KCD’ê ji bo mirinên ji ber aşûtê şîn îlan kir

Kongreya Civakî ya Demokratîk cangoriyên aşûta Wanê bi bîr anî, ji bo du rojan şîn îlan kir û banga hevgirtinê kir.

Kongreya Civakî ya Demokratîk derbarê cangoriyên erdhej û aşûtê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ligel hêj birînên erdheja Xerpêtê nehatibûn pêçan, aşûta ku li navçeya Miksê ya Wanê çêbû di nav gelê me de rê li ber şînê vekir. Ji ber kareseta aşûtê, li hêlekê ji bo xilaskirina mirovên me gelê me ket nava seferberiyê û li hêla din jî civak ket nava xemgîniyeke mezin.

Em ji malbatên mirovên me yên ku ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê û ji mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dan rahmet û sebrê dixwazin. Em hêvî dikin ku mirovên me yên birîndar jî di demeke nêz veguherin tenduristiya xwe yê berê û baş bibin.

Tê xwestin ku bûyerên xwezayî wekî ku gelê me daîma beramberî wê dimîne bê nîşandan, lê rastî ne wisa ye. Dema ku mirov li ser bûyerên xwezayî lêkolînê dike tê xuyakirin ku îxmalkariya dîrokî û siyasî derdikeve holê û vê rastiyê tevahî raya giştî dizane.

Bûyera aşûtê ya yekemîn mirov dikare bi awayekî kismî têkildarî bûyerên xwezayî bike lê negirtina tedbîr û ewlehiyên têkildarî rêyan, girîng negirtina amadekariyên teknîkî, hişyariyên di demê de derbarê rêveberên di wê herêmê de diçin nehatiye kirin, bê qîmetiya jiyana mirovan a ji bo rêveberan derxistiye holê ku ev bûyer ne qeder di encama bê berpirsiyartiyê pêk hatiye.

Kareseta duyemîn a aşûtê di encama, negirtina ewlehiyê, israr û bê aqiltiya siyasetê û bê berpirsiyartî jî dema lê barbûye derketiye holê. Wekî ku di çapemenî û nav raya giştî de tê diyarkirin ku ligel hemû hişyariyan komek siyasetmedar bi piştgiriya hewayî û wesayitên zirxî di herêma aşûtê re derbas bûne û rê li ber kareseta duyemîn vekirine. Ev tevger rê li ber aşûtê vekiriye.

Desthilatdariya AKP’ê hatiye asta ku di nava krîzan de rê li ber krîzên nû veke. Ev siyaset û xêza ku bêyî jiyana mirovan bifikire dixwaze bûyerên xwezayî jî veguherîne berjewendiyê û bixe nava talûkeyê xerabûnek mezin dijî. Li şûna çareserkirinê pirsgirêkan bêhtir kûr dike. Divê tevahî raya giştî bibîne ku desthilatdariya AKP’ê ji bo civakê bûye rîskek mezin.

Li ser vê esasê em dixwazin hemû raya giştî têkildarî aşûta ku li Miks-Wanê pêk hatiye hestiyarî tevbigere. Piştevaniya bi malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane li gorî me helwestek mirovahiyê ye.

Em KCD ji bo parvekirina êşê em du rojan şînê îlan dikin. Di dema bûyerên bi vî rengî de em helwesta gelê xwe ya piştevaniyê dizanin. Bi vê hestiyariyê; di serî de em bang li gelê xwe hemû Saziyên Sivîl ên Civakî û partiyên siyasî dikin ku bi gelê Miksê re bikevin nava hevkariyê. Gelê Wanê dê tenê bi siyaseta samîmî, bê berjewendî û bi rûhê piştevaniyê bikaribe bi ser xwe were.”