Karayilan: PKK ji bo destketiyên gelê Kurd têdikoşe

Karayilan: Çawa ku DAÎŞ'ê dema hewl da dest dirêjî destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê bike me şehîd dan û Başûrê Kurdistanê parast, em bi biryar in ku heta dawiyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr li ber xwe bidin û niha li ber xwe didin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat bû û got, "Mîna ku di sirûda Ey Reqîp de tê gotin, 'Kê gotiye ku Kurd miriye, em nemirin, em jîn dibin, em zindî dibin û em hene'. Çalakiya hevala Zîlan ev peyam da dijmin. Çalakiya ku li navenda Dersimê pêk hat rovanşa Terteleya Dersimê bû."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Karayilan Zeynep Kinaci (Zîlan), Sema Yuce û şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî. Axaftina Karayilan wiha ye:

"Îro 30'ê Hezîranê salvegera çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan e. Beriya 23 salan îro hevrê Zîlan li Dersimê çalakiya fedayî kir û bi çalakiya xwe gaveke mezin avêt. Beriya her tiştî vê çalakiya hêja ya hevrê Zîlan silav dikim. Di şexsê Zîlan de fedayiyên meha Hezîranê hevrê Gulan, Sema Yuce û şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim û soza ku me daye wan dubare dikim.

Meha Hezîranê weke 'meha fedayiyan' tê naskirin. Ji ber ku di 6'ê Hezîranê de fermandara Hêzên Taybet hevala Gulan a hêja şehîd bû. Di heman demê de 17'ê Hezîranê hevrê Sema Yuce ya fedayî şehîd bû. Ji xwe bi çalakiya hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya 30'ê Hezîranê meha Hezîranê bû meha fedayiyan.

Divê mirov çalakiya hevrê Zîlan weke çalakiyeke leşkerî ya ji rêzê nebînin. Wateyeke xwe ya mezin heye. Weke ku tê zanîn 6'ê Gulana 1996'ân li dijî Rêber Apo hewldaneke sûîqestê hatibû kirin. Ev hewldana sûîqestê çiqasî bi ser neket jî hat fêhmkirin ku armanca dijmin îmhakirina Rêberê me ye. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da ku divê milîtaneke/î partiyê bi çi rengî bersivê bide êrîşên li dijî Rêbertî, divê canê xwe bi rengekî fedayî bike sîper, li hemberî êrîşên li dijî Rêbertî bêdeng nemîne û bi gavên gelekî tund bersiv jê re bê dayin. Hevala Zîlan gaveke watedar û di cih de nîşan da ku divê Rêberê me çawa bê parastin. Hevrê Zîlan hevaleke zane, xwende bû û fêhm kiribû ku Rêber Apo ji bo gelan çiqasî girîng e. Ji xwe nameya ku bi wesîleya çalakiya xwe nivîsand mîna manîfestoyê ye. Di wir de bi rengekî vekirî diyar dike ku divê Rêbertî ji her alî ve bê parastin, divê bersiv ji êrîşan re bê dayin û ji bo vê jî divê bi rengekî fedayî tevbigerin. Gaveke bi vî rengî gelekî watedar bû. Wateya destpêkê ya çalakiya hevrê Zîlan wiha ye.

Ya duyemîn; di nava tevgera me de ruhê fedayî timî hebû. Ji xwe pêngava Rêber Apo bi rengekî fedayî ye û fedayiyê herî mezin Rêber Apo ye. Çalakiya destpêkê ya fedayî li Zindana Amedê ji aliyê hevrê Mazlûm Dogan ve hate kirin, piştre hevalên din bi rojiya mirinê û çalakiyên bi şêweyên din ev yek berfireh kirin. Li nava refên gerîla û li çiyayên Kurdistanê di serî de fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Celal Hoca (Ramazan Kaplan) di pratîka xwe de ruhê fedayî afirandin. Lê belê hevrê Zîlan bû mînaka destpêkê ku nîşan da, kesek çawa dikare bi amadekarî û plankirî çalakiya fedayî pêk bîne. Hevrê Zîlan di fedayîtiyê de bû asta herî bilind. Bi rengekî plankirî bi rêbazeke diyarkirî ji çiyayên Dersimê daket nava bajarê Dersimê, ji bo bersiva herî mezin bide dijmin xwe veguherand çalakiyê û derba mezin li dijmin xist. Pêkanîna çalakiyeke wiha di nava tevgera me de rewşeke nû bû û rêbaza çalakiya fedayî afirand. Sala 1996'an ji aliyê taktîkî ve rewşeke xitimandî hebû, lêgerîna 'divê em gaveke çawa biavêjin' hebû. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe gav avêt û destnîşan kir ku di xeta fedayîtî de divê em şer bikin.

HEVRÊ ZÎLAN BÛ ROVANŞA TERTELEYA DERSIMÊ

Wateya sêyemîn a çalakiya hevrê Zîlan jî ew e ku çalakiya wê li Dersimê pêk hat. Weke ku tê zanîn Dersim ew dever e ku dewleta Tirk a qirker mêtinger herî dawî dagir kir û komkujî lê pêk anî. Bi qirkirina li wir re got, 'min êdî encam wergirt, Kurdîtî nema, bi ser ketim'. Dijmin tevî qirkirina fîzîkî xwest bi qirkirina spî neteweya Kurd ji holê rake. Pêkhatina çalakiya hevrê Zîlan li Dersimê bersiva herî bi bandor û watedar a li vê yekê bû. Çawa ku di sirûda Ey Reqîb de tê gotin, 'Kê gotiye Kurd miriye, em namirin, em jîn dibin, zindî dibin, em hene'. Çalakiya hevala Zîlan peyamek li dijî dijmin bû. Ev çalakiya ku li navenda Dersimê pêk anî rovanşa Terteleya Dersimê bû.

Wateya çaremîn a ku em ji vê çalakiyê derxînin ew e ku di xeta azadiya jinê ya Rêber Apo de bû milîtaneke bê eman. Ji nivîsên hevala Zîlan mirov vê bi hêsanî fêhm dikin. Çalakiya hevrê Zîlan pêngava herî bi wate ya li dijî kolekirina jinê ye. Nîşan da ku jin çawa dikare bibe îrade, li dijî siyaseta qirker mêtinge rû zîhniyeta mêr ê paşverû yê bi hezaran salan çawa dikare bi çalakiyeke mezin bersiv were dayin, çawa dikare bibe milîtana vê yekê, felsefeya Apoyî çawa dikare bê temsîlkirin. Bersiva van pirsan bi çalakiya xwe nîşan da. Ji xwe Rêber Apo vê gava bi wate ya hevrê Zîlan gelekî bi berfirehî nirxand. Di afirandina xeta azadiya jinê de hewldaneke şareza û bi wate bû. Çalakiyek bû ku têkoşîna azadiyê ya jinê bi pêş ve bir û xeta wê da rûniştandin. Di vê çarçoveyê de di nava tevgera me de, di nava hevrêyên jin de ruhê fedayîtiyê afirandin, sekna jinê ya azad a xwedî îrade xurt kir û sekna şoreşgerî ya bi jiyana azad û şoreşê ve girêdayî ye derxist holê. Bi vî rengî di têkoşîna azadiya jinê de rê li ber xurtbûn û mezinbûnekê vekir.

Çalakiya hevrê Zîlan a 30'ê Hezîrana 1996'an xwedî wateyeke bi vî rengî ya kûr û dîrokî ye. Di nava tevgera me de bû mînakek ku milîtan û sekna jinê ya di xeta Rêber Apo de divê çawa be. Îro jî ev rêbaz û ruh di rojeva me de ye. Weke ku tê zanîn piştre bi dehan, bi sedan çalakiyên fedayî hatin kirin. Saziya Hêzên Taybet ava bû, Tabûra Nemiran ku asta bilind a fedayîtiyê ye di vê çarçoveyê de ava bû. Îro jî Tabûra Nemiran ji bo xwedî li ruhê Şehîd Zîlan derkeve û Rêber Apo biparêze bi rengekî çalak di dewrê de ye. Peyamên ku hevrê Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da niha jî weke wezîfeyekê li pêşiya me ye. Bi taybetî saziyên ji bo vê ava bûne, rêxistinên di vê çarçoveyê de ava bûne divê di nava kûrbûn û karekî wiha de bin. Ruhê bingehîn ê ku îro me bi ser bixîne ruhê fedayî yê Zîlan e. Ji ber ku ev ruh ruhê serketinê ye. Di vî ruhî de windakirin nîne, serketin heye.

PIŞTÎ BERXWEDANA DU SED ROJÎ DÎWARÊ TECRÎDA MUTLEQ DERIZÎ

Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku mîna pêngavekê derkete holê ruhê Zîlanan û Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ji xwe re esas dîtin. Bi vê wesîleyê çalakgeran hemûyan silav dikim serketinê ji hemûyan re dixwazim. Bi saya pêşketinên ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derxistine holê û bi encamên ku pêngava grevên birçîbûnê ya du sed rojî domiya, dîwarê tecrîda muqleq derizî. Dengê Rêber Apo ji wê derê hat û gihîşt me. Di vê demê de destketiya herî mezin û hêja ew e ku piştî tecrîda giran û mutleq a çar salan dengê Rêber Apo gihîşt derve. Piştî heyşt salan yekemcar parêzeran Rêbertî dîtin. Ya herî girîng jî ew bû ku peyama Rêber Apo anîn û bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Ev yek bi tena serê xwe encameke girîng e.

Bi taybetî daxuyaniya ji heft xalan a mîna deklarasyonê ku di daxuyaniya Rêber Apo de hate eşkerekirin, nîşan da ku Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Tirkiyeyê û pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn de xwedî hêza herî mezin e, xwedî projeya çareseriyê û formula wê ye. Di wê deklarasyonê de bi rengekî vekirî eşkere bû ku Rêber Apo xwedî hêzeke çiqasî mezin a çareseriyê ye. Bi vî rengî her kesî careke din fêhm kir ku di çareseriya pirsgirêkên heyî de Rêber Apo hêza sereke ye.

Di nava pênc salên dawî de bi destê DAÎŞ'ê piştre jî bi destê tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê li dijî gelê me û têkoşîna me êrîşên bêeman hatin kirin. Wekî din li Îmraliyê sîstema tecrîdê ya herî giran pêk anî û şerekî taybet ê psîkolojîk meşand. Armanca bingehîn a van êrîşan ew bû ku xeta Rêber Apo lawaz bikin û vê xetê tasfiye bikin. Xwestin ku Rêber Apo bikin girtiyekî li Îmraliyê lawaz bûye, armanca wan ev bû. Lê belê bûyerên dawî qewimîn, hevdîtinên parêzeran, çalakiyên hatin kirin, daxuyaniyên hatin dayin, pêvajoya piştî 2'ê Gulanê rû da û piştî wê nîqaşkirina hevdîtinên Rêber Apo li nava raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê, dengvedana hevdîtinan nîşanî her kesî da ku Rêber Apo li Tirkiyeyê û herêmê yê xwedî hêza esasî ye, aktorekî girîng ê çareserkirina pirsgirêkan e.

Pênc salên dawî ji Îmraliyê, ji çiyayên Kurdistanê, ji Şengalê û Kobanê êrîşên berfireh ên dest pê kir, piştre DAÎŞ'ê êrîşî Bakurê Kurdistanê û Kobanê kir. Bi vê wesîleyê mirovên me yên ji ber êrîşên hovane yên li derveyî mirovahiyê yên MÎT û DAÎŞ'ê li Kobanê 25'ê Hezîranê jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînim. Bêguman milîtanên vî gelî xwîna wan li erdê nehiştin. Divê her kes zanibe ku milîtanên vî gelî çawa ku dest ji DAÎŞ'ê bernedan, ji Kobanê dest pê kirin û heta Reqa û Baxozê dan pey wan û ew ji holê rakirin, sedema vê yekê hilanîna tola komkujiyên ku DAÎŞ'ê li Şengalê û Kobanê kir. Wekî din ya ku xwestin bi komkujiyên li Cizîr û Sûrê bikin lawazkirina Rêber Apo û xeta Apoyî bû. Yanî xwestin ku gelê Kurd lawaz bikin. Lê belê dijmin di wir de jî bi ser neket. Pêngava 'em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin', peyama Rêber Apo, bûyerên mehên dawî qewimîn, ragihandina serketina li dijî DAÎŞ'ê, encamên hilbijartinên 31'ê Adarê, hilbijartinên Stenbolê yên dawî rastî nîşan da ku xeta Rêber Apo ji her demê bêhtir xurt e.

Mijareke din a ku di vê demê de hate dîtin ew e; Rêber Apo ji dema destpêkirina tecrîda Îmraliyê û vir ve tevî berxwedana bi sebir, kûrbûneke xurt û rê û rêbazen rast, di nava kûrbûneke mezin de ye. Yanî kûrbûna Rêber Apo mezintir bûye, perspektîfên wî bêhtir dewlemend bûne û ev yek bi rengekî vekirî derketiye holê. Daxuyaniya hate dayin û peyamên hatin eşkerekirin vê rastiyê nîşan didin. Ev rewşa Rêber Apo di heman demê de ji bo me û hevrêyan hemûyan mînak e. Gelekî watedar e ku di nava şert û mercên giran û tecrîda mutleq de kûr bûye, ji aliyê fikrî ve bêhtir bi pêş ve çûye û kûrbûna xwe zêde kiriye. Hate fêhmkirin ku Rêber Apo bêhtir kûr bûye, hêza xwe ya fikrî mezin kiriye û xurtir bûye. Rêbertî qet vala nesekiiye, xwe kûr kiriye û ketiye nava amadekariyeke mezin. Bêguman sekna Rêber Apo ji bo me peyamek e, çavkaniya hêzê ye. Di nava şert û mercên giran de, der barê şêweyê xurtbûn, kûrbûn û çareserkirina pirsgirêkan de eger em vê sekna Rêber Apo ji xwe re bikin mînak hingî em ê bibin bersiv. Ji ber ku Rêber Apo di nava şert û mercên herî zehmet de jî xwedî çareseriyê ye. Milîtanên Rêber Apo û welatparêzên ji nava gel divê vê sekna xurt a Rêber Apo, îradeya wî ya ji pola û berxwedana wî ya bi sebreke mezin baş fêhm bikin. Rêber Apo bi vê kapasîteya xwe, bi vê sekn û kûrbûna xwe ji bo me mînakê herî berbiçav e. Divê em ji xwe bipirsin ku çawa dikarin bibin bersiv ji vê sekna Rêbertî re.

XWÎNA ŞEHÎDAN WÊ LI ERDÊ NEMÎNE

Beriya her tiştî sê mirovên me yên li Kortekê şehîd bûn, mirovê me yê rojek berî wê komkujiyê li Goşînê şehîd bû bi minetdariyeke mezin bi bîr tînim. Rejîma AKP-MHP-Ergenekon ku dijminê sondxwarî yên gelê Kurd e ew şehîd xistin. Wê xwîna wan li erdê nemîne û tola wan bê hilanîn. Di şexsê van şehîdan de em soza ku me dane şehîdên Kurdistanê dubare dikin. Em ê hesabê pêwîst ji dijminê mêtinger bipirsin. Ew di rêya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn. Ji ber vê yekê şehîdên şoreşê ne. Di serî de malbatên van şehîdên xwe em sersaxiyê ji gelê Qendîlê, gelê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê xwe re dixwazin. Ji birîndaran jî şîfayê dixwazin.

Dewleta Tirk dem bi dem bi zanebûn êrîşî gelê sivîl ê Başûrê Kurdistanê dike. Sala 2000'î ji komkujiya Kendekolê ya Xinêrê û vir ve êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bi zanebûn tên kirin. Bi vê yekê dixwaze gel bitirsîne, bitepisîne, koçber bike û ji aliyê psîkolojîk ve bixe bin kontrola xwe. Ji bo li Başûrê Kurdistanê kes li dijî otorîteya dewleta Tirk nesekine van êrîşan dike. Li deverên ku sivîl lê hatin qetilkirin PKK nîne, her kes zane ku li ser rêya Kortekê baregeheke PKK'ê nîne. Tevî ku zanîbûn wesayitên sivîl in li wan dan.

Di şer hemûyan de êrîşa li dijî sivîlan sûc e. Di qanûnên navneteweyî de û di Peymana Cenevreyê de hedefkirina sivîlan sûc e. Dewleta Tirk a mêtinger bi van êrîşên xwe yên dijî gelê me yê sivîl bi rengekî vekirî sûc dike, qanûnên navneteweyî binpê dike. Li dijî vî sûcê dewleta Tirk Wezareta Karên Devre ya Iraqê daxuyaniyeke fermî da û got, 'Sedem çi dibe bila bibe em destwerdana dewleta Tirk a li xaka me şermezar dikin'. Wezareta Karên Derve ya Tirk jî bang li nûnerê Iraqê yê li Enqereyê kir û hişyarî da wî. Jê re got, 'Me sivîl nekuştiye, hûn çawa tiştekî wiha dibêjin'. Dewleta Tirk di vir de daxuyaniyeke din a balkêş dike. Dibêje, 'Ev êrîş li herêma Hikumeta Başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Hikumeta herêmê PKK'ê sûcdar dike, çima hûn me sûcdar dikin?' Ya ku ji nûnerê Iraqê re tê gotin ev e.

Ev rewş bi rastî jî cihê şermê ye. Daxuyaniya ku bi navê Hikumeta Herêma Kurdistanê hate weşandin em naxwazin şîrove jî bikin. Dewleta Tirk bi vê bersivê re ji xwe her tişt eşkere kiriye. Bi rastî jî ji bo Kurdan ev rewş şermeke mezin e. Gelo di vir de şaşitiyeke mezin nîne? Em vê yekê ji wijdanê gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê û raya giştî re dihêlin. Çawa çêdibe ku hikumeta federal a navendî ya Iraqê kujerên rastî sûcdar dike, lê aliyekî Kurd radibe Kurdan sûcdar dike? Yên ku ev mirovên me yên sivîl kuştin bi vekirî tên zanîn. Di vir de şaştiyeke cidî heye. Divê hikumta herêmê û rayedarên PDK'ê ewqasî zemînê ji dewleta Tirk re li herêmê neafirîne. Ev şaşitiyeke mezin e. Şaşitiyeke mezin e ku agahiya îstîxbaratê didin MÎT a dewleta Tirk. Ev yek xizmetê ji gelê Kurd re nake. Di encamê de ewladên hêja yên gelê Kurd, milîtanên fedayî ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên şehîdxistin. Ya jî mirovên me yên sivîl tên şehîdxistin.

Dewleta Tirk hem mirovên me yên sivîl şehîd dixe, hem jî vê yekê qebûl jî nake. Ji ber ku ev dewlet ji sala 1806'an ji 213 salan û vir ve, ji raperîna Abdullah Babanzade ya li Koysancakê û vir ve timî Kurdan dikuje. Ji ber ku kuştina Kurdan ji bo xwe rewa dibîne. Di çavê dewlet Tirk de Kurd terorîst in û kuştina wan helal e. Dema ku çend meh berê heyşt mirovên me yên sivîl, Kurdên bêguneh li Dêrelokê û Şêladizê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin, ev yek qebûl kirin? Ji wan nehat ku bêjin, 'Me bi şaşitî kuştin'. Negotin. Berê li Efrîkaya Başûr rejîma Apartheid a nîjadperest mirovên reşik dikuşt, lê belê ev yek ji kuştina mirovan nedihesiband. Dewleta Tirk jî bi heman rengî nêzî gelê Kurd dibe.

SIYASETA ŞAŞ XIZMETÊ JI GELÊ ME YÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE JÎ NAKE

Ez naxwazim gotinên giran bikim. Em dixwazin kêşeyên di nav xwe de bi diyalogê çareser bikin. Em li bendê ne ku van kêmasiyên xwe bibînin û siyaseta xwe biguherînin. Vê siyaseta wan a şaş xizmetê ji gelê me yê Başûrê Kurdistane nake. Em li bendê ne ku vê siyaseta xwe biguherînin û em jî karibin kêşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin. Dewleta Tirk bi kirinên xwe dixwaze siyasetmedarên Kurd têxe şûna ehmeqan, divê em rê nedin vî tiştî. Di sedsala 21’emîn de cîhan kêşeyên xwe yên herî giran bi diyalogê çareser dike. Dewleta Tirk di navbera rêxistinên Kurdan dixwaze şer çêbike. Ez naxwazim qala vê îxtîmalê jî bikim. Ew ê ji bo neteweya me zirareke mezin be. Dewleta Tirk bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê hew dide nîşanî cîhanê bide ku Kurd nikarin bibin netewe û bi tenê eşîr in. Van tiştan MÎT dike. Îstîxbarata Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê bi provokasyonan dixwaze vî tiştî bike.

Em dixwazin van lîstikên dijmin pûç bikin. Di vî warî de em heta dawiyê baweriyê bi gelê xwe tînin. Em dixwazin baweriya xwe bi heqîqeta Kurdan û siyaseta Kurdan bînin. Divê em hêza xwe nîşanî dijmin bidin ku, em polîtîkayên dijmin pûç bikin. Ji ber vê jî divê em li hev guhdarî bikin.

PKK LI DIJÎ YÊN DESTÊ XWE DIRÊJÎ DESTKETIYÊN GELÊ KURD DIKIN ŞER DIKE

Her kes dizane ku em li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Divê bizanibin ku piştî niha jî em ê şer bikin. Em li Dêrsim, Colemêrg, Amanos, Botan û Amedê şer dikin. Lê dewleta Tirk 120 kîlometre dûrî sînorê xwe, li Kortekê gelê me bomberdûman dike. Hinek kes dibêjin ‘Ji ber şerê di navbera PKK û dewleta Tirk ev tişt çêdibe’ Ne wisa ye! Em li Bakurê Kurdistanê şer dikin. Lê çawa ku dema DAÎŞ’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir me jî hêzên xwe şand Şengal, Mexmûr û Kerkukê û me şehîd dan. Bi heman tarzî em ê dîsa li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin. Me di vî warî de soz dane, ji ber ku em fedaiyên vî gelî ne.

Em dixwazin, em Kurd hev fêm bikin û tiştên şaş nekin. Dema ku îstîxbaratê didin dewleta Tirk ev şaş e û divê neyê kirin. Çareya her tiştî heye. Divê em hemû bi berpirsyarî tevbigerin. Em ji aliyê xwe ve bi berpirsyarî nêzik dibin. Divê rayedarên Başûrê Kurdistanê, siyasetmedar,ronakbîr, nûçegîhan û ciwanên wan vê heqîqetê bibînin. Bi taybetî divê rayedarên Başûrê Kurdistanê û PDK vê rastiyê bibînin. Em ji her cure çareseriyan re amade ne. Heke ev şaşî ji holê were rakirin û berjewendiyên hevpar ên gelê me bibin esas, wê gelê me jî bikaribe bi azadî bijî.

DEWLETA TIRK BI HELWESTA XWE YA LI DERTO RÛYÊ XWE YÊ RAST NÎŞAN DA

Gundiyên gundê Derto û hemû gundiyên Xelfetiyê bi hurmet silav dikim. Dewleta Tirk a faşîst û hikumeta AKP û MHP’ê li gundê Derto û derdora wê, bi hovîtiya xwe careke din rûyê xwe nîşan da. Dewleta Tirk bi hovîtiya li gundê Dertoyê diyar kir ku ew çiqasî dijminê gelê me yê welatparêz e. Divê gelê me yê wê derê baş bizanibe, heke dijmin ev hovîtî kiribe, nexwe dijmin gelekî ji gelê me yê ji wê derê ditirse. Ev rêyeke pîroz e, rêya hemû gelê Kurd e. Em li ser vê rêyê şehîd bibin jî hêja ye. Fedakariya gelê me vala neçûye. Gelê me li ser rêya pîroz li ber xwe dide. Em rêwiyên rêyeke bi rûmet in. Jinên Kurd ên ku li hemberî dijmin li ber xwe didin, divê bizanibin ji ber ku ew bi rûmet têdikoşin, dijmin li dijî wan hovîtiyan dike.

Rastiyeke din jî ev e ku Rêber Apo ji wê derê rabûye. Gundên wê derê nêzî hev in. Di demekê de em jî çûne wê derê, em wan deran dizanin. Ha Amara, ha jî Derto, herdu wekî hev in. Ji ber vê jî dijmin ji wê derê ditirse. Ji ber ku Rêber Apo ji wê derê rabûye. Sedema ku bi tundî êrîş kirine jî ev e. Divê gelê me bizanibe ku, dijmin careke din rûyê xwe yê qirker nîşan daye. Îroj Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li her qadê bi pêş ve diçe. Ew ê têkoşîna me hesap ji wan bipirse. Wê hovîtiya dijmin a li Xelfetiyê him di warê navneteweyî de û him jî di nava pratîkê de were pirsîn.

DU HEVALÊN FEDAYÎ HETA DAWIYÊ LI BER XWE DAN

Bi qasî ku me fêm kiriye, li wê derê du hevalên fedaî hene. Biryargeha me hê 100 ji sedî nizane, ew kî ne. Lê di destê me de, hin dane hene. Ji ber ku baş nehatiye zelalkirin, em naxwazin diyar bikin. Ev hevalên fedaî ne ji bo şer, lê ji bo xebata di nav gel de çûne wê derê. Bi qasî ku me fêm kiriye, ev herdu rêheval radestî dijmin nebûne û bi yek du çekên biçûk li ber xwe dane. Vê berxwedana wan gelekî pîroz e. Ji ber ku kesên xwedî rûmet bûne, teslîm nebûne. Bi çekên biçûk li ber xwe dane û şehadet dane ber çavê xwe. Ji ber vê jî helwesta wan bi rûmet e û bûne xwediyê helwesteke şoreşger. Berxwedana wan ji bo me bûye peyam û ji bo Xelfetî û wê herêmê berxwedan e. Helwesta du hevalên fedaî û ya gelê li wê derê têra xwe watedar e. Vê helwesta wan ji bo me peyam e, em ê jî bersiva pêwist bidin. Em ê bîranîna şehîdan bidin jiyîn û teqez em ê hesap ji dijmin bipirsin."