KCD li ber çêkirina HES'ê rabû: Êriş li dijî hiş û bîra Kurdan tê kirin

KCD'ê ragihand, bi çêkirina projeya HES'ê a li Geliyê Zîlanê wê ekosîstem bê têkbirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li pişt projeya HES'ê operasyona li dijî hiş û bîra cografyaya Kurdistanê heye."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî projeya HES'ê ku li Geliyê Zîlanê tê çêkirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çemê Zîlanê di navbera sînorê navçeya Erdîşê ya Wanê de cih digire û qadekî avî ye. Çemê Zîlanê ligel qada daristanê û bi hezaran cûreyên zindiyan xwedî ekosîstemek mezin e. Ligel wê ev qad mêrg e û ji bo debara hemwelatiyên herêmê di warê çandinî û ajalvaniyê çavkaniyek dewlemend e. Bi çêkirina projeya HESê ya li ser çemê Zîlanê dê ekosîstema herêmê bê talankirin."

'NAVENDA BÎRA GELÊ KURD E'

Di daxuyaniyê de girîngiya dîrokî ya Geliyê Zîlan ji bo gelê Kurd hate bibîrxistin û hate gotin, "Çemê Zîlanê di sala 1930'an de wekî 'Qetlîama Geliyê Zîlan' derbasî rûpelê dîrokê bû. Ji ber vê yekê ji bo gelê Kurd xwedî bîrek watedar e. Di qetlîama Geliyê Zîlan de 15 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ev qada ku ji bo gelê Kurd bûye navenda bîrê, îro bi projeya HES'ê tê xwestin ku bê binaxkirin.

Di pêvajoya dawî de, bi hewla ku tê xwestin li Çavên Hallvorî ya Dersimê otelek taybet bê çêkirin, Heskîfa ku di bin avê de hatî hiştin û plankirina çêkirina HES'ê ya li ser çemê Munzurê eşkere xuya dike ku li hemberî erdnîgariya Kurdistanê operasyonek bîrê tê kirin. Tê xwestin ku qetlîama ekolojiyê jî li qetlîamên beriya niha li hemberî civakê hatin kirin bê zêde kirin û bi vî awayî tê xwestin ku erdnîgariya Kurdistanê bê mirov û xweza bê hiştin.

Em wekî KCD'ê bang li raya giştî, gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, jin û tevgerên ekolojiyê dikin da ku li hemberî qirkirina xweza û bîrê ya li dijî civaka Kurdistanê û ekosîstema wê pêk tê helwestê bigirin."