Karê havînê nêçîra ji bo zivistanê ye

Çand her tişt e, keda bi dest hîna li gundên Kurdistanê berdewam dike. Tevî teknîka pêşketî jî gundî keda bi dest hildibijêrin û hêjatir dibînin.

Gelê gundewarên Qendîlê dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Giha genim, ka û hwd. tînin ser hev. Bi keda destan, bi teknîka kevnar û giranbiha. Bi dasik û stranên gelêrî.

Amadekirina rêsî ku ji bo êlek, mîh, bizin û her wekî din tê amadekirin. Rêsî, giha, beriya ku zer bibe bi dest tê komkirin û tê hûnandin. Piştî wê li ser dîwaran tê raxistin da ku bi rengê xwe yê kesk hişk dibe û di zivistanê de didin çêlek û pez. Ji bo qelewbûna wan û pirbûna şîr baş tê dîtin û li her çar parçeyên Kurdistanê tê çêkirin.

Gundiyê bi navê Mam Hesen yê ku ji gundê Bokrîskanê ye, li ser giringiya rêsî, genim, ka û keda dest got, ''Genim bi dasikan tê komkirin. Ji ber teknîkên mezin ku kom dike lê tevî ku ev teknîk jî hen dîsa jî gel bi dasikan û stranên xwe yên gelêrî kom dike. Savar, dan, ard û gelek berhemên ku ji genim çêdibin, bi keda dest jê sûd werdigirin û kaya wê jî jî ji bo ajaên xwe dixin telîsan û ji bo zivistanê hiltînin.

“Ji wê re dibêjin(giya gizre),taybetmendiya vî giyayê ew e ku zivistanê pir bi hesanî ji hev ve dibe, ji ber wê jî em di demsala zivistanê de didin ajalên xwe. Em giyê li hev ba didin û em jê re dibêjin rêswegiya. Ev giyayekî pir berxwedêr e, her dem şîn dimîne. Lewma em wê dikin rêsî, ev ji bo me kar hêsan dike.''

Hesen wiha didomîne: ''Min pir bêriya rojên berê kiriye. Wan rojan me bi hev re karê xwe dikir û têkiliyên civakî geştir bûn. Lê mixabin niha ne wiha ye, kes nema bi dest kar dike û kedê nade. Bi teknîkê amade dikin û bi maşîneyan tînin malê. ''

Hesen li ser çinivîna bi dasê jî got, ''Di serî de dema ku em bixwazin genim bi dasê biçînin, destpêkê em gurzek genim ji kok ve dikişînin. Piştre axa binê wê bi lingê xwe diweşînin. Ev gurza ku hatiye çînin bi şêwazekeî hevseng dibe du beş û serê wan bi hev ve tê girêdan û tê dayin. Ji bo ku genimê xwe bixin ser, eva kar hêsan dike, ji bo dema xermankutê ;(çêkirina berhemên cuda ji gênim).

Mam Hesen bi stranên xwe yê gerlêrî genimê xwe diçîne û dibêje, 'Hedrûne, hedrûne, destkê dasêm barûne lê lade de şew û roj xebat dike, qetman dûnamibin, li pênawî Qendîlê..Hedrûne, hedrûne).

Hesen genimê ku çandibû xist ser gurzeka ku beriya wê amade kiribû û bi şêwazeke hişk girêdide û bi vî rengî gurzek mezin ji gênim amade dibe.

Heta payizê ev genim wiha dimîne, genim û kayê ji hev vediqetînin. Ka ji bo sewalan tê hilanîn, genimê wê jî dibe ard, savar, serik û hûrik.

Gundiyê bi naê Mîran Bokrîskanî jî got, ''Di navbeyna demsala havîn û biharê de zeviyên gênim li herêmên Bîtwên û Pişder (Herêma Raperîn) tê çinîn. Wan deman em bi maşîneyan berhemên wê derê tînin vê herêmê û kayê ji gênim vediqetînin. Kayê dixin nav telîsan û ji bo zivistanê dihilînin. Bêguman ev karekî zehmet e. Eger rihê ku mirov bi hev re kar bike nebe, mirovek tenê nikare vî karî bibe. Berê hê zehmetir bû lê gelekî xweştir bû. Niha danûstandina civakê nemaye, bi teknîka pêşketî nirsê mirov nemaye û mirovên din bi keddayinê nawestin.''