Karayilan: Govenda şoreşê hîn jî bi xurtî digere

Karayilan: Dijmin dixwest govenda şoreşê ji belav bike, lê belê ev govend hîn jî bi rengekî xurt digere. Gerîla li serê vê govendê ye. Gerîla têk biçe wê her kes têk biçe. Rejîmê nekarî gerîla tasfiye bike û li bin ket.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî.

Têkildarî kiryarên vê dawiyê yên desthilatdariya Tirkiyeyê got, "Desthilatdariya li Tirkiyeyê hikumeteke normal nîne. Bi darbeyê, faşîzmê û neteweperestiyê hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne û bi vî rengî dixwaze temenê xwe dirêj bike. Li gorî xwe sîstemek, rejîmek, dewleteke polîsan ava kiriye. Bêguman vê yekê jî bi tifaqa bi hêzên li nava dewletê dike. Rejîmeke ku bi kombûna li hev a AKP-MHP-Partiya Vatan-Ergenekon, neteweperest, faşîst û nîjadperestan ava bûye. Armanca bingehîn a vê rejîmê ew e ku çokê li her kesî bide tewandin. Ji xwe li ser bingeha lihevkirina wan 'planeke wan a serîtewandinê' heye. Ev plan li Tirkiyeyê hinekî bi ser xistin, lê belê li Kurdistanê nekarîn çokê li PKK'ê bidin tewandin. Nekarîn bi Rêber Apo re gavê paşde bidin avêtin. Tevî ku 5 sal in heta ji wan tê êrişê dibin ser gerîla nekarîn encama ku dixwazin bi dest bixin. Her wiha li dijî gel, siyaseta demokratîk bi rengekî faşîst tevdigerin û li zindanan êşkenceyê dikin. Tevî vê yekê jî nekarîn encamê werbigirin. Li gel ewqas zexta giran, êşkence û qirkirinê nekarî gavê bi kesî bi paş de bidin avêtin."

'TÊKILIYA NAVBERA REJÎMÊ Û SÎSTEMA TECRÎDÊ'

Karayilan destnîşan kir ku desthilatdarî bi rêya tundî, zext û şer hewl dide temenê xwe dirêj bike û got, "Di navenda vê siyasetê de tecrîda li Îmraliyê heye. Ev rejîma qirker li ser sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ava bûye. Tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser demokrasiya Tirkiyeyê ye, li ser gelê Kurd û gelên herêmê ye. Tecrîd li Kurdistanê û herêmê dibe şer, li Tirkiyeyê jî dibe faşîzm. Wateyeke bi vî rengî ya tecrîda li Îmraliyê heye.

Rejîma AKP-MHP'ê li ser siyaseteke wiha qirker a li Îmraliyê hebûna xwe didomîne. Ev eşkere ye û li pêş çavan e. Ev bêexlaqî û bêhiqûqiya li Îmraliyê niha li hemû zindanan tê meşandin. Yanî ev şerê taybet ku cihê xwe di nava ti exlaq, çand û hiqûqê de nîne, li li tevahiya zindanên li Tirkiye û Kurdistanê belav kirin. Ya rast tecrîd îro li tevahiya Tirkiyeyê heye."

Karayilan anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser hiqûq, demokrasiya li Tirkiyeyê, paşeroja Kurdistanê û paşeroja gelên herêmê ye.

'TÊKILIYA NAVBERA TECRÎDÊ Û TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ'

Karayilan diyar kir ku eger li dijî bêhiqûqî û bêexlaqiya sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê têkoşîn neyê kirin hingî têkoşîna demokrasiyê jî bi pêş nakeve û got, "Têkoşîna demokrasiyê û têkoşîna li dijî tecrîdê êdî di zikhev de ne. Ji ber vê yekê ne tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê divê her kesên alîgirê demokrasiyê yên li Tirkiyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin, li dijî vê têbikoşin. Heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin li Tirkiyeyê tiştek bi cih nayê, hiqûq, edalet, azadî, demokrasî pêk nayê. Ev bi tecrîdê re di zikhev de ye. Lewma gelê me, gelên Tirkiyeyê divê hîn bêhtir li dijî tecrîdê têbikoşin."

'REJÎMEKE KU DIJMINÊ KURDAN Û DEMOKRASIYÊ YE'

Der barê girtina parlamenterên HDP'ê de Karayilan got, "Rejîma AKP-MHP'ê rejîmeke darbekar e. Bi darbeyê li ser piyan e. Bêguman xistina parlamenteriyê ya wekîlan darbeyek û êrişek li ser îradeya gel e."

Karayilan got, "Li ser dijminatî û dijberiya li Kurdan dixwaze pêleke neteweperest-şoven li Tirkiyeyê biafirîne û bi piştgiriya vê pêlê jî desthilatdariya xwe mayinde bike. Gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê bi vê rastiyê zanibin; Ev rejîm dijminatiyê li Kurdan dike, dijminatiyê li demokrasiyê dike. Ev rejîm bi nîjadperestiyê dixwaze ji vê sûdê werbigire. Ji xwe dijminatiya xwe ya li Kurdan venaşêre. AKP bi vî rengî ji MHP a nîjadperest jî bihuriye."

'LEYLA GUVEN PÊŞENGA BERXWEDANA DÎROKÎ YE'

Karayilan diyar kir ku yên dikin hedefa xwe yek bi yek li ser wan radiweste û got, "Ev wekîl mirovên ji rêzê nînin. Weke ku tê zanîn Leyla Guven pêşengî ji berxwedaneke dîrokî re kir. Her wiha Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk e, yanî îradeya gelê Kurd temsîl dike. Eşkere ye ku bi zanebûn Leyla Guven kirine hedef. Ji ber ku li pêşberî berxwedana greva birçîbûnê ya dîrokî ya bi pêşengiya Leyla Guven neçar ma gavê biavêjin, niha dixwzin hesabê vê bipirsin, dixwazin tolê hilînin. Divê ev yek wiha bê nirxandin.

'FARISOGÛLLARI DI TEVAHIYA JIYANA XWE DE TAWÎZ NEDA'

Mûsa Farisogûllari jî ji welatparêziyeke kûr a Amedê tê. Di tevahiya jiyana xwe de li pêşberî faşîzmê ti tawîz ji têkoşînê neda û xwedî li kevneşopiya berxwedanê derket. Ji ber vê sekna xwe bi zanebûn ew kirine hedef. Yanî di şexsê Mûsa Farisogûllari de êriş li dijî sekna têkoşînê ya bi îdîa û nasnameya welatparêziyê kirin."

ÊRIŞÊN BI RÊK Û PÊK Û DEWAMA HEV

Karayilan destnîşan kir ku rejîma heyî rejîmeke welê ye ku di ser tinekirina gelê Kurd re dixwaze hebûna xwe bidomîne, rejîmeke qirker-nîjadperest e û got, "Ji tecrîda li Îmraliyê heta girtina wekîlan, ji desteserkirina şaredariyan heta qirkirina siyasî ya li dijî jinan, ji êşkencekirina cwianên Kurd heta xerakirina goristanan, ji êrişên li dijî nirxên gelê Kurd ev rastî bi rengekî eşkere xuya dike. Êrişên bi rêk û pêk in û dewama hev in. Bariş Çakan ciwanekî Kurd ê 20 salî ye. Çi kir ku bi kêrê ew parçe kirin? Ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kir kêr li dilê wî xistin û ew qetil kirin.

'LI TIRKIYEYÊ NÎJADPERESTIYEKE METIRSÎDAR HEYE'

Nabe ku ev êriş munferît bê dîtin. Kadır Sakçi, Şîrîn Tosûn, Sedat Akbaş, her wiha li Stenbolê Selîm Serhat, Emrah Gezer, ciwanên Kurd bûn û ji aliyê faşîstan ve hatin qetilkirin. Li ser çand, hebûna Kurdan êrişeke bi vî rengî heye. Ev yek encama nîjadperestiya li Tirkiyeyê ye. Me berê jî qalê kiribûn; li herêma Bestayê du welatparêzên evîndarê xaka xwe yên hêja Hurmuz û Şîmonî yên Keldan-Suryanî yên ji gundê Mehre bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê nîjadperestiyeke metirsîdar heye. Faşîzma nîjadperest li Tirkiyeyê kûr e. Li dijî Kurdan, Keldaniyan, Suryaniyan, Ermenan, Çerkes û Rûman neteweperestî û nîjadperestiyeke kûr heye."

'QETILKIRINA BARIŞ JI RÊZÊ NÎNE'

Karayilan diyar kir ku qetilkirina Bariş Çakan ji ber guhdarîkirina li muzîka Kurdî bûyereke ji rêzê nîne û got, "Qetilkirina Bariş tê wateya qetilkirina parşeroja gelê me. Lewma divê ciwanên Kurd vê êrişê weke êrişeke li dijî xwe bibînin û li gorî wê helwestê nîşan bidin. Divê ciwanên Kurdistanê rûmet û şerefa xwe biparêzin, zilma ku hatiye kirin qebûl nekin, bêdeng nemînin. Çawa ku li Amerîkayê raperîn çêbû, gel rabû serhildanê, li dijî tişta li Bariş hate kirin jî divê li Kurdistanê bi heman rengî bersiv bê dayin, hesab bê pirsîn.

'ÇAWA KU LI EMERÎKAYÊ KESÎ GUH NEDA KORONAYÊ...'

Eger li Kurdistanê bersiv nayê dayin di vir de divê mirov kêmasiyên xwe bibînin. Lewma nerazîbûna tê nîşandan gelekî kêm e. Belê, siyasetmedarê Kurd li dijî tecrîda li Îmraliyê, li dijî darbeya li wekîlan hate kirin û têkildarî Bariş Çakan daxuyaniyê dikarin bidin û şermezar bikin. Ev pêwîst e, lê belê ev bi tena serê xwe têrê nake. Yanî divê îradeya gel biherike kolanan. Bala xwe bidinê, li Emerîkayê bi hezaran kesî guh nedan vîrûsa koronayê û herikîn kolanan. Ji ber ku bêdengiya li pêşberî êrişa nîjadperestî nedibû. Eger rûmeta mirovan nebe, yanî ku mirov li ber êrişên wiha ranebin hingî wateya jiyana mirovan çi ye? Rejîma AKP-MHP jî ji bo tepisandina gel vê vîrûsa koronayê gelekî bi kar tîne. Ji niha û pê ve divê mirov guh nedin vê, ji ber ku kêr êdî gihîştiye hestî."

'DIVÊ TÊKOŞÎN BIHERIKE KOLANAN'

Karayilan destnîşan kir ku divê ev neyê qebûlkirin, serî bê hildan, têkoşîn bê xurtkirin û got, "Navê xwe Bariş e lê belê ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir bi kêrê hate qetilkirin. Di vir de vê bangê li ciwanên Kurd dikimk; Ya ku li Bariş hatiye kirin divê baş bê fêhmkirin û li dijî vê kes bêdeng nemîne. Eger nikarin dakevin kolanan, eger dibêjin têkoşîn li wir zehmlet e, hingî bila bên çiyê, tevlî gerîla bibin. Divê ciwanên Kurdistanê bêdeng nemînin, biherikin kolanan û çiyê. Bi vî rengî dikarin helwestê li dijî êrişên nîjadperest û qirker bê nîşandan.Ji bo parastina rûmetê û paşerojê ev yek şert e.

Banga min ne tenê li ciwanên Kurd e, li ciwanên gelên li Tirkiyeyê hemûyan e, ku bi vî rengî nêzîk bibin. Yên ku li Tirkiyeyê dibêje, 'ez mirov im, alîgirê demokrasiyê me' divê li pêşberî van kiryaran bêdeng nemînin."

'LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ PAQIJIYA ETNÎKÎ DIKE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan têkildarî revandina jinên Kurd li Efrînê û kiryarên hovane yên dewleta Tirk a dagirker wiha axivî: "Ya ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike rûreşiya mirovahiyê ye. Di sedsala 21'ê de li pêş çavên cîhanê li Efrînê, her wiha li Serêkaniyê paqijiya etnîkî dike, mirovan direvîne, jinan direvîne, dest datîne ser mal û milkên gel. Ev hemû binpêkirina mafên mirovan e. Rejîma Erdogan xwe dispêre kê û van dike? Di vir de hêz hene ku ji vê berpirsyar in. Mesela Emerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe, ji bo Tirkiyeyê ber bi aliyê xwe ve bikişînin hewl didin. Erdogan jî ji vê yekê sûdê werdigire û li Efrînê hovîtiyê dike. Berpirsyarê van hemûyan Emerîka û Rûsya ne, her wiha Neteweyên Yekbûyî ye ku li pêşberî van kiryaran bêdeng e. Neteweyên Yekbûyî têkildarî Efrînê hin daxuyanî da, lê belê bi giştî hovîtiya tê kirin rewa dibîne.

'DIVÊ KES XWE NESPÊRE HÊZÊN DERVE'

Karayilan destnîşan kir ku di şexsê Efrînê de li ser gelê Kurd lihevkirineke navneteweyî heye û got, "Li pêşberî vê hovîtiyê bêdengî heye. Divê em xwe bispêrin hêza xwe û bi vî rengî têbikoşin. Bêguman dema em vê dibêjin, em têkoşîna siyasî û dîplomatîk nadin aliyekî, lê belê gel divê li ber xwe bide û li dijî siyaseta durû ya hêzên navneteweyî xwedî helwest be. Bila kes hêviya xwe ji van hêzên derve neke. Piştî dagirkirina Serêkaniyê, Emerîka û dewleta Tirk li hev kiribûn ku wê her kes vegeriya mala xwe. Ka ev yek pêk hat? Gelê Serêkaniyê karîbû vegere mala xwe? Yanî ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj hewl didin gelan bi vê siyaseta durû bixapînin. Li dijî vê yekê divê têkoşîna neteweya demokratîk bê meşandin.

'NE ÇETE, DEWLETA TIRK BI XWE DIKE'

Ji bo kiryarên li Efrînê û Serêkaniyê hinek dibêjin, 'çeteyan filan tişt kir'. Çet enîne; ew hemû dewleta Tirk bi xwe dike. MÎT rojane raporê ji van çeteyan werdigire û wan yekser bi rê ve dibe. Lewma berpirsyarê yekser ê vê hovîtiyê dewleta Tirk a faşîst qirker e. Ne çete ne, ma çi qîmetê çeteyan heye? Ev hemû ji aliyê dewleta Tirk, ji aliyê Erdogan bi xwe ve tê kirin. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

'JIBÎRKIRINA KIRYARÊN LI EFRÎNÊ XIYANET E'

Çawa ku DAÎŞ'ê li Şengalê jinên Kurd ên Êzidî revand û kir kole, niha jî li Efrînê dewleta Tirk ji bo jinên Kurd bi heman rengî bike kole, bifiroşe û bi her rengî bêrûmetiyê li wan bike direvîne. Her mirovekî Kurd kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê ji bo deqeyekê jî ji bîr bike ew ketiye nava xiyanetê. Divê gelê Kurd vê zilma li Efrînê ti carî ji bîr neke. Li dijî vê têkoşîn divê. Ya pêwîst ev e. Di vê xusûsê de Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi rengekî mezin li ber xwe dide, çalakiyên gelekî xurt dike. Wan hemûyan silav dikim, pîroz dikim û ji fermandar û şervanên wan re serketinê dixwazim.

Ciwanên Kurdistane, ciwanên Efrînê, her kesên xwedî rûmet divê vê hovîtiyê ji bîr nekin. Ya ku ciwanên Efrînê divê bike ne reva ber bi Ewropa, Başûr û Tirkiyeyê ye, ya pêwîst ew e ku tevlî HRE'yê bibin, li rûmeta xwe, xak û welatê xwe xwedî derkevin."

'GERÎLA TÊK BIÇE WÊ HER KES TÊK BIÇE'

Têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker Karayilan wiha axivî: "Li dijî dewlet Tirk a faşîst, dagirker, qirker di astekê de bexwedan heye, şer tê meşandin. Li gel kêmasiyên xwe jî heta astekê çalakî tên kirin. Yanî govenda şoreşê dewam dike, dijmin dixwest govenda şoreşê ji hev belav bike, lê belê ev govend hîn jî bi xurtî digere. Gerîla li serê vê govendê ye. Eger gerîla têk biçe wê her kes têk biçe. Yanî eger em dibêjin, 'Dijmin bi ser neketiye, têk çûye' bêguman di vir de rola berxwedana li çiyê û bajaran mezin e."

'DIVÊ HELWEST LI DIJÎ SÎXURKIRINÊ BÊ NÎŞANDAN'

Karayilan li ser polîtîkaya sîxurkirinê ya dewleta Tirk jî got, "Dijmin niha dixwaze çi bike? Dijmin dixwaze li Kurdistanê ciwanan dejenere bike, ji rê derxîne, berê wan bide kiryarên li dijî exlaqê civakê; têk bibe û bike sîxur. Berê dixwest bike cerdevan. Niha jî qîma xwe bi vê nîne û dixwaze bike sîxur. Cerdevan be yan jî nebe, divê her kes li dijî sîxurkirinê helwestê nîşan bidin. Vê yekê bi taybetî ji bo Bakurê Kurdistanê girîng dibînim. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî karê dijmin ê sîxurkirinê zêde bûye. Li dijî karê qirêj ê dijmin ê sîxurkirinê divê têkoşîneke xurt bê meşandin."

'EGER JI QADÊ AGAHIYÊ WERNEGIRE NIKARE ENCAMÊ WERBIGIRE'

Karayilan got, "Divê em zanibin, eger îstîxbarat nebe hingî hêza îstîxbarata hewayî û teknîkê ya dijmin bêencam e. Bêyî agahiya xwecihî tenê bi îstîxbarata ÎHA'yan nikare tespît bike. Îstîxbarata esasî ji sîxurên xwecihî yan jî çavdêran werdigire. Ji ber vê yekê jî divê mirovên me li dijî karên sîxurkirinê yên dijmin têbikoşin. Eger ewladên fedayî yên vî gelî derbê bixwin û tasfiye bibin hingî tiştek ji vî gelî namîne. Paşeroja vî gelî jî namîne. Ji ber vê yekê divê her kes beriya her tiştî bifikire ku çawa dikare fedayiyên azadiyê, vê civata mirovên hêja biparêze."

Karayilan got, "Em bi gelê xwe piştrast in, welatparêziya li Kurdistanê cewhera têkoşîna me ye. Em bi gelê xwe piştrast in û bi vî rengî xwe feda dikin. Di vir de dixwazim vê bêjim; gelê me û welatparêzên me divê li dijî yên lawaz têbikoşin û xwe ji karên sîxuriyê yên dijmin biparêzin. Eger bi vî rengî nêzîk bibin hingî di vê dema dîrokî de encameke baştir dikare bê bidestxistin, planên dijmin hemû dikarin bên pûçkirin û serketin dikare bê misogerkirin."