Kasibkarek bi êşkenceyê hate kuştin
Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, kasibkarek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi êşkenceyê hate kuştin.
Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, kasibkarek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi êşkenceyê hate kuştin.
Li gorî malpera Kolbernews'ê duh kasibkarekî (bazirganên ser sînor) yê bi navê Rehman Qurbanî yê ji bajarê Pîranşar ya ser bi parêzgeha Urmiyê li bajarê Xoyê ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hate girtin. Polîsên rejîma Îranê li zindanê êşkence li Rehman Qurbanî kirin û ew kuştin.
Malbata Rehman Qurbanî cenazeyê wî rakir û ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî.