Karayilan: Ev dem ne dema bêdengiyê ye

Mûrat Karayilan: Ev dem ne demeke welê ye ku mirov bêdeng be. Roj roja rûmetê ye, roja kar e. Dem dema awarte ye. Çarenûsa gelê me wê van salan diyar bibe. Divê kes li ber êrişên dijmin bêdeng nemîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameya taybet a radyoya Dengê Welat bû. Mûrat Karayilan ev nirxandin kir:

Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tê çi wateyê, girîngiya xwe çi ye?

Beriya her tiştî salvegera 17'an a Pêngava 1'ê Hezîranê li Rêber Apo, malbatên şehîdên me yên leheng, gelê me, mirovahiya demokratîk û hevrêyan hemûyan pîroz dikim. Bi wesîleya salvegera pêngavê şehîdên me yên 1'ê Hezîranê, ji Erdal, Adil û Nûdayan heta Reşît, Rojîn, Huseyîn Delal û Atakanan; her wih ji Zekî û Helmetan heta Zîn, Çîçek, Kasim, Yilmaz, Dilşêr, Nûjîn û Hewraman, şehîdên me yên leheng hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Em ê li ser şopa wan bimeşin û armancên wan pêk bînin. Em ê bibin bersiv ji rastiya şehîdên xwe yên leheng re. Em dilsozê soza xwe ne û bi vê wesîleyê soza xwe dubare dikin.

Weke ku tê zanîn, piştî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me, şer 5 salan sekinî. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin Rêberê me gelekî hewl da. Lê belê li hemberî vê yekê dewleta Tirk a mêtinger di xeta tasfiye û tunekirinê ya komployê de israr kir. Her wiha bi rêya hin çeteyên li nava me xwestin ku tevgera me ji Rêbertî qut bike. Li dijî van hewldanên dijmin ên tunekirinê û xeta komployê, Pêngava 1'ê Hezîranê kete rojevê. Di kongreya duyemîn a KONGRA GEL de ya sala 2004'an ev biryar hate wergirtin û ev pêngava dîrokî bi vî rengî hate destpêkirin.
Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an, mîna pêngava duyemîn a 15'ê Tebaxê ye. Pêngava 15'ê Tebaxê şoreşa vejînê afirand û pêşî li tunebûnê, pêşî li helandinê girt. Li ser vê bingehê encam wergirt. Lê belê li dijî 15'ê Tebaxê Komploya Navneteweyî hate kirin. Bi rêya komploya navneteweyî xwestin ku siyaseta qirkirinê li Kurdistanê serwer bikin. Li dijî vê yekê jî Pêngava Şoreşgerî ya 1'ê Hezîrana 2004'an hate kirin. Armanca Pêngava 1'ê Hezîranê pûçkirina komployê bû, çareserkirina pirsgirêka Kurd bû. Armanc ew bû ku dewletê neçar bihêle ku li dora maseyê rûnê, bi vî rengî çareseriya pirsgirêka Kurd biafirîne û Tirkiyeyê bike welatekî demokratîk. Yanî armanca xwe ya giştî Rizgariya Demokratîk bû.
Ya esasî, Pêngava 1'ê Hezîranê jî bi ser ket. Komplo hate pûçkirin, dewlet ber bi maseyê ve hate kişandin. Lê belê hin taybetmendiyên Kurdistanê hene. Di vê mijarê de mirov dikare qala du astengiyan bikin: Ya yekemîn welatê me Kurdistan welatekî ji rêzê yê di bin mêtingeriyê de nîne. Yanî ne tenê ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin. Na; sîstema navdewletan a li Rojhilata Navîn li ser înkarkirina Kurdistanê ava bûye. Yanî mêtingeriya li Kurdistanê mêtingeriyeke navneteweyî ye. Tenê herêmî nîne, di heman demê de navneteweyî ye. Aliyekî xwe yê bi vî rengî heye.
Ya duyemîn jî di zîhniyeta mêtingeriyê ya Tirk de naskirina Kurdan, jiyaneke wekhev û bi hev re ya bi Kurdan re nîne. Ew dixwazin Kurdan bihelînin, bikin kole û herî dawî jî bikin Tirk û tune bikin. Ew her tim bi vê zîhniyetê tevgeriyan. Her çend tengav bûn û neçar man bên dora maseyê jî xwesitn vê yekê weke asteke taktîkî ya şerê taybet bi cih bînin. Yanî zîhniyeta mêtinger a Tirk û nêzîkatiya hêzên navneteweyî pirsgirêka Kurd kirine girêkeke kor. Bi vî rengî li pêşiya çareseriyê asteng in. Bala xwe bidinê; hîn di dema destpêkê ya avabûna Komara Tirkyeyê de qala xweseriya Kurdan kirin. Mûstafa Kemal bi xwe vê dibêje. Lê belê heman piştre di sala 1923'an de Peymana Lozanê çêdibe. Li wir Kurd hatin înkarkirin û bi esaswergirtina Tirkan siyaseta xwe diguherînin, siyaseta înkarê ji xwe re dikin esas. Ev rewş heta niha dewam dike.
Mînak niha Tirk siyaseta înkarê timeşînin, lê belê DYE û welatên Yekîtiya Ewropayê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê xiste lîsteya terorê û bi vî rengî piştgiriyê didin mêtingeriyê. Li ser Kurdistanê sîstemeke bi vî rengî heye. Mînak di salên '91-'92-'93'an de dewleta Tirk li pêşberî têkoşînê lawaz bû; dikarîbû pirsgirêka Kurd çareser bikin. Bi Pêngava 15'ê Tebaxê re şoreşa vejînê afirî û bingeh hate avakirin. Demîrel wê demê gotibû 'Em realîteya Kurd qebûl dikin'. Yanî bi vî rengî kete rojevê. Pitre hewldanên bi heman rengî yên Tûrgût Ozal çêbûn. Lê belê hem ji hundir hem jî ji derve destwerdan lê bû. Komploya Navneteweyî ya li dijî me yekemcar wê demê kete rojevê. Ji bo li Başûrê Kurdistanê rêveberiyek bê avakirin, şertê şerê li dijî PKK'ê diyar kirin. Di nava Kurdan de şerê navxweyî derxistin; piştre jî piştgirî dan dewlet Tirk. Di nava wê pêvajoyê de ya ji sala 1991'ê heta 1998'an, gelek kes mirin, komkujî hatin kirin. Di bin navê kuştinên kiryar nediyar de 17 hezar û 28 bûyer qewimîn. Ev hemû ji aliyê dewletê ve hatin kirin. Dewletê kir, lê belê weke kuştinên kiryar nediyar hatin qeydkirin. Li Bakurê Kurdistanê 4 hezar gund şewitandin, vala kirin. Êşkence li deh hezaran mirovên me kirin, avêtin zindanan. Komkujî kirin. Yanî ev hemû bi piştgiriya hêzên derve kirin. Hundir û de hev temam kirin. Welê lê hat ku dewlet, mafya, siyaset ketin nava hev. Bi Qezaya Sûsûrlûkê ev yek eşkere bû. Lê belê nekarîn Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tune bikin. Vê carê jî yekser Komploya Navneteweyî xistin dewrê. Ji wan hebû ku bi dîlgirtina Rêberê me wê derbê li şoreşê bixin û tasfiye bikin. Ji bo vê jî bi serkêşiya DYE'yê Komploya Navneteweyî bi binpêkirina qanûnên navneteweyî hate kirin û Rêber Apo hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ BI SER KET

Armanca wan tasfiyekirin bû. Ev yek nêzîkatiyek e. Li hemberî vê yekê Rêber Apo sekneke xurt nîşan da; di siyasetê de nûbûn çê kir; tevgera me jî li pişt sekinî. Rêber Apo kete nava hewldanên çareseriyê. Lê belê wan dest ji siyaseta tunekirinê bernedan. Weke ku min niha got, ji ber vê yekê Pêngava 1'ê Hezîranê kete dewrê. Pêngava 1'ê Hezîranê jî bi esasî serketî bû. Mînak; dewlet sala 2008'an neçar ma ku li Osloyê li dora maseyê rûnê. Ev yek bi rêya hin saziyan kir. 3 salan li Osloyê hevdîtin hatin kirin. Piştre jî ev pêvajo xera kirin; ji wan hebû ku bi rêbaza Tamîlan wê karibin PKK'ê tasfiye bikin. Çawa ku Srî Lankayê Tamîl tasfiye kir, dewleta Tirk jî fikirî ku bi heman rengî dikare bike û di nîvê duyemîn ê sala 2011'an de dest bi êrişê kir. Lê belê heta sala 2012'an xitimî û bi esasî têk çûn. Li ser vê yekê hatin ber maseyê; nîqaşên bi Rêberê me re li Îmraliyê meşandin 2 sal û nîvan dewam kir. Di van her du pêvajoyan de protokol jî hate amadekirin. Protokola Dolmabahçeyê tê zanîn. Erdogan ev yek red kir; yanî maseya li Dolmabahçeyê hate danîn qeliband. Ya rast di dawiya nîqaşên Osloyê de protokoleke hevpar hatibû bidestxistin. Yanî di meha Gulanê de heyetên herdu aliyan protokolek hevpar amade kirin û ji bo bê qebûlkirin Gulana 2011'an pêşkêşî hikumetê kirin. Lê belê Erdogan di meha Tîrmehê de li dijî me şer ragihand.

Ji vir jî tê fêhmkirin ku zîhniyeta dewleta Tirk li çareseriyê ne vekiriye. Lê belê her tim aliyekî derve yê neçareseriyê heye. Vê dema dawiyê yanî sala 2015'an careke din, yanî cara sêyemîn destwerdana derve çêbû; Komploya Navneteweyî kete dewrê. Çi kirin? Ji bo artêşa Tirk li hemberî gerîla têk neçe, teknolojiya serdemê radestî dewleta Tirk kirin. Hinekan formul dan, hinekan parçe dan, bi gelek rêbazan artêşa Tirk bi teknolojiya serdemê ji nû ve xurt kir. Ji bo karibe li dijî gerîla bi ser bikeve ev yek kir. Ev yek destwerdaneke navneteweyî ye.
Bi kurtasî hêzên navneteweyî heta niha 3 caran bi şêweyê Komploya Navneteweyî dest li tevgera me werdan. Yek ji wan '92-'93, ya din jî 2015-'16, teknolojî da artêşa Tirk ji bo li dijî me bi ser bikeve û ji aliyê leşkerî û siyasî ve piştgirî da êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevgera me. 6 salên dawî em li ser vê bingehê şer dikin. Dewleta Tirk her tim ji vê helwesta hêzên navneteweyî sûdê werdigire. Ew jî li gorî zîhniyeta xwe planên xwe dikin. Li ser Kurdistanê planên xwe yên veşartî hene. Niha jî di nava dewleta Tirk de hêzên ku qet li hev nakin, di dijberiya Kurdan de li hev civiyane û tifaq kirine. Lê belê vê carê bi konsepteke hîn berfirehtir nêzîk dibin. Vê carê li hev kirine ku ne tenê tasfiyekirina PKK'ê, dixwazin destketiyên gelê Kurd ên li hemû parçeyan tasfiye bikin. Di nava 6 salên dawî de em di şerekî vî konseptê de ne. Di vir de careke din bêencam man, heta niha bi ser neketine.
Rêyeke tenê heye ku dewleta Tirk xwe ji vê tengaviyê rizgar bike. Ew rê çi ye? Divê pirsgirêka Kurd ji aliyê dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ve bê qebûlkirin. Gelê Kurdistanê li vê xakê rastiyeke. Nikare bê kolekirin û tunekirin. Mafê gelê me ye ku bi rengekî azad li ser vê xakê bijî. Çi mafê gelên Tirk, Ereb û Fars hebe, gelê Kurd jî xwedî heman mafî ye. Divê vê qebûl bikin. Em niha ji bo vê şer dikin. Em ne tenê li Bakurê Kurdistanê şer dikikn; em li Rojhilata Navîn li dijî zîhniyeta ku Kurdan înkar dike li ber xwe didin. Ji ber vê yekê bêguman ev şer di gelek qonaxan de derbas bû, dirêj dewam kir. Bi esasî Pêngava 1'ê Hezîranê encam wergirt, lê belê bi vî rengî pêşî lê girtin. Mînak sala 2012'an dewleta Tirk hema bêje têk çû; welê lê hat ku nikaribe çiyayên Bakurê Kurdistanê jî kontrol bike. Gelek dever nekarîbû kontrol bike. Destpêkê şer rawestandin, wext bi dest xistin, piştre jî dewleta Tirk bi navê JOH û POH artêşeke nû ava kir; her wiha ji bo karibe li dijî me şer bikin çekên nû dan wan.
Niha gelê me li Ewropayê ji bo PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin xwepêşandanan dike. Ev yek tiştekî gelekî di cih de ye. Yanî heta ku DYE û Yekîtiya Ewropa Têkoşîna Azadiyê weke 'terorîst' bibîne, dewleta Tirk wê siyaseta înkarê bimeşîne û li dijî gelê Kurd komkujiyan bike, çekên qedexekirî bi kar bîne. Ji ber ku bi van lîsteyên terorê dewletan ji xwe destûr dane. Lewma têkoşîna me bi rastî jî divê pir alî be. Dibe ku hemû dewlet mîna dewleta Tirk naxwazin ku Kurdistan tune bibe û qirkirin lê bê kirin. Lê belê ew li berjewendiyên xwe difikirin û di çarçoveya 'pêwîstî bi aramiya herêmê heye', 'Dewleta Tirk endamê NATO'yê ye', 'Divê PKK lawaz be' piştgiriyê didin Tirkiyeyê û rê didin ku Tirkiya van karan bike. Lê belê dewleta Tirk jî bi sûdwergirtina ji van, ji bo karibe destketiyên Kurdan hemûyan tune bikin, konsepteke nû afirandiye û li gorî wê tevdigere. Şerê me yê niha jî li ser vê bingehê dimeşe.

Pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê di roja 36'an de ye. Têkildarî vê berxwedanê hûn dikarin çi bêjin?

Dewleta Tirk 96 sal in li Kurdistanê terora dewletê dike. Em li dijî vê terora dewletê xwe diparêzin. Weke gel em mafên xwe yên xwezayî dixwazin û vê yekê diparêzin. Berxwedana me ji bo vê ye û berxwedaneke rewa ye. Îro kîjan welat weke Kurdistanê bê dagirkirin, gelê li wir wê li ber xwe bide. Ji bo hebûnê pêwîstî bi vê heye. Yanî tevî ku em li dijî terora dewletê li ber xwe didin, ew ji me re dibêjin 'terorîst'. Bi rengekî neheq dewletên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe em xistine lîsteya terorê. Ev rastiyeke.
Em vegerin ser pirsa we; beriya niha bi 5 rojan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya mehekê ya şer weşand. Êrişên dijmin ên niha li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dike dewama konseptekê ne. Di çarçovey aheman konseptê de, gelek qadên Xakurkê dagir kirin, baregehên leşkerî lê danîn. Her wiha Heftanîn dagir kirin. Li dijî Başûrê Kurdistanê konseptekê dimeşînin. Gav bi gav dixwazin dagir bikin. Niha dewleta Tirk li qadeke welê berfireh tank, top, balafirên şer, helîkopter û çekên cihêreng bi kar tîne. Li dijî vê yekê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi taktîkên nû şer dikin. Vê rewşê dewleta Tirk matmayî hiştiye, xitimandiye. Ji ber vê yekê planên xwe yên dagirkeriyê nikare li gorî xwe pêk bîne. Hin dever dagir kirie, lê belê nikare li wan deveran serwer be. Ev gelekî girîng e û balê dikişîne. Yanî dewleteke ku xwedî teknîka serdemê ye û dibêje 'ez biçim ku ez ê werbigirim' niha xitimiye. Di vê çarçoveyê de encamên şer gelekî girîng û balkêşe.

RÊBAZA GERÎLA YA NÛ TEKNÎKA SERDEMÊ PÛÇ KIRIYE

Lê belê mixabin em nikarin vê bi raya giştî û cîhanê bidin nasandin. Di vê mijarê de hin kêmasî hene. Li aliyê din dewleta Tirk der barê vî şerî tiştekî naweşîne, her tiştî dinixumîne; bi gelê xwe re jî tiştekî parve nake, ji leşkerên xwe re jî tiştekî nabêje. Mînak li cihekî leşker dimirin, leşkerên li wir hemûyan bi helîkopteran dibe, piştre jî yên nû dixin şûna wan û yên nû hatine nizanin ku yên berî wan hatine kuştin. Nizanin ku beriya wan çi li wir qewimiye. Dewleta Tirk bi vî rengî şerekî nixumandî dike. Di vî şerî de gelek windahiyên wan çêbû, ev di bîlançoyê de hate ragihandin. Xitimîne. Mînak, niha 36 roj in hîn jî nekarîne xwe bigihînin hin deveran. Li Zendûra, Mervanûs û Avaşînê her wiha li gelek deveran 36 roj in hewl dide, lê nikare bi dest bixe. Bêguman ev di dîroka şer de rewşeke nû ye. Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê bi îradeya ji îdeolojîk, zîhniyet û felsefeya Rêber Apo xwe ji nû ve afirandine, bi wêrekî, bi ruhê fedayî, ya herî girîng jî bi hunera mirovî, bi rêbaza gerîla ya nû teknîka serdemê pûç kirine. Yanî encama herî diyarker a vî şerî ev e. Teknîkê rojane bi berfirehî bi kar tîne, lê belê li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare encamê werbigirin. Ev çi nîşan dide? Ev hêza mirovan nîşan dide.
Rêbertiya me diyar kiribû ku teknîka herî mezin mirov e. Berxwedana 36 rojan a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îradeya mirov û hêza jîrbûnê nîşan dide. Ango mirovên ku bi cesaret, fedaî û jîr tevbigere, dikare artêşeke mezin tevî teknîka wê pûç bike. Ji ber vê jî encamên vî şerê 36 rojan gelekî girîng û di asteke dîrokî de ye. Nabe ku em her tiştî li vir şîrove bikin. Çavdêrên bêalî û pisporên leşkerî divê van encaman binirxînin. Heke em vê bikin û şîrove bikin, belkî wekî yekalî were xuyanî. Lê  îro li Zagrosan, li Avaşîn, Zap û Metînayê destanên qehremaniyê tiştên gelekî dîrokî û nû ne. Beriya her tiştî ez dixwazim vî tiştî bibêjim,  jin û ciwanên Kurdistanê yên ku Apoyiyên Tirk û Ereb jî di nav de ne, îro ruh, cesaret û afirîneriyeke mezin nîşan didin. Ev tişt jî gelekî bi qîmet e. 
Îro encama li Avaşîn, Zap û Metînayê derketiye holê, dûmahîka Serfiraziya Garê ye. Dewleta Tirk nekarî Garê veşêre, Erdogan neçar ma ku bibêje ‘Em bi ser neketin’ Lê a niha wan jî tecrube stendine û bi awayekî hostane ser wê digirin. Li van deran jî encamên Garê hene, li hinek qadan encamên xurttir hene, lê dewlet vedişêre. Ez ê berfirehî li ser wê nesekinim. Daxuyanî hene lê bi rastî jî divê çavdêr werin bibînin. Ji dûr ve jî divê encamên wê li ber çavan bigirin û li gorî wê şîrove bikin. Rastiyeke wisa heye. 
Îroj gerîlayên azadiya Kurdistanê berfirehiya qadê, kûrahiya wê, bi tarza şerê pispor bi awayekî afirîner bi kar tîne. Bi şerê tîmî bi koordîneya li gorî berfirehiya qadê û kûrahiya wê, tê wateya tarza şerekî nû. Di vî warî de gerîla ketiye serdemeke nû. Ev ji bo me wisa ye û ji bo hemû têkoşînên gerîlayan ên li dinyayê jî êdî wisa ye.  Gerîla îro li hemû axa Kurdistanê metodên nû bi kar tîne û ketiye serdemeke nû. 

Gerîla îro binê erdê jî bi kar tîne. Ango şerê tunelan jî dike. Ev ji bo gerîla tiştekî nû ye. Gerîla bi metodên wisa teknîka dijmin jî bêbandor dike. Ev jî aliyê duyemîn ê şer e.

Ya sêyemîn, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji xeynî erdê û binê erdê, êdî ji hewa ve jî şer dike. Yekîneyên Parastinê yên Şehîd Delal roleke girîng dilîzin. Dijmin li ser van hêzan gelek nîqaşan dike. Belkî gelê me jî meraq dike. Rayedarên dewleta Tirk jî wekî her carê pirsên ‘Kê alîkarî da wan, ji ku hate şandin’ dike û li ser wê gelek nîqaşan dike. Em naxwazin her tiştî eşkere bikin. Lê ez dikarim vî tiştî bibêjim, heke em her tiştî derxînin holê, wê li hemberî asta ku gerîlayan li van çiyayan ava kiriye, wê her kes şaş bimîne. Em li van çiyayan dikarin her tiştî biafirînin. 
Ez mînakekê bidim we: Hûlûsî Akar çend roj berê navê çekên di destê me de hejmart û yeko yeko navê wan got. Li wir got çi, ‘Got çeka Zagrosê’ bi kar tînin. Lê kê çeka Zagrosê çêkir, vê çeka Zagrosê ya kê ye? Çeka Zagrosê li çiyayên Kurdistanê hatiye çêkirin. Lê çekeke evqasî xwedî bandor e, bala hemû rayedarên dewletê dikişîne. Ne hewce ye em ji dewletan alîkariyê bixwazin. Em bi xwe dikarin her tiştî bikin û em dikin jî. Em malzemeyên hêzên xwe yên hewayî heta radeyeke mezin em bi xwe çêdikin û di demên pêş de wê ev tişt zêdetir derkeve holê. 
Ne hewce ye em zêdetir li ser vî tiştî bisekinin lê ev jî heye. Gerîlayên Azadiya Kurdistane di her warî de xwe bi pêş dixe. Lê em vê kûrahiya heyî jî têr nabînin. Divê zêdetir xwe kûr bike. Dema ku em van tiştan dibêjin, em nabêjin her tiştê me bêkêmasî ye, bi rastî gelek qelsî û kêmasiyên me hene. Ji ber van kêmasiyan em xwerexneya xwe didin gelê xwe, Rêber Apo û şejîdan. Lê ligel hemû hemû qelsiyên me, di berxwedana Garê de jî, di pêvajoya şerê 36 rojan de jî li hemberî teknolojiya pêşketî ya dijmin gerîla îspat kiriye ku ew têk naçe. A niha rastiya herî mezin ev  e.

Gerîla şer dike û li ber xwe dide. Ligel vî tiştî hûn helwesta raya giştî bi taybetî ya siyaseta Başûrê Kurdistanê çawa dibînin? 

Beriya her tiştî dixwazim vî tiştî bibêjim, berxwedana gerîla ne bi tenê li Avaşîn, Zap û Metînayê ye. Li Heftanîn, Xakurkê, Botan, Dêrsim, Mêrdîn, Amed û Serhedê jî berxwedana gerîlayan heye. Dewleta Tirk şerê li Bakurê Kurdistanê bi sansureke mezin vedişêre. Em jî ji ber şertan neçar dimînin hinek tiştan dereng eşkere bikin. Lê îro li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê şerek heye. 
Dema ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşeke dagirker da destpêkirin em li bendê bûn ku hinek hêzên welatparêz piştgiriyê bidin. Me digot belkî hinek hêz bi veşartî an jî eşkere piştgiriyê wê bidin me. Lê ji bo vî tiştî bang li pêşmergeyan jî hate kirin. Ji ber ku dijmin axa Kurdistanê dagir dike û vî tiştî li ser konsepteke nû didomîne. Ku derê dagir bike bi esasî ku ji wir dernekeve, li wir dimîne. Rêyan çêdike, baregehan ava dike. A niha ji Şemzînanê rê dibin Mam Reşo. Sermesele tu dewlet li hemberî dagirkeriya mayînde ya li ser axa xwe, wisa bêdeng namîne. Sedema wê çi dibe bila bibe. Lê a niha bêdengiyeke mezin heye. Ne li ba dewleta Iraqê û ne jî li ba hikumeta herêmê nerazîbûneke li ber çavan tune. Ez naxwazim vê meseleyê şîrove bikim, di demên pêş de dema ku hin rewş zelal bûn wê demê ez ê biaxivim û qala hinek tiştan bikim. Lê a niha ez bi tenê vî tiştî dibêjim. Ev xeflet e. Siyaseta ku a niha li Başûrê Kurdistanê li ser desthilatdariyê ye, stratejiya rastîn a dewleta Tirk nabîne. Ev xeflet e. Ev tişt wê xisareke mezin bide pêşeroja gelê Kurd. Bi vî awayî destkeftiyên gelê Kurd dikeve xetereyê. 
Niha bêdengiyeke balkêş heye û di ser re bi rêya çapemeniyê, hin kes vê berxwedanê ji rêzê nîşan didin. Mînak, niha li Başûrê Kurdistanê destanek tê nivîsandin. Komek ji gerîla li çiyê 30 rojan artêşekê disekinîne, lê vê yekê weke ji rêzê nîşan didin. Her wiha dibêje, 'li wir çi dikin, bila şer bibin Tirkiyeyê'. Li Tirkiyeyê ji xwe şer heye. Lê heman tiştî nikare ji dewleta Tirk re bêjin. Nikarin bêjim, 'Xaka me dagir kiriye, rê çêdike'. Yên ku dixwazin dewleta Tirk nas bikin bila li Efrînê binerin. Li Efrînê niha çi dikin? Gelo paqijiya etnîkî nakin? Gund bi gund ji destê Kurdan nagirin? Êrişî namûsa Kurdan nakin û xaka wan ji destê wan nagirin? Kesê ku bixwaze rastiya dewleta Tirk fêhm bike bila li Efrînê binere! Lê belê vê nabêjin; dibêjin 'PKK'ê çima şer aniye vir'. Me şer neaniye vir; dewleta Tirk tê vir. Û em jî weke ewladên vî welatî, welatê xwe diparêzin. Di parastina welatê xwe de em li bendê bûn ku hinek li gel me bin. Bi vî rengî nebû, lê ne pirsgirêk e; em ji xwe bawer in û em ê li ber xwe bidin. Em ê şer bikin û dijmin têk bibin. Biryardariya me bi vî rengî ye.
Lê belê bi taybetî beşek ji çapemeniyê gelekî bêhurmetî tevdigere. Şehadeta hevalan, mîna ku mirîşkek li wir miriye nîşan didin. Beriya niha bi 4 rojan çar hevalên me yên gelekî hêja, çar milîtanên fedayî yên vî gelî, bi rengekî sivîl dema ku ji tedawiyê vedigeriyan, bi îxbara hin sîxuran di êrişa hewayî ya dijmin de şehîd bûn. Lê belê weke ku tiştekî ji rêzê ye, gotin 'çi karê wan li vir heye'. Tişta îro li ber çavan e çi ye? MÎT a Tirk li Başûrê Kurdistanê bi temamî azad e. Sîxurên Tirk dikarin bi rengekî azad biçin her cihî û teftîşê bikin. Gelo ev rast e? Li hemberî van sîxuran qet tedbîr nîne? Lê belê tevî vê yekê jî kesên ku nabêjin 'çima li vir agahî ji dijmin re tê dayin', radibin dibêjin 'PKK'î çima di vir re derbas dibin'. Em zanin ku ev tê çi wateyê. Lê belê weke ku min got, di vê mijarê de naxwazim niha biaxivim. Em li bendê ne ku vê helwesta xwe biguherînin. Qet nebe bêdengî tê wateya rewakirin û pejirandinê. Niha rewşeke bi vî rengî ya neyînî heye.
Konsepta Tirkiyeyê ne tenê li dijî PKK'ê ye. Ew her tim qala PKK'ê dikin, lê belê hinekî dijmin bixwînin, guh bidin naveroka gotinên dijmin wê bibînin ku hedefa dijmin temamiya Kurdan e. Divê ev êdî bê dîtin.
Helbet em pê dizanin ku hem gelê me yê Başûr , hem jî gelê me yên li parçeyên din li dijî mêtingeriya Tirk in. Kî devê xwe vedike dibêje dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Mînak ew saziyên çapemeniyê ku dixwazin gerîla kêm bikin jî bi gel re ropartajan dikin, ji bo dewleta Tirk dibêjin, 'dijmin'. Ji ber ku ji berê de dijminatî kiriye. Ev dijminatî ji ya Sedam jî wêdetir e. Dijminê herî mezin ê Kurdan Sedam bû, niha Erdogan ji Sedam bihuriye. Ev teqez û gelê me jî bi vê dizane. Lê ew jî şaş bûne bê ka çima wiha bûye. Helwestek heye lê em kêm dibînin. Lê em pê dizanin ku gelê me fedakariyeke mezin dike, welatparêz e, bi meraq li berxwedana gerîla dinere û di her fersendê de dostanî û desteka xwe nîşan dide. Em ji gelê xwe bawer in.
Ev berxwedan her wiha ji bo gelê me bang e. Mînak ji bo Bakurê Kurdistanê bang e. Ev berxwedana dîrokî, banga li ciwan û jinên Kurd e. Divê wiha were dîtin û kesek sivikatiyê lê neke. Ev ne rewşeke ji rêzê ye. Weke ku min diyar kirî, ne êrîşa dijmin êrîşeke jirêzê ye û ne jî berxwedana gerîla berxwedaneke jirêzê ye. Dijmin ji bo ku hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rake û ji bo ku siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bi er bixe ev êrîş dane destpêkirin. Em jî bi hemû hêza xwe divê li dijî vê rawestin.  Ji ber vê jî bêguman gelê me li ser piyan e. Her kes ji alî xwe ve divê helwesta xwe diyar bike, çalakiyan bike. Beriya niha jî min diyar kir, ciwanên Kurd di vî şerê parastinê de divê tevlî nav refên gerîla bibin. Ev serdem ne serdemeke wiha ye ku kesek bêdeng bimîne. Roja roja rûmet, xebat û kêferatê ye. Ev serdemeke derasayî ye. Qedera gelê me van salan wê diyar bibe. Berxwedana sala 2021'an wê rengê pêvajoyê diyar bike. Ev aşkere ye. Ji ber vê em bang li her kesî dikin ku li bara êrîşan bêdeng nemînin.
Lê li gel hemû kêmasiyan jî em ji xwe bawer in û em ê vî dijminî têk bibin. Ev 37 sal in em li dijî vî dijminî şer dikin. Di sala 37'an de em ê şer geştir bikin û dijmin têk bibin. Ew ê bi ser nekeve! Ji ber ku em bi qelsiya dijminê xwe zanin. Em dizanin ku ne xurt in.Em pê dizanin ku ji ber qelsiya xwe wiha şer dikin .Ew jî pê dizanin ku şer nebe wê têk biçin. Ji ber ku şerê ku gerîla dike ev dewlet kiriye krîzê. Ew jî nikarin ji nav vê krîzê derkeve. Tenê rêyek heye ku jê derkevin, ew jî rastiya Kurdan û Kurdistanê qebûl bikin û serî li Rêber Apo bidin. Rêyeke dî nîne. Ango ev dewlet, ji bo ku vê neke û me tasfiye bike hemû hêza xwe da şixulandin lê bi ser neket. Bi van êrîşên xwe jî heta niha bi ser neketiye û li dawiyê wê têk biçin.

Herî dawî hûn dixwazin çi bibêjin?

Ji niha ve diyar e ku sala 18'an a Pêngava 1'ê Hezîranê wê bibe saleke girîng. Ne saleke jirêzê ye. Geşedanên ku di sala 18'an a 1'ê Hezîranê de wê pêk ben wê rengê serdemê diyar bikin. Dema em tê de ne pir girîng û stratejîk e. Di sala 18'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji hêla leşkerî, siyasî, îdeolojîk û dîplomatîk ve, li hemû eniyan bersivên hewce bide. Ji bo ku em Pêngava 1'ê Hezîranê bi ser bixin, vê dema dîrokî bikin dema serkeftinê, meşa xwe ya azadiyê û meşa Rêber Apo, azadiya Kurdistanê bikin meşa azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn, divê hemû gelê me yê welatparêz û gelên cîran, hêzên demokratîk ên gelên cîran, hemû şoreşger vê bibînin, xwe berpirs bibînin, li bara vê rejîma faşîst a qirker bêdeng nemînin, destekê bidin berxwedana bi pêşengiya gerîla. Gelê Kurdistanê divê bi helwesteke netewî rabe, konsepta qirkirinê ya dijmin têk bibe. Ev peywireke dîrokî ye û meşa me ya ku bi rihê Pêngava 1'ê Hezîranê bi  rê ketî wê vê peywirê bi ser bixe. Bi vê hêvî û baweriyê em carek dî Pêngava 1'ê Hezîranê pîroz dikin û serkeftinê ji her kesî re dixwazin.