komarê û vir ve pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd ku di dema Osmanî de hebû di salên dawî yên Osmanî de hewl hate dayin ku bi rêbaza tepisandinê asteng bikin. Bi Komarê re rêbazên zext, zordarî û tundiyê girantir bû. Di serhildanên Şêx Seîd, Agirî û Dersimê de li şûna çareseriyê, bi tundî tevgeriyan. Pirsgirêka Kurd ku bi salên 1990'î re mezin bû, veguherî şerekî giran. Civak li ber hev hate rakirin, ji aliyê neteweperestiyê ve hate sorkirin, ji aliyê dewletê ve nijadperestî hate afirandin. Gelê Kurd hate terorîzekirin û qirkirin lê hate ferzkirin."

'MUXATABÊ ÇARSERIYÊ, BIRÊZ OCALAN E'

Berdan Ozturk destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorekî siyasî û muxatabê çareseriyê ye û got, "Li dijî dewleta ku li şûna çareseriyê neçareseriyê ferz dike, Birêz Ocalan sala 1993'an agirbest ragihand û işaret bi wê yekê kir ku pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser nabe. Ji salên 90'î û vir ve gelek caran agirbest hate ragihandin û hate destnîşankirin ku li şûna şer, çareserî bi diyalogê dibe. Herî dawî sala 2013'an di deklarasyona ku li Newrozê hate xwendin hêvî mezin bû. Di dema ku jê re 'pêvajoya çareseriyê' dihate gotin, çêk bêdeng bûn û pêşî li kuştina mirovan hate girtin. Wê demê li Tirkiyeyê li qada aborî, tenduristî û perwerdeyê ve pêşketinên girîng çêbûn. Li nava gelan, hêviya jiyaneke li ser bingeha wekhevî û azadiyê şîn bû. Yên ku çareseriya vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê weke bidawîbûna desthilatdariya xwe dîtin, bi rêbazên giran û bi xwîn dawî li vê pêvajoyê anîn. Li dijî Birêz Ocalan ku afirînerê sereke yê çareseriya pirsgirêkê ye, tecrîd hate ferzkirin."