Karayilan: Em ê nehêlin ku dewleta Tirk Başûr dagir bike

Karayilan bal kişand ser berxwedana xurt a gerîla ya li dijî plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û got, "Heta ku berxwedana gerîla hebe wê dewleta Tirk nikaribe li gorî xwesteka xwe bi pêş ve biçe."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat bû û bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet ên li Dersimê û Projeya Ji nû ve Avabûnê ya gerîla. Axaftina Karayilan wiha ye:

" Dijmin bi konsepta xwe dixwaze girên stratejîk bi dest bixe û Başûrê Kurdistanê têxe bin hukmê xwe. Lê ev nayê vê wateyê ku wê ev tişt wisa pêk were. Ji ber ku evqasî hêza wan tune.

Ji ber vê jî dixwazin konsepta xwe gav bi gav pêk bînin. Ji ber vê jî dixwazin konsepta xwe gav bi gav pêk bînin. Ji ber ku li hemberî wan berxwedana gerîlayan a xurt heye. Mesela niha hatine Şekîf girtine lê li pişt Şekîfê li qadên Gelîşîm, Qebra Zahir, Şehîd Ahmet û Şehîd Bêrîtanê û li Xinêrê gerîla hene. Ne ku dijmin hatiye her dera Xakurkê dagir kiriye. Li girên vala, dijmin diçe xwe li wê derê bi cih dike.Niha li Geliyê Arê û heta pişt Ermûşê û girên li derdora Şekîfê girtine.

Hewl didin li vê derê bi cih bibin. Beriya çend rojan li Girê Şehîd Saraya yê li pişt Ermûşê gerîlayan çalakî li dar xistin. Ev der li pişt Şekîfê ne, lê çalakiyên gerîlayan didome. Ji ber vê jî dijmin nikare bi hêsanî tevbigere. Li cihên ku dagir kirine, dixwazin xwe li wê derê mayînde bikin. Dema ku li cihekî dibînin gerîla nêzî wan dibin, bi balefirên keşfê û helîkopteran xwe li wê derê diparêzin. Heke ne wisa be, ew leşker nikarin li wê derê bimînin, wê gerîla wan hemûyan ji holê rakin.

DEWLETA TIRK ZANE KU WÊ LI BAŞÛR TÊK BIÇE

Hesabê dewleta Tirk ev e ku ew Başûrê Kurdistanê dagir bike, lê li hemberî wan berxwedaneke xurt jî heye. Nikarin têkevin her derê. Ez çima vî tiştî dibêjim? Hinek kes wisa şîrove dikin, wekî ku dijmin ji cihekî ketiyê û ew ê ji cihekî din derkeve. Lê dewleta Tirk hêza wê ewqasî tune! Hesabê wan ev e ku ew li Başûrê Kurdistanê rêxistinên Kurdan bera ber hev bidin û wan bêhêz bikin.

Heta ku berxwedana gerîlayan hebe wê dewleta Tirk bi qasî ku dixwaze nikaribe bi pêş ve biçe. Ji ber ku heta niha gerîla bi qasî kîlometreyekê jî ji wan dûr neketine, gerîla her dem li dora wan e. Gerîla di nav dijmin de ye, dijmin ku der girtibe, gerîla li wê derê ye. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê ne hêsan e. Dewleta Tirk dizane heke ew di demeke kurt de hemû Başûr dagir bike, wê têk biçe. Generalên wan baş bi vî tiştî dizanin. Ji ber vê jî her carê cihekî dagir dikin û dixwazin parçe bi parçe bi pêş ve biçin. Bi vê pêngavê re hatin Şekîf û Geliyê Arê dagir kirin. Ez dixwazim vî tiştî bibêjim, dijmin bi zanebûn ev der kir hedef.

Ji ber ku dizanibû gerîla li vê derê amadekariyên xurt nekiriye, êrîşî van deran kirin. Heke hevalan berê amadekarî kiribûna, wê dijmin bi hêsanî nikaribûya li vê derê bi cih bibûya. Lê em gerîla ne, ji bo me ne girîng e. Dijmin dikare were li hin deran bi cih bibe. Bi tarzê şer ê nû yê gerîlayan, bi şerê tîmên profesyonel, bi tarz û taktîkên cihê em ê dijmin ji hev bixin. Em dikarin her pêngava dijmin bidin sekinandin û pêşiya wê bigirin. Li Xakurkê hewldanên gerîlayan heye. Ez nikarim bibêjim ev hewldan gelekî baş e yan jî gelekî xerab e. Heval hewl didin, di asteke diyar de berxwedaneke watedar heye. Ya herî girîng jî amadekariyên demdirêj ên hevalan hene, ev têra xwe watedar û girîng e.

ŞER WÊ DIJWAR BE

Ez careke din diyar dikim, dijmin tenê beşeke Xakurkê dagir kiriye û hatiye li vê derê bi cih bûye. Dijmin piştî ku li vê derê bi cih bûye, dibe ku bi pêş ve biçe. Dibe ku bixwaze beşên din ên Xakurkê dagir bike û berê xwe bide Xinêrê. Dibe ku berê xwe bide xetên din jî. Îxtîmalên wisa jî hene. Lê em ê heta dawiyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Bi taybetî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û hemû gelê me bizanibe ku, em PKK, û HPG a ku hêza fedaî ya PKK’ê ye, em ê destûrê nedin ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li vê derê em ê şerekî stratejîk bikin. Ev ne wê şerekî normal be, wê gelekî dijwar be. Ji ber ku dijmin hê nehatiye cihên stratejîk ên ku ji bo me girîng e. Heke nêzî wan deran bibe, wê şer mezin bibe.

Di vê çarçoveyê de amadekariyên hevalên me hene. Ji serî ve ez naxwazim tiştên mezin bibêjim. Lê em ê vê berxwedanê bikin berxwedaneke dîrokî. Bi vê berxwedanê em dixwazin Ii hemberî dewleta Tirk serfiraziyeke mezin bi dest bixin. Hesabê me wisa ne, plansaziya me li ser vî tiştî ye.

YÊN DESTEKÊ NEDIN ME BILA NEBIN ASTENG

Dijmin li wesayîtên sivîl dide, bi alozî û nakokiyan hewl dide provokasyonan bike. Hemû siyasetmedarên li Başûrê Kurdistanê, hemû gelên me yên welatparêz û hemû ciwanên Kurdistanê divê bizanibin ku, em ê li hemberî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî û modern pêk bînin. Bila tu kes ji me re nebin asteng. Yên ku dikarin bila piştgiriya me bikin. Yên ku piştgiriya me nakin, bila me asteng jî nekin.

Niha MÎT’a Tirkan li her derê dixwaze derbarê me îstîxbaratê kom bike. Bi van îstîxbaratan, êrîşên hewayî dikin. Ji ber vê jî divê tu kes agahiyan nedin dijmin û yên ku didin wan jî divê di nav xwe de negirin. Li hemberî kesên ku sîxurtiyê ji dewleta Tirk re dikin, divê xwedî helwest bin. Di vî warî de heke gelê me li pişt me be, em ê li Zap û Xakurkê dewleta Tirk a faşîst têk bibin. Em ê hesabekî dîrokî ji wan bixwazin. Di vî warî de amadekariyên me hene.

Em ji gef û balefirên dijmin natirsin. Dewleta Tirk tenê bi balefiran li dijî me şer dike. Em jî li ser vî tiştî disekinin ku em ê çawa van balefirên dijmin pûç bikin û em ê wan li erdê têk bibin. Em li ser vî tarzî disekinin. Li ser vê bingehê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û wê berxwedana me geştir bibe.

PROJEYA JI NÛ VE AVABÛNÊ YA GERÎLA

Di vê serdemê de em qîmeteke mezin didin Projeya Avakirina Ji Nû Ve. Pêvajoya berê nîşanî me da ku, heke em di nav gerîlayan de guherîneke mezin pêk bînin, em ê rê û metodên klasîk derbas bikin û em xeta gerîlayatiya nû têxin pratîkê, em dikarin bi ser bikevin. Ji ber vê jî em girîngiyeke mezin didin vê projeyê. Em salek in li ser vî tiştî disekinin. Em dizanin ku gelek rêhevalên me jî hay ji vî tiştî hene. Nûbûna di nav gerîlayan de, di rojeva me de ye.

Vê tarza nû ya gerîlayan a mobîlîze dema ku nîv-otonom tevbigere, wê di şer de mezintir bibe. Mînakên şênber ên vî tiştî di pratîkê de derketine holê. Çalakiya li Bêzokê ya li Avaşînê mînakeke xurt e. Li cihekî ku dijmin lê zêde heye, bi tarza tîmên koordîne, gerîla di nava rojê de derbeke mezin li dijmin da û 6 çek ji ser dijmin rakir.

Li cihên din jî mînakên vî tiştî hene. Bi kûrbûn û xurtbûna di tarza nû de, wê encamên zêdetir werin stendin. Li ser vî esasî parastina herî bi bandor, parastina çalak e. Hêzêke ku her dem di nav çalakiyan de be, him dijmin diştexilîne û him jî hêza xwe mîsoger dike.

DIJMIN DIXWAZE DERSIMÊ JI KURDISTANÊ QUT BIKE

Dewleta Tirk îro bi bangekê diyar kiriye ku li herêma Dêrsimê di navbera 1’ê Tîrmehê û 15’ê Tîrmehê de qedexeya derketina derve ragihandiye. Dijmin bi planeke a Dijmin bi planeke taybet dixwaze Dêrsimê ji Kurdistanê veqetîne. Dixwaze gerîlayan ji Dêrsimê derxîne, asîmîlasyonê kûr bike û Dêrsime ji nav Kurdistanê derxîne. Bi taybetî Ergenekon li ser vê konseptê disekine.

Hin xebatkarên Ergenekonê li Dêrsimê û derdora wan e. Hin bermahiyên şovenên ‘Kizil Elmaci’hene. Ji ser wan dixwazin toreke îstîxbaratê ava bikin. Tê zanîn ku ev kes carinan bi maskeya çepgiriyê tevdigerin. Him ji bo tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê û him jî ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê roleke bi xetere wergirtine. Bi îstîxbaratê hewl didin derbeyê li rêhevalên me yên HBDH’ê, li şoreşgerên çepgir û li HPG’ê bixin. Divê dostên me yên şoreşger û gelê me yê li Dêrsimê hay ji vî tiştî hebin. Dewleta Tirk a dagirker li ser Dêrsimê planeke wê ya taybet heye. Wekî ku fermandarê hêja yê Dêrsîmê Atakan Mahîr jî digot, em di serdema fezayê de dijîn. Divê em bibin gerîlayên modern ên vê serdemê. Divê rêhevalên me yên li Dêrsimê vê polîtîkaya taybet a dijmin fêm bikin û li hemberî van polîtîkayan tarza nû ya dijmin bi pêş bixînin.

HEVRÊYÊN LI DERYA REŞ BÛNE KABÛSÊ DEWLETA TIRK

Dijmin dibêje heke ez derbê li gerîlayên li Dêrsimê bixim, ez ê gerîlayên li Behra Reş jî têk bibim. Qaşo wan li Behra Reş gerîla nehiştine. Lê heke gerîla ne li wan deran bûya, wê li seranserî Behra Reş bi mehan operasyon bikirina? Bi vê wesîleyê ez rêhevalên li Behra Reş silav dikim. Ev heval bi fedakarî û têkoşîna xwe bûne kabûsên dewleta Tirk. Ev rêhevalên me roleke girîng pêk tînin. Hêzên şer ên taybet ên Tirk ên faşîst bi hemû derfetên xwe bi pey wan ketiye lê encamek bi dest nexistine."