KCD’ê jenosîda Enfalê bi bîr anî

KCD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî jenosîda Enfalê bi bîr anî û diyar kir politikaya qirkirinê ya li ser Kurdan li Qamişlo, Şirnex, Cizîr, Silopya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Geverê û Efrînê didome.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî jenosîda Helepçeyê ku 14’ê Nîsana 1988’an bi fermana dîktatorê Iraqê Seddam Hisên dest pê kirî û di encamê de 182 hezar Kurd hatin kuştin bi bîr anî.

KCD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Enfal ne komkujiya pêşî ya li ser Kurdan e ku dewletên mêtinger anîne serê Kurdan û ji dîroka komkujiyên Kurdan Koçgirî, Agirî, Zîlan, Dersim, Gimgimê bi bîr xist û bi domdarî got, ‘’Ev polîtîkaya qirkirinê li Qamişlo, Şirnex, Cizîr, Silopya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û niha jî bi wêrankirin û hilweşandina Efrînê re tê domandin.’’

KCD’ê bi domdarî got:

Tê zanîn ku dewletên dagirker ên ku ev komkujiyan kirine, bi piştgirî û hêzên emperyal ên navneteweyî pêk anîne. Hêzên navneteweyî şirîkî wan ên vî sûcê dermirovî ne.

Heta ku hemû dîktator û şirîkên wan ên van sûcan li pêşberî mirovahiyê hesab ji wan neyê pirsîn û neyên darizandin û cezakirin wê tu carî wijdanê mirovan pak nebe.

Lê belê rastiyek heye ku em pê zanin û berçav e. Ew jî tu carî li hemberî van komkujeran paş de gav neavêtin e û berdêla wê çi dibe bila bibe tu carî ji bîr û baweriya xwe ya azadî û rizgariyê tawîz nedan e. Wê îro jî nedin. Dîktatorên ku ev komkujî pêk anîne di wijdanê mirovahiyê de hatine mehkûmkirin û di nav rûpelên dîrokê yên lanetkirî û reş de wenda bûne. Gelê me jî her roj gav bi gav nêzî azadiya Kurdistanê dibe, ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe çavkaniya moral û hêviyê. Ji ber vê yekê Kurdistan, li dinyaya ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin bûye erdnîgariya jinûve şînbûna nirxên mirovahiyê.

Bi vê bîr û baweriyê 32’emîn salvegera komkujiya Enfalê careke din em lanet dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû berpirsyarên herêmî û navneteweyî li pêşberî mirovahiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.’’