KCD'ê Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner bi bîr anî

KCD'ê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi bîr anî û diyar kir, "Ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê wan bedena xwe kirin çeper." KCD'ê ji bo jiyaneke nû ya bi rûmet banga yekîtî û berxwedanê kir.

Di şeva 17-18'ê Gulanê de li Girtîgeha Amedê ya HEjmar 5'an şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurd Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmî Oner, li dijî êşkence û tundiya li girtiyan agir berdan bedena xwe û pêkanînên girtîgehê şermezar kiribûn.

Di salvegera çalakiya 'Çaran' de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmî Oner, bibîr anîn.

KCD'ê di peyama bîranînê wiha got: "Berxwedana li dijî faşizmê li kî dera cîhanê dibe bila bibe, bi qasî nirxê parastina rûmeta mirovahiyê ye. Kurdên li zindanan li dijî êşkenceya Cûntaya Evren, ji bo rûmeta mirovahiyê biparêzin bedena xwe kirine sîper. Çavkaniya şerê îro, efserên faşîst û nijadperest ên zindan tijî kirin û li zindanan êşkenceya li dijî mirovahiyê li kal, pîr û ciwanên Kurdan kirin e. Gelê Kurd her tim li dijî darbeyan bedelên giran da. Lê tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Daxwaza ciwanên Kurd a wê rojê, daxwaza gelê Kurd a îro ye. Îro jî daxwaza gelê Kurd ew e ku bibe xwedî statu û jiyana azad û demokratîk a gelan.

Gelê Kurd wê her tim li dijî hemû cûreyên darbeyan li ber xwe bide."