Kasûn: Gelê Dersimê wê şaredariya xwe radestî nûnerên xwe bike

Îbrahîm Kasûn ku 9 salan li Dersimê alîkariya şaredarî û hevşaredariyê kir, diyar kir ku zext, zordarî û hîleyên di dema hilbijartinê de tên kirin wê bi ser nekevin.

Îbrahîm Kasûn ku li Dersimê di dema rêveberiya BDP û DBP'ê de sê serdeman alîkariya serokatiya şaredariyê kir, hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji ANF'ê re nirxand. Kasûn ku bi namzetên Yekîtiya Hêzê ya Şoreşger re tax bi tax, kolan bi kolan digere, destnîşan kir ku hilbijêr wê şaredariya ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin radestî nûnerên xwe yên rasteqîn bikin.

Kasûn bal kişand ser gefên desthilatdariya AKP'ê ku dibêje 'Em ê careke din qeyûm tayîn bikin' û anî ziman, bi kar û hewldanên xwe wan tirs û fikara ku bi vê gefê re xwestin bixin nava civakê, ji holê rakirine.

Kasûn diyar kir, zext, zordarî û hewldanên ji bo guhertina cihê hilbijêran wê bi ser nekevin û got, şêniyên navenda Dersimê bi biryar in ku qeyûm biqewirînin. Kasûn ragihand, bi tayînkirina qeyûm re polîtîkayên asîmîlasyonê zêde bûne û her devera bajêr bi nîşaneyên Osmanî tijî kiriye.

Kasûn anî ziman, ku qeyûm avahiya şaredariyê jî kiriye mîna qereqolê, lewma gel naxwaze biçe şaredariyê û got, "Şêniyên Dersimê dixwaze avahiya şaredariyê radestî gel û nûnerên rasteqîn ên gel bê kirin. Qeyûm ti xizmet ji vî bajarî re nekir, di ser re; bi navê sererastkirinê yên hatine kirin jî xera kir. Dema ku baran didê li sûkê av mîna lehiyê diherike."