Karayilan: Gerîla di pêngavê de wê pêşengiyê bike

Murat Karayilan: Serê vê pêngavê wê gerîla bikişîne û bi rola pêşeng rabe. Te divê bila hêzên parastina meşrû yên nav civakê rêxistinî bin, te dive bila gerîla bin, hemû hêzên parastinê di vê pêngavê de wê bi rola pêşeng rabin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karyilan têkilî mijarên li rojevê ji Radyoya Dengê Welatê re nirxandin kir.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan têkilî pêngava KCK’ê ya, ‘Bes e ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Niha Dema Bicihanîna Azadiyê ye’ got, ‘’Di vê serdema dîrokî de li ber gelê Kurd hem derfetên mezin hene, hem talokeyên mezin. Niha Şerê Cîhanê yê Sêyan tê jiyîn. Her kes haziriya hevsengên nû dike. Kurd jî hewl didin ku di nav van hevsengên nû de cih bigirin. Lê li dijî vê ango ji bo ku gelê Kurd di nav hevsengên nû de cih negire, êrîşkariya mêtinger a li ser Kurdistanê ku dewleta Tirk pêşengiya wê dike, didome. Ji bo ku gelê Kurd bêstatû bimîne û li ser Kurdistanê siyaseta qikirinê bidomîne hewldane mezin dide. Bi vê çarçoweyê di navbeyna me û mêtingera qirkefaşîst a Tirk de ev 6 sal in şerek heye. Ev şer îro hatiye qonaxeke pir girîng.’’

‘EM DIKARIN BIBIN XWEDÎ STATÛ’

Karayilan bal kişand ser pêngava KCK’ê û dema wê û wiha domand: ‘’Di serdemeke wiha de geşkirina pêngaveke stratejik û berfireh bêguman pir girîng e. Pêngava ku Konseya Rêveber a KCK’ê ku li ser navê hemû tevgera me dayî tam jî di demeke wiha de ku diviya rabûneke wiha bihata kirin, ango tam di dema xwe de hatiye destpêkirin. Ango li dijî êrîşan divê gelê Kurd, em jî li hemû parçeyên Kurdistanê bi teqezî bibin yek û bi têkoşînê berxwedanê geş bikin. Heke em bikaribin vê bikin û ji derfetan sûd werbigirin, weke yek ji gelê qedîm ê herêmê em dikarin li ser van xakan bi zengêniyên xwe jiyaneke azad bijîn. Ango em gelê Kurd dikarin di nav hevsengên nû de bibin xwedî statû, derfetên vê hene.

‘SERKÊŞIYA PÊNGAVÊ WÊ GERÎLA BIKE’

Karayilan destnîşan kir ku wê gerîla serkêşiya pêngavê bike û got, ‘’Bêguman wê gerîla serkêşiya vê pêngavê bike, pêşengiya vê bike. Te divê hêzên parastina rewa ya sivîl ku li nav gel û li gelek deveran rêxistinî be, te divê bila gerîla be, em hemû hêzên parastinê di vê pêngavê de em ê bi rola xwe ya pêşeng rabin. Her çendî hêzên gerîla ku têkneçûna xwe çespandibe jî, weke hewcehiya rasteqîniya têkoşînê rola xwe lîstibe jî, wê ew çendî hêzê bide civakê, weke hêza motor a şoreşê bi rola xwe rabe. Ji ber vê jî di vê serdema girîng de rol û peywireke girîng dikve ser Gerîlayên Azadiya Kurdsitanê û hemû hêzên parastina meşrû. Bêguman armanca vê pêngavê azadî ye. Bicihanîna azdiyê tê maneya azadiya Rêbertî û civakê. Jixwe ev jî armanca herî mezin a gerîla ye. Ji ber vê divê hemû hêzên me yên gerîla hay ji vê hebin. Ev pêngav peywira me zêdetir dike û divê bi latiqî di nav vê pêngavê de em cihê xwe bigirin. Li ser xeta Rêber Apo û şehîdan ji bo serkeftina vê pêngavê divê hemû fedekariya hewce em bikin. Em bawer dikin hemû hevrê bi vê çarçoweyê lê hûr dibin û bi vê bingehê têkoşîne geş bibe, kûr bibe û bi ser bikeve.’’

‘10’Ê COTMEHÊ WÊ LI CÎHANÊ TÊKOŞÎNA AZADIYA RÊBER APO GEŞ BIBE’

Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî 10’ê Cotmehê weke ‘Roja Cîhanê ya ji Ocalan re azadî’ ragihand. Têkilî vê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ev anî ziman, ‘’Roja ku Insîyatîva Ji Rêber Apo re Azadî’’ diyar kiriye, ango roja 10’ê Cotmehê rojeke watedar e. Her wiha salvegera Komkujiya Garê ya Enqerê ye. Li wir mirovên pir hêja şehîd bûn. Pir bimaneye ku roja şehadetên wiha çêbûne weke Roja Cîhanê ya ji Rêber Apo re Azadî hatiye ragihandin. Di vê roja girîng de ez bawer dikim ku wê tevlêbûna zêde be û her kes li gorî maneya vê rojê tevbigere. Wê bibe roja ku li asta cîhanê têkoşîna azadiya Rêber Apo geş bibe.’’

‘AZADIYA RÊBER APO Û KURDISTANÊ MIROV NIKARE JI HEV QUT BIKE’

Têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Karayilan got, ‘’Heke pergala êşkenceyê ya Îmraliyê neyê parçekirin meseleya Kurd jî çareser nabe. Meseleya demokratîkbûna Tirkiyê jî çareser nabe. Îro azadiya Rêber Apo, her wiha azadiya gelê Kurd e. Jixwe Rêber Apo jî ti caran di nirxandinên xwe de azadiya xwe û azadiya gel ji hev qut nekiriye. Ango heke meseleya Kurd çareser bibe Rêber Apo dikare azad bibe; heke Rêber Apo azad bibe meseleya Kurd dikare çareser bibe. Mirov nikare ji hev qut bike. Azadiya Rêberê Gelê Kurd û nûnerê gelê Kurd Rêber Apo her wiha azadiya Kurdistanê, azadiya gelê Kurd e. Azadiya gelê Kurd jî bi xwe re wê demokratîkbûna Tirkiyê bîne, wê bike ku rejîma qirker-faşîst hilweşe. Ev jî ji bo hemû gelên herêmê tê maneya destpêkirina serdeme nû’’ û got, ‘’Bi vê bingehê li herêmê û cihanê em bang li hemû alîgirên demokrasiyê û gelê Kurdistanê dikin ku bi rengekî xurt tevlî 10’ê Cotmehê, Roja Cîhanê ya Ji Rêber Apo re Azadî bibin.’’

Karayilan her wiha bi bîr xist ku 9’ê Cotmehê destpêka Komploya Navnetewî ye, saziyên ku roja 10’ê Cotmehê diyar kirine wê ev jî hesêb kiribin û wiha pêde çû, ‘’Ango em ê hem komployê şermezar bikin û hem jî têkoşîna têkbirina komployê geş bikin û li ser vê bingehê em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin. Hedef ev e. Ji bo jî di serî de milîtanên tevgera me û hemû gelê me yê welatparêz û hemû hêzÊn alîgirên demokrasiyê yên li herêmê divê bi rengekî xurt pêşwazî li vê rojê bik, divê em vê rojê bikin roja têkbirina Komploya Navntewî, roja destpêkirina pêkanîna azadiya Rêber Apo.’’

‘BI DOZA KOBANÊ DIXWAZIN TOLÊ HILÎININ’

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan derheqê polîtîkaya qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê û welatparêzên Kurd ya bi hinceta raperîna Kobanê ya 6-8’ê got, ‘’Rojên 6-8’ê Cotmehê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de rojên girîng in. Wan rojan Kurd derketin kuçeyan. Ji ber ku faşîzma DAÎŞ’ê êdî ketibû navenda Kobanê û taloke çêbûbû ku Kobanê bi temamî dagir bikin. Gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî bi vê bingehê derketibûn derve lê bi fermana Erdogan polîsan li gelê me reşand, 37 mirovên me şehîd bûn. Provakasyon hatin kirin. Navê Yasîn Boru pir tê gotin. Bi eslê xwe ev provakasyon e. Ev bûyer jî ji hêla MÎT’a Tirk ve hate hazirkirin. Bi vî rengî xwestin ku di nav gel de tevlîheviyan bikin, şer derxînin û projveya komkujiyê bikin.’’

Karayilan wiha domand: ‘’Niha li vir a ku sûc kiriye dewlet bixwe ye. Lê beriya niha dewletê bi gotina, ‘we ferman daye’ hin HDP’yî girtibûn. Lê tiştekî wiha nîne; li holê êrîşên DAÎŞ’ê hebûn û li dijî vê gel rabû ser xwe. Li gel vê jî wê demê ev doz vekirin û hate girtin. Niha piştî 6 salan careke dî li ser 80 kesî biryara lêpirsînê hatiye standin’’ û diyar kir, ‘Bi vê dixwazin tolê hilînin. Ji ber ku Tayyîp Erdogan hê jî serfiraziya Kobanê û şikestina DAÎŞ’ê ya li wir neserifandiye.’’

‘JI BO PÊŞÎ LI GEL BIGIRIN DA KU TEVLÎ PÊNGAVA KCK’Ê NEBE EV OPERASYON DANE DESTPÊKIRIN’

Karayilan li ser sedema esasî ya operasyona qirkirina siyasî ev got, ‘’Bi esasî ji wê pêngavê ditirsin ku Konseya Rêveber a KCK’ê ragihandiye. Ji bo ku gelê me li Bakurê Kurdistanê tevlî pêngavê nebe ev seneryo danîne. Ev senaryoyek e, ango tiştekî bêbingeh e. Destgirtinên pêşî kirin lê hê jî em dinerin ku li Amedê û bajarên din mirovan destgîr dikin. Ango bi zextê dixwazin civakê çavtirsanî dikin. Armanca wan ew e ku wê fersendê nedin ku bi çarçoweya vê pêngavê kesek tevnegere.’’

‘DEWLETA TIRK DITIRSE KU LI KURDISTANÊ SERHILDAN ÇÊBIBE’

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk herî pir yekîtiya Kurdan û serhildanan ditirse û domand, ‘’Niha tirsa AKP-MHP’ê ew e ku li kuçeyên Kurdistanê serhildan çêbibe û ev mezin bibe. Ew ji vê ditirsin. Ji bo pêşî li vê bigirin, ango ji bo ku nehêlin ku gel tevlî pêngava KCK’ê bibe ji niha bi vî rengî mirovan digirin. Dikarin vê berfirehtir jî bikin. Niha hem li çiyayan li dijî gerîla operasyon zêde kirine, li bajaran jî êrîşên li ser jin û ciwanan û hemû nûnerên siyasî yên civakê êrîşan zêde dikin, dikin hedefa rejîma faşîst. Ev ji ber tirsa xwe dixwazin ku civakê çavtirsandî bikin.’’

Karayilan bi domdarî diyar kir, divê pêşengên civakê ango jin û ciwan, hemû derdorên welatparêz vê rastiyê bibînin, heke serhildaneke were geşkirin ev ê pêşî li rejîma faşîst bigire, ji vê dirisin û got, ‘’Di vê rewşê de bi mîsogerî divê serhildan were geşkirin. Bêguman di van şertan de ku zextên polîsan pir giran in serhildan ne rehet e’’, serhildanên salên 90’î, 91’ê bi bîr xist, û ev nirxandin kir, “Salên 90 û 91’ê her çendî zilma mêtingeriya pir zêde jî bû, di serî de li Nisêbîn û Cizîrê û piştre li hemû Kurdistanê çawa ku serhildan çêbûbûn niha jî hewceyî bi tiştekî wiha heye. Jixwe pêngaveke rastî encex wiha dikare geş bibe. Yanî madem ku dijmin ditirse, wê demê divê em jî bi vê çarçoweyê li ser geşkirina serhildanê bisekinin.’’

‘JI HELÎKOPTÊRÊ AVÊTIN TERORA DEWLETÊ YE’

Têkilî Serwet Turgut ku li Wanê ji helîkoptêrê hatibû avêtin û şehîd bûbû Karayilan got, ‘’Ev terora dewletê ye. Va me dît; ew bixwe terorê dike; 37 mirovan şehîd dike, piştî 6 salan HDP’yiyan digire, dibêjin, ‘hûn sûcdar in’. Li holê terora dewletê heye. Hem jî dewleteke ku ti qanûn û rêgezê nas nake. Li kûdera cîhanê mirovek, hem jî mirovekî jirêzê ku li gundê xwe dixebite ji helîkoptêrê hatiye avêtin! Lê mêtingeriya Tirk li welatê me Kurdistanê wehşetê dike, beriya niha jî kiribû, niha jî dike. Ango mirovên me ji bo ku welatparêz in, ji bo ku xwe nefirotine, ji bo ku li ser nasnameya xwe mane ev hovîtî li wan tê kirin. Tekane sûcê wan Kurdbûn e. ‘’

Karayilan Alî Boçnak ê 76 salî ku li zindanê şehîd bûbû bi bîr xist û got, ‘’Ev şehîdê me ye. Mêtingheriya Tirk çima ew girtibû? Ji ber ku bi Kurdî mewlûd xwendibû. Ango ji bo ku peywira dînî bi Kurdî kirbû mirovekî 76 salî davêjin zindanan û ew kes li zindanê jiyana xwe ji dest dide.’’

‘DIVÊ KESEK BÊDENG NEMÎNE’

Karayilan got, “Divê kesek li dijî vê zilmê bêdeng nemîne, kî çavê xwe ji vê zilmê re bigire, bêdeng bimîne, ev tê maneya ji sîn derketiye. Ew kes nikare bibêje, ‘ez mirov im’. Çi kesê xwedî wijdan, îman û heysîyet divê li dijî vê hovîtiyê têbikoşe.’’

‘SERWET TURGUT ŞEHÎDÊ ŞOREŞÊ YE’

Karayilan got, ‘’Li vir ez sersaxiyê ji malbata hêja ya Serwet Turgut û hemû gelê Kurdistanê re dixwazim Ew şehîdê şoreşê ye. Ji bo ku xwe nefirotiye dijmin bi hovîtî ew şehîd kiriye. Ew, şehîdê vê rêyê ye, şehîdê me ye. Soza ku me dayî şehîdan em di şexsê Serwet Turugt de dîsa bi bîr tînin; wê tola wan were hilanîn, xwîna wan li erdê nemîne. Bi vê wesîleyê ji Osman Sîban re jî dibêjine derbasî be, şifayê jê re dixwazin. Jixwe hê jî nexweş e, hişê wî nehatiye ser wî. Em hêvî dikn ku baş bibe. GelÊ me yê Wanê, gelê me yê Şaxê welatparêz e, li ser nasnameya xwe disekijne. Ji bo ku dixwazin bi mirovî bijîn dibine hedefa dijmin. Helbet divê li ser şopa şehîdan biçin. Lê gelê Şax û Wanê, nexasim malbata vî şehîdê hêja, divê serbilind bin. Ji ber ku wan serê xwe netewandiye dijmin ew kirine hedef. Ev ji bo wan jî, ji bo şehîdê me jî rûmeteke mezin e.’’

‘ŞERÊ PROPAGANDAYA REŞ DIKIN’

Karayilan derheqê şerê Ermenistanê û Azerbaycanê û li ser gotinên medyaya şerê taybet a Tirk ku dibêjin wan 300 şervan şandina Qerebaxa Jor got, ‘’Li ser vî şerî gelek propandayên reş dikin û rastiyan vedişêrin. Wiha diyar e ku dewleta Tirk û Azerbaycan xwe ji şer re hazir kirine. Ji bo vê jî diyar bû ku ji Sûriyê çete birine Azerbaycanê, her wiha ÎHA-SÎH, hwd. Û çek birine. Bi ser de beriya ku ev şer dest pê bike nûce çêkirin ku 300 gerîlayên PKK’ê çûne Ermenistanê. Ango pêşî zemîneke wiha çêkirin, piştre êrîş anîn. Ango ev êrîşeke biplan e; rêxistiniya wê kirine, hazirî kirine û li ser Ermenistanê êrîşeke wiha biplan dane destpêkirin. Siyaseta li ser hevsengan a Rûsyayê jî rê daye vê. Ango ji polîtîkayên Rûsyaê jî sûd wergirtin. Jixwe dewleta Tirk a faşîst her demê li herêmê ji siyaseta Rûsya sûd werdigire û dixwaze li herêmê serwer bibe. Bi kurtasî tê dîtin ku hin plan û hesabên Rûsyayê li ser herêmê hene û ji ber vê tam li dij ranabe. Dewleta Tirk jî ev dîtiye û bi vê bingehê li dijî Ermenîstanê pêngavek daniye.

‘LEŞKERÊ APOYÎ JI BO XATIRÊ KESÎ NAÇE DVEREKÊ LI SER HESABÊ KESÎ ŞER NAKE’

Li ser vê mijarê, têkilî mijarên derheqê tevgera me, ez pêşî vê bibêjim: Leşkerê Apoyî yê xwedî îdeolojî û rêgez, ji bo xatirê kesî an jî pereyan naçe deverekê û li ser hesabê kesî şer nake. Lê li gorî perspektîfa me ya îdeolojîk be, helbet em dikarin bi hin hêzan re piştevan bin. Lê niha li Ermenistanê rewşeke wiha nîne. Beriya her tiştî rêveberiya dewleta Ermenîstanê li dijî dewleta Tirk an jî hêzên derve, ne bi rewşa rêveberiyeke wiha ye ku xwe bike îrade. Me hewldaneke wan a wiha nedît. Ango bi helwesteke polîtîk ku xwe dike îrade, xwe xurt dike, siyaseteke wiha dike û bi vê çarçoweyê bi gelê Kurd û tevgerên şoreşger re hewl dide têkiliyê deyne, me tiştekî wiha nedîtiye. Bêhtir li bin baskên hêzên derve, bi siyaseteke nerm hewl dide ku xwe bide qebûlkirin û niha dibinin ku bi siyaseteke wiha wê encamê bistînin.’’

NÛÇEYA, ‘300 GERÎLA ÇÛNE ERMENÎSTANÊ’ DEREW E

Karayilan got, ‘’Heke Ermenistanê siyaset bikira, tifaq danîbûna helbet rewş dikarîbû cudatir bûye. Mînak heke bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re û PKK’ê re têkiliya xwe xurt bikira, li dijî dewleta Tirk wê xurtir bûya. Lê polîtîkayeke wiha ya Ermenistanên îne. Ji ber vê nûçeyên ku dibêjin 300 gerîlayên PKK’ê carinan dibêjin YPG bi temamî derew in. Ev nûçe li ser masê hatine hazirkirin. Ti bingehê xwe nînin.

Her wiha ji bo yarbay jî, ku tê gotin bi min re bi têkiliyeke dostanî ye, derbas dibe .Helbet ez ê kêfxweş bibim ku bi şexsiyetekî Ermen re têkiliyeke dostanî deynim, ji gelê Ermen dostên min hene, ew jî civakeke weke me mexdûr in û siyaseta Ittîhat Terakkî qira wan aniye. Em jî niha li ber kêrê ne. Ango qedera me nêzîkî hev e. Ji ber vê, ez ê kêfxweş bibim ku bi mirovekî Ermen re bibim dost lê bi rengê ku tê gotin, ti tişkî wiha nîne. Dîsa weke ku min gotî, bi efserekî re ku li Ermenîstanê peywirdar e ti têkiliya min a dostanî nîne. Bi şexsî ti yarbayekî nas nakim. Ev derew hemû li ser masê hatine hazirkirin, bi temamî bi çarçoweya şerê psikolojik ji bo propgandaya reş hatine hazirkirin. Ji vê diyar dibe ku li ser Ermenîstanê planên wan ê gemarî hene. Ji bo ev plana wan bi cih were ev derew li hev anîne û belav dikin.’’

‘DIXWAZIN BAŞÛRÊ KUDISTANê DAGIR BIKIN, DIXWAZIN VÊ JÎ BI HEVKARIYA PDK’Ê BIKIN’

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan herî dawî derheqê Cenga Heftanînê axivî û wiha got:

‘’Şerê li Heftanîn û qehremaniyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku li wir destanan dinivîstînin, cihê xwe li dîrokê kirin. Lê ev şer hê jî didome. Di rewşa heyî de mêtingerên Tirk dibe hinek gir girtibin, ketibin nava hewldanan ku rê bibin van deran. Dîsa rêya ji Qilabanê hatiye, ji aliyê hemû giran ve tê dîtin. Berî niha jî me anî bû ziman ku, nikarin tim bi helîkopteran bînin. Ji ber ku gerîla dem bi dem li wan didin. Ji bo niha dixwazin rê çêbikin. Ji bo vê mezaxtinên mezin dikin. Me vê jî her demê gotiye ku dem dirêj difikirin. Dîsa dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Mixabin vê jî dixwazin bi desteka PDK’ê bikin. Xeta hevkariyê ya li Kurdistanê heye, rastiya dewleta Tirk a mêtinger radixe berçavan, li dijî vê helwest nayê pêşxistin. Ji xwe dewleta Tirk ji vê sûdê digire, rûyê wê yê rast ê dijberiya li dijî gelê Kurd û statûya gelê Kurd nîşan dide. Dîsa ji ber vê siyaseta hevkariyê, ji xwe dewleta Tirk xwe vedişêre. Heta di vê çarçoveyê de kete nava hewldanên xwe nixumandina êrîşên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Bi kinahî ev siyasetekî şaş e, li dijî statûya Rojava ye, ne siyasetekî welê ye ku di xizmeta gelê Kurd de ye. Ev zelal e; dewelta Tirk li dijî statûya Başûrê Kurdistanê ye. Li kûdera cîhanê be li dijî statûya gelê Kurd e. Yên dibêjin ‘Dewleta Tirk dost e’ şaş in. Dîsa dewleta Tirk, Erdogan-Bahçelî û Eregenekon ne dostên gelê Kurd in. Hevkariyê bikin jî ne dost in. Dîroka wan diyar e. Yên hevkariyên li gel wena dikin heta cihekî diçin; piştî karê wan pê qediya û şûnde tesfiye dikin. Îro jî heman tiştî dikin.

‘ŞERÊ GERÎLA YA LI DIJÎ MÊTINGERIYA TRIK LI HEFTANÎNÊ WÊ DIJWARTIR BIBE’

Şerê gerîla ya bi mêtingeriya Tirk a li Heftanînê wê hê dijwartir bibe. Ji ber ku ew dixwazin ji bo herdemî xwe bi cih bikin. Gerîla jî rê nade ku tu hêz xwe heta hetayî bi cih bike. Dîsa gerîla li wir e. Gotina ‘Me Heftanîn tevahî dagir kir, PKK li wir nema’ ne rast e. Eger ku PKK li wir tine, çawa dibe her roj leşker tên kuştin! Îro jî li xwe mikur hatin ku leşkerekî wan hatiye kuştin. Yanî tiştekî wiha tine; gerîla li Heftanînê ye, li ber xwe dide. Bîlançoya dewleta Tirk dide nerast e. Ji bo xapandina raya giştî vê dike. Rastî ev e. Niha jî ji bo gav bi şûn ve bavêjin ketine nava hewldanan. Ji bo vê jî dixwaze bi rêyan bi Tirkiyeyê ve bide girêdan.

Niha ji Sûriyeyê 300 çete anîne. Ji xwe berê hinek çeteyên Kurd hebûn. Dîsa çerdevanên bûbûn kontra anîbûn. Çeteyên Kurd, çeteyên Ereb û hinek hêzên din ên peremilîter hebûn. Bi van bi desteka tekînkê li Heftanînê dixwazin xwe mayînde bikin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li ser vîna galê Kurd, bêdeng namîne, berxwedan wê hê zêdetir xurt bibe. Wê Berxwedana Cenga Heftanînê hê bihêztir mezintir bidome.’’